KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li qada Qaşûrayê şehîd bûn eşkere kir û got, "Hevrêyên me Baxtiyar û Xebat bûn milîtanên bi mînak ên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk. Di têkoşîna xwe de em ê her tim xwedî li bîranîna wan derkevin." -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Şengalê hate pîrozkirin
Ciwanên Êzidî salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kirin. -
Ferec: Li Başûrê Kurdistanê dewleteke hizbî hatiye avakirin
Nivîskar û çavdêrê siyasî Letîf Fatîh Ferec bal kişande ser rewşa Başûrê Kurdistanê û got, "Li Herêma Kurdistanê welatî ji ber eşkerekirina fikir û ramanên azad têne destgîrkirin." -
Meclîsa Gel a Mexmûrê li dijî gefên nijadperestan bang li rayedaran kir
Meclîsa Gel a Demokratîk ya Mexmûrê bi daxuyaniyek nivîskî bersiv da gefên Erşed Salihî û ev bang kir: ‘Bi hêviya vê carê layenên peywendîdar guh bidin banga me û ji bo hesap xwestina ji vî nîjadperestî erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.’ -
Apoyî fikirîn, jê bawer kirin û pêk anîn
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik qala şert û m ercên damezrandina PKK'ê kir û got, "Rêber Apo gaveke ku nedihat bîra kesî avêt. Mîna ku bi derziyê bîrê bikole, bi pêş xist." -
'PKK sembola wêrekiyê ye'
Gerîlayên HPG û YJA Starê têkildarî sala 44'an a damezrandina PKK'ê axivîn û destnîşan kirin ku PKK hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo gelên cîhanê sembola wêrekiyê ye. -
Li Şirnexê 5 kesên din hatin girtin
Ji 35 kesên ku li Şirnexê di êrişên qirkirinê de hatibûn destgîrkirin 5 kesên din hatin girtin. -
Çalakiyên ciwanan li Başûr her ku diçe mezintir dibe
Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên ciwanan ên bi armanca şermezarkirina nedayîna xerciya mehane her ku diçe berfireh dibin. -
Rejîma Îranê li Newsûdê kolberek birîndar kir
Li ser sînorê Newsûd a Rojhilatê Kurdistanê hêzên rejîma Îranê gule li kolberan reşand, di encamê de kolberek birîndar bû. -
Şêniyên Şehrêkurd li dijî ‘mafiyatiya avê’ daketin qadan
Welatiyên bajarê Şehrêkurd a Rojhilatê Kurdistanê li hemberî polîtîkayên veguhastina avê ya rejîma Îranê herikîn kolanan û bi meş û mîtîngeke girseyî nerazîbûna xwe nîşan da. -
Sercerdevanê sondxwariyê dewletê ku Çelîk qetilkir hat girtin
Sercerdevan Şîrîn Akçay yê li navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê Mazlûm Çelîk qetilkir û li ser torên dîjîtal bi wêneyên di destan de çek heyî gefê “sonda girêdaniyê” belavdikir û birayê wî hatin girtin. -
Zerîn Rûken: Em di kêliya azadiyê de ne
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Zerîn Rûken got, "Têkoşîna me her roj e, her kêlî ye'. Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî got, "Em di kêliya azadiyê de ne." -
Li rojnamevan Yalçin ceza hate birîn
Li rojnamevan Nûrcan Yalçin 3 sal û 7 meh û 22 roj cezayê girtîgehê hate birîn û derketina derveyî welat lê hate qedexekirin. -
Malbata Şenyaşar: 9 meh in gavek nehatiye avêtin, dozger sûc dikin
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin bi sedan roj in daxwaza edaletê dike, diyar kir ku neh meh in gavek nehatiye avêtin û got, "Dozger sûc dikin." -
Gerîlayên HPG û YJA Starê: Her roj wê ji bo me mîna roja damezrandina partiyê be
"Weke gerîlayên YJA-STAR û HPG'ê rol û mîsyona me her tim wê ev be. Her rojê ji bo xwe bikin roja damezrandina partiyê, roja fedayîbûnê, roja azadiya Rêber Apo û Kurdistanê. Ev armanca me ya yekane ye." -
Kanar: Pîvanên Mandela li Îmraliyê têne binpêkirin
Hiqûqnas Ercan Kanar anî ziman ku li Îmraliyê hiqûqa dijminatiyê bi cih tê anîn û got, "Pîvanên Mandela têne binpêkirin." -
Li Mexmûrê Turnuvaya fûtbolê ya Şehîd Şîlan Goyî destpê kir
Bi pêşengiya Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) turnuvaya fûtbolê ya Şehîd Şîlan Goyî hat destpêkirin. -
Li Mîdyadê ciwanek ji aliyê sercerdevanekê ve hat qetilkirin
Li mîdyadê sercerdevan û mixtarê gund Şîrîn Akçay ciwanê bi navê Mazlûm Çelîk qetikir. -
Xebatkarên tendirustiyê yê Îlamê ji bo mafên xwe xwepêşandan kirin
Xebatkarên tendirustiyê yê bajarê Îlam a Rojhilatê Kurdistanê ji ber paşguhkirina daxwazên wan û zêdenekirina meaşê ji aliyê rejîma Îranê xwepêşandanek lidarxistin. -
Li Merîwanê 3 kolber hatin destgîrkirin
Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Merîwanê 3 kolber destgîrkirin û ew rakirin cihek nediyar. -
Wezareta Pêşmergeyan li pêşberî gotinên wezîrê Tirk 'şaş' ma
Wezareta Pêşmergeyan a Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew li pêşberî gotinên wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar 'şaş' mane ku hebûna Kurdistanê înkar dikir. -
Ûgûr Kaymaz li Qoserê hate bîranîn -NÛ BÛ
Zarokê Kurd Ûgûr Kaymaz ku beriya 17 salan li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi 13 fîşekan di 12 saliya xwe de bi rengekî xwînxar tevî bavê xwe Ahmet Kaymaz hate qetilkirin, li ser gora xwe hate bîranîn. -
YJA Starê li Metînayê li dagirkeran xist
Gerîlayên YJA Starê 20'ê Mijdarê li geliyê Girê Azad ê Metînayê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakî kirin. -
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Gabarê di 14'ê Cotmehê de ji ber bombardûmana dewleta Tirk şehîd bûne eşkere kir. -
Li Sûrê tundiya polîsan bi kamerayê hate kişandin
Li navçeya Sûrê ya Amedê, Tacettîn Aslan bi êşkenceyê hate destgîrkirin û bi îdîaya "li ber polîsan rabûye" hate girtin.