KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Sêrtê 15 roj qedexe hate ragihandin
Walîtiya Sêrtê li navenda bajar ji bo 15 rojan hemû çalakî û aktivîte qedexe kir. -
Kesê nenas gef li HDP’iyên Xarpêtê kirin
Kesê nenas ê ketin avahiya HDP’ê ya Xarptê gef li endamên partiyê kirin. -
Daristanên Çiyayê Cûdî dişewite
Şewata ku 5 roj in li Bestayê derketibû, didome. Li daristanên Çiyayê Cûdî şewat derket. -
Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûr: Şehîd hebûna me ne
Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê nerazîbûn nîşanî kiryarên dewleta Tirk a li goristanên şehîdên Efrînê da û got: “Şehîdên Berxwedana Serdemê ji bo me mîrateyek bingehîn a avakirina xweseriya netewek demokratîk û Rêbertiyek azad e.” -
Avêtina ser malan: Polîsan êşkece li jina ducanî kir
Di serdegirtina malan a polîsan a li Hezexê pêk anî de, êşkece li Hatîce Baykara ya 8 mehî ya ducanî kir. -
Li Colemergê dema qedexeyê hat zêdekirin
Li Colemergê ji sala 2016'an û wir ve qedexeya li ser çalakî û bernameyan dema wê dîsa hate zêdekirin. -
HPG: Dagirkerên ku derbên giran dixwin, çekên kimyewî bi kar tînin
HPG'ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker ku li bara derbên giran ên gerîla nikare bi pêş ve biçe gazên jehrî û çekên kimyewî bi kar tîne. -
Li Amedê erdheja bi 4.0 pileyî
Li navçeya Erxenî ya Amedê, bi mezinahiya 4.0 pileyî erd hejiya. -
Ebdî têkildarî goristana şehîdan a li Efrînê bang kir: Vê qirkirinê rawestînin
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî nerazîbûn nîşanî derxistina cenazeyên şervanên YPG-YPJ û sivîlan ên li Efrînê da û got, "Vê qirkirinê rawestînin." -
Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Tûşbayê hate destgîrkirin
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) navçeya Tûşba ya Wanê Hanim Akkûş bi hinceta dozeke dijî wê hate destgîrkirin. -
Li Serhedê lehî rabû: Heywan mirin, mal û axur li ber avê ketin
Li herêma Serhedê ji ber lehiyê gelek heywan mirin. Gelek av û axur jî li ber avê ketin. -
Hêzên gerîla balafireke TB2 Bayraktar xistin
Gerîla di 21'ê Gulanê de balafireke keşfê ya artêşa Tirk a bi tîpa TB2 Bayraktar xist. Li ser rêbaza xistina balafirê agahî nehate dayin. -
HBDH Kurdistan li dijî wesayita bekçiyekî çalakiya sabotajê kir
Komîteya Kurdistanê ya HBDH'ê ragihand ku li Mêrdînê li dijî wesayita kesekî ku "ji mêtingeriyê re bekçîtî dikir" çalakiya sabotajê kirine. -
Îmam Dede: Hegemonya emperyalîst li Îmraliyê ji hev ket
Hevserokê HDP'ê yê Xarpêtê Îmam Dede bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Hegemonya kapîtalîst û emperyalîst di pêvajoya Îmraliyê de ji hev ket." -
Li Elbakê lêhî rabû 400 mih telef bûn
Li navçeya Elbakê ya Wanê ji ber rabûna lêhiyê 400 mih telef bûn. -
Leşkerên Tirk agir berda dehlên peravên Çemê Dîcle
Di encama gulereşandina leşkeran a ji Qereqola Akdizgîn a girêdayî navçeya Basê agir girte dehl û zeviyên li ber peravên Çemê Dîcle. -
Artêşa Tirk li Bestayê daristanan dişewitîne
Li herêma Besta ya Şirnexê artêşa Tirk bi helîkoptêran şewat zêde kir. -
HPG: Li Metînayê 5 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik hatin îmhakirin
Hêzên gerîla ji bo bîranîna Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê li Metînayê çalakî li dar xist. Di encamê de 5 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik, çekek A4, bombeavêjek û kamerayeke mobesse hatin îmhakirin. -
HPG: Em şehîdên Zapê yên fedayî bi rêzdarî bi bîr tînin
HPG'ê şehîdên Zapê bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Em soza xwe dubare dikin; armanca wan ku Rêberê azad û Kurdistana azad e, bi ser bixînin." -
Çinara Zagrosan: Delîl Karakoçan
Di nava dîrokê de ew bûbû rêwiyekî heqîqetê yê ku rêya bi çiyayên Kurdistanê ketibû. Wî xwe li Zagrosê dîtibû… Şînahiya Avaşînê di çavên wî de xwe dida der û bi îhtîşama xwe ya mezin li Zagrosê îhtîşameke mezin bû. Ew çinara Zagrosê bû. -
Li Licê qadeke daristanî ya ji 100 donimî şewitî
Li Licê ji ber şewatê qadeke ji 100 donimî ya daristanî bû xwelî. -
Li Geverê Berxwedana 14'ê Tîrmehê hate slavkirin
Li Geverê ciwanan Berxwedana 14'ê Tîrmehê slav kirin. -
Ji Gerîla TV dîmena nû ya çalakiyê
Gerîlla TV dîmana çalakiyê ya gerîlayên YJA Starê ku 1'ê Hezîranê li Tabûra Ereban dabûn, weşand. -
Gerîlaya Behdînî: Divê Behdînan rabe ser piyan
Gerîlaya YJA Starê Rûken Dilgeş bang li xelkê Behdînanê bi taybetî jî eşîra Zêbariya kir ku dîlgirtinê qebûl nekin û li ber dijmin rabin. -
Alîkariya beriya 5 salan li Vansporê hate kirin, kete ber lêpirsînê
Ji ber alîkariya ku Şaredariya Payîzavayê ya DBP'î sala 2016'an li Van Buyukşehîr Belediyesporê kir, 12 endamên meclîsa şaredariyê ketin ber lêpirsînê.