KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Xwezaya Kurdistanê di nava berxwedaneke mezin de ye
Çawa ku gerîlayên Kurdistanê di nava berxwedaneke mezin de ne, xwezaya Kurdistanê jî di nava êgir de li dijî qirkeran şerekî dîrokî dike. Lewma li Kurdistanê berxwedan tê wateya jiyanê. -
Gerîla li Avaşînê derb li dagirkeran xist
Gerîlayên HPG û YJA Starê li qada Girê Sor a Avaşînê, li dijî dagirkerên ku hewl didan li derdora tunelên şer bi cih bibin çalakiyek kirin. Dagirkerên ku derb xwarin, neçar man ku bi qedemeyekê xwe vekişînin. -
Nobeda edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 135'an de ye
Malbata Şenyaşar bi daxwaza edaletê 135 roj in nobedê digire. Malbatê ji bo rawestandina zilmê bang kir. -
Weke bi hezaran ên mîna xwe, ber bi azadiyê ve meşiya
Hinek ji wan ne wêneyekî xwe ne jî dîmenekî xwe heye. Lê ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe feda kirin. Dozdar jî yek ji van bi hezaran şehîdên berxwedanê bû. -
'Werin ji bo azadiya welat û civakê têbikoşin'
Endamê KCR'ê Çiya: Li şûna ku ew hemû ciwan diçin û dikevin nava siyaseta qirêj a dagirkeriyê û xwe dikujin, bila werin û tevlî nav refên gerîla bibin. -
'Xweza ya me hemûyan e, em xwedî lê derkevin'
Hevberdevkê Platforma Parastina Hewselê Vahap Işikli bal kişand ser polîtîkaya taybet a li ser xwezaya Kurdistanê û got, "Ji Amanosê heta Hewselê, Cudî û Metînayê xwezaya me yek e û em bi hev re xwedî lê derkevin." -
Leşkeran li çiyayê Cûdî agir bi daristanê xist
Ji ber topên ku leşkeran avêtin çiyayê Cûdî yê Şirnexê, li çiyê şewat derket. -
Dagirkeran li Werxelê gaza jehrî bi kar anîn
Artêşa Tirk a dagirker li herêma Avaşînê bi teqemenî û gaza jehrî êriş bir ser tunelên şer ên li qada Werxelê. -
Malbata Şenyaşar: Dema ku edalet bi cih hat, hingî wê cejn be
Malbata Şenyaşar got, "Roja ku edalet pêk hat, wê hingî ji bo me cejn be." -
Cafer Şervan: Desthilatariya AKP-MHP'ê tenê bi berxwedanê dikare bê hilweşandin
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cafer Şervan bal kişand ser bandora Şoreşa Rojava ya li gelan û destnîşan kir, desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku niha êrişî şoreşê dike, tenê bi berxwedanê dikare bê têkbirin. -
Malbatên Roboskî ji bo Cejna Qurbanê serdana goristanê kirin
Xizm û malbatên Roboskî bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana gorên zarokên xwe kir ên ku di Kanûna 2011'an de ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. -
Karayilan: Dewletên tevlî Qirkirina Êzidiyan bûne divê bêne darizandin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku biryarên hikumetên Belçîka û Hollandayê yên ji bo naskirina qirkirina li Şengalê erênî ne, lê têrê nakin. Karayilan got, dewletên ku tevlî qirkirina Êzidiyan bûne divê werin darizandin. -
'Hêviya me ji PDK'ê nîne, xelkê wargehê bi derfetên xwe ambargoyê pûç dike'
Hevşaredar û Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a wargeha Mexmûrê bi bîr xistin ku dorpêça li ser wan 2 sal li pey xwe hiştiye û gotin, ew ji PDK'ê tiştekî hêvî nakin, gelê wargehê bi derfetên xwe karî armanca ji vê dorpêçiyê pûç bike. -
Bi hatina Cejna Qurbanê re serdana gorên şehîdan kirin
Endamên Tevgera Azadî ya Kerkûkê bi boneya Cejna Qûrbanê serdana goristanên şehîdan kirin. -
Bi çekên giran li dagirkeran hate xistin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Avaşînê bi çekan giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. -
KJK: Şoreşa Rojava şoreşa jinan û mirovayetiyê ye
Koordînasyona KJK’ê di salvegera wê ya 9’emîn de Şoreşa Rojava pîroz kir û got “ Ev şoreş şoreşa jin û mirovayetiyê ye.” -
KONGRA-GEL: Cejna Qurbanê Pîroz be
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL bi daxuyaniyekê Cejna Qurbanê pîroz kir. -
Malbata Şenyaşar: Di nava zilmê de cejn nabe
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin bi mehan e nobedê digire, bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek weşand û got, "Di nava zilmê de cejn nabe." -
Li Qursa Quranê ya li Mûşê êrişên zayendî li zarokan tê kirin
Piştî ku zarokê 12 salî M.H.Y. li qursa Quranê hatibû darvekirin, derket holê ku li qurseke din a Quranê jî êrişa zayendî li zarokan hatiye kirin. -
Hêlîn Umît: AKP-MHP desthilatdariya herî sûcdar a Tirkiyeyê ye
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît diyar kir ku rejîma faşîst a AKP û MHP’ê bi plana çokdanînê re netewe-dewleta Tirk ber bi hilweşandinê dibe. -
KCK: Misilman hemû divê li ber faşîzma AKP-MHP'ê rabin
KCK'ê Cejna Qurbanê pîroz kir û bang li Misilmanan kir ku li dijî desthilatariya AKP-MHP'ê ya ku ol bi kar tîne û zilmê li gelan dike, têbikoşin. -
YPJ: Em ê bi ruhê şoreşê têbikoşin û dagirkeran ji ser axa xwe derxînin
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi wesîleya salvegera 9’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê tîrmehê daxuyanî da û got, “Em soza xwe dubare dikin ku erk û berpirsyariyên xwe yên vê mîrateya dîrokî û berxwedana destanî bi cih bînin.” -
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK’ê: Cangorî divê her tim bên pîrozkirin
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Cejna Qurbanê li malbatên şehîdan pîroz kir û têkildarî êrişên li ser şehîdgehan got, “Em soz didin ku wê her cûre tola şehîdên me bê rakirin û hesab bê xwestin.” -
Karayilan: Eger Kurd xwîna hev birijîne, ev ê ji bo me hemûyan bibe felaket
Mûrat Karayilan destnîşan kir, di vê demê de ku êrişên dewleta Tirk zêde bûne, ew naxwazin ti partiyeke Kurd lawaz bibe û got, "Eger Kurd xwîna Kurdan birijîne, em ê 100 salên din jî winda bikin. Wê wextê wê felaketa rasteqîn bê serê me." -
KCK: Wê hesretên cangoriyên qetlîama Sirûcê pêk werin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê salvegera Qetlîama Sirûcê daxuyanî da û got “Gelê Rojava û şoreşgerên wê, ew ê van rêwiyên xeyalan ji bîr nekin, wê hesretên wan bi parastina her cure ya Rojava pêk bînin.”