KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Bayik: Erdogan ji bo îmaja xwe ya neçê sererast bike, çû Amedê
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku Serokkomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan li hundir û derve gelekî teşhîr bûye û ji bo îmaja xwe ya neçê sererast bike, çûye Amedê. -
Li Kerkûkê bi semînerekê Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
Li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê bi semînerekê Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn. -
Artêşa Tirk li Mêrdîn û Şirnexê dest bi operasyonên dagirkeriyê kirin
Artêşa Tirk li devera dikeve navbera navçeyên Mehsert û Midyad ên Mêrdînê û navçeya Hezex a Şirnexê di saetên şevê de dest bi operasyonekê kirine. -
PKK’ê li ser nakokiyên YNK’ê daxuyaniyek da
PKK: Hêvî û baweriya me ew e ku krîza rêveberî ya di nava YNK de derketî û her diçe zêdetir dibe, li gorî mekanîzmeya raye ya partiyê ku di kongreyê de hate hilbijartin, li ser bingehê berpirsiyariyên hiqûqî yên partî û netewî, çareser bikin. -
Emîne Şenyaşar: Ji ber vê dewletê em mirin
Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku hatibûn destgîrkirin, hatin berdan. Emîne Şenyaşar got “Êdî bes e, em ji ber vê dewletê mirin.” -
Serbilindiya civakekê: Mehmet Hayrî Durmuş
Li Qoserê 33 mirov hatine xwîniyên hev 33 kes ji hev kuştine. Em çûn me ew mesele çareser kir û wê demê min li wir dît ku hemû Kurd hewceyî vê ne. Heke bibim doktor ez ê tenê nexweşên xwe tedawî bikim lê dixwazim ji her kesî re bibim derman, ku karibim. -
Civîna HDP'ê ya li dijî tecrîd û faşîzmê di roja 3'emîn de ye
Civîna HDP'ê ku bi dirûşma "Em xwe bi rêxistin bikin, faşîzmê têk bibin, tecrîdê bişikînin" tê lidarxistin, di roja sêyemîn de ye. -
YJA Starê ji bo 14'ê Tîrmehê lê da: 4 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik hatin îmhakirin
Gerîlayên YJA Starê ji bo bîranîna Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de 4 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik û 2 kamerayên mobesse hatin îmhakirin. -
Êşkence li girtiyên di greva birçîbûnê de ne tê kirin
Êrişên li ser girtiyên di greva birçîbûnê de ne zêde dibin. Li Mereş û Amedê cezayê hucreyê li girtiyan tê birîn, êşkence û kiryarên xerab li wan tê kirin. -
Malbata Şenyaşar careke din hate destgîrkirin
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku bi daxwaza edaletê nobedê digirin, careke din hatin destgîrkirin. Balkêş e ku destgîrkirina malbatê beriya serdana Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan a li Rihayê pêk hat. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Bûlat piştî 57 rojan radestî malbatê kirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Abdullah Bûlat ku li Licê şehîd bû, piştî 57 rojan radestî malbatê hate kirin. -
PAJK: Berxwedana 14'ê Tîrmehê dîroka gelê Kurd e
Koordînasyona PAJK'ê destnîşan kir ku Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a ku 14'ê Tîrmeha 1982'an li zindana Amedê dest pê kir, "Dîroka gelê Kurd e." -
'Her qada berxwedanê ji bo me çiya ye'
Gerîla Sarya Diyar got, "Em li ku li ber xwe bidin çiyayên me ew der e. Li kolaneke biçûk a bajarekî ku em nas nakin jî berxwedan dikare hebe. Ew der jî ji bo me çiya ye." -
Gerîla Destîna: Ya bi ser bikeve wê hêza jinê be
Gerîlaya YJA Starê Destîna têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk axivî û got, "Em dixwazin dijmin ji Kurdistanê biavêjin û li çiyê bi rengekî azad bijîn. Yekane hêza ku li dijî van êrişan me bi ser bixîne, hêza jinê ye." -
Onlu: Kesên plana çokşikandinê amade kirin li ber têkçûnê ne
Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Alîcan Onlu ku di civîna rêxistinkirinê ya partiya xwe de axivî, diyar kir ku desthilata "plana çokşikandinê" sazkar kiriye li ber têkçûnê ye. -
Muslum Arslan hate destgîrkirin
Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Xelîliyeyê Muslum Arslan hate destgîrkirin. -
HPG: Dewleta Tirk zextê li xelkê dike ku ji gund û zozanan derkeve
HPG'ê ragihand ku dewleta Tirk li qada Geliyê Masîro ya navçeya Şaxê ya Wanê gef li gundiyan xwariye ku gundan û zozanan biterikînin. HPG'ê bang li gel kir ku helwestê nîşan bide. -
NPG: Ruhê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê wê bi serketinê bê tacîdarkirin!
Fermandariya Biryargeha NPG'ê: Gelê Kurdistanê ku 14'ê Tîrmehê weke 'Roja Rûmetê' pêşwazî dike, Ruhê Berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê ji xwe re kiriye kevneşopiyek û têdikoşe. Gerîlayên azadiyê 37 sal in li ser vê xetê şer dikin. -
Malbata Şenyaşar 127 roj in nobedê digire
Malbata Şenyaşar ji bo xizmên xwe yên sala 2018'an li Rihayê hatin qetilkirin, bi mehan e çalakiya nobedê li dar dixe. -
'Artêşa Tirk li Zagrosan derbeke welê xwar ku ti carî ji bîr nake'
Ji fermandarên YJA Starê Melsa Mûş: Çawa ku beriya hezar salî li vê cografyayê di asta şoreşê de têkoşîna azadiyê hate meşandin, îro jî heman rastî di şexsê zarokên vê cografyayê de li asta herî bilind tê birêvebirin. -
Mizgîn Amed: Berxwedana girtiyan çavkaniya me ya hêzê ye
Gerîlaya YJA Starê Mizgîn Amed li ser berxwedana 14'ê Tîrmehê axivî, bal kişand ser greva birçîbûnê ya girtiyan û anî ziman ku kevneşopiya berxwedanê dewam dike, ev yek jî ji bo wan çavkaniya hêzê ye. -
Dayika Apoyiyan: Dayika Hatîce
Hatîce Altûn: Li mala me gelekî man. Heta 12'ê Îlonê du rojan carekê diavêtin ser mala me, lê min ti carî nehişt ku tiştekî bibînin. Min çek xweş vedişart; bi tonan min çek veşart. Min heta niha ti çek bi destê dewletê berneda. Gelekî wêrek bûm. -
'Berxwedan bi felsefeya Rêber Apo gihîşt asta herî bilind'
Ji gerîlayên HPG'ê yên Cenga Xabûrê Dijraber Amed destnîşan kir ku şerê li herêmê tê meşandin bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihîştiye asta lûtkeyê. -
Kalkan: Biden hişyarî daye Erdogan
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bal kişand ser sedemên çûyîna Erdogan a li Amedê û got, "Diyar e ku Biden hinekî zor daye wî. Bi rengekî cidî hişyar kiriye. Ev ne çûyîna Erdogan bi xwe ye." -
HDP: Ti karê me bi yên di pirsa Kurd de çareseriyê neparêzin re nîne
Cigirê Hevserokên HDP’ê Tayîp Temel destnîşan kir ku ti karê wan bi yên di pirsa Kurd de çareseriyê naparêzin re nîne û anî ziman ku çareserî rakirina tecrîdê ye.