KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk li Bagokê dest bi êrişekê kir
Dewleta Tirk bi tevlêkirina bi sedan leşker û polîsên taybet li çoltera Çiyayê Bagokê dest bi êrişekê kir. -
Li Kerkûkê Yekîtiya Nivîskarên Jenosîde û Enfalê bi konferansekê xwe îlan kir
Çendîn nivîskarên mijara jenosîde li bajarê Kerkûkê bi dirûşmeya “Yekîtiya Nivîskarên Jenosîde û Enfalê” yekemîn konferansa xwe li darxistin û Yekîtiya Nivîskarên Jenosîde û Enfalê îlan kir. -
Li Misircê dîdara ‘Dema Azadiyê’
Di dîdara ‘Dema Azadiyê’ ya li navçeya Misirc a Sêrtê bal hat kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. -
Malbatan cenazeyê 2 şehîdan wergirtin
Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Agît Acar û Abdullah Yîgît ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin. -
Dayikên Şehîdan ên Şengalê: Êrişên li ser gerîla êrişên li dijî me ne
Dayikên Şehîdan ên Şengalê bi daxuyaniyekê li ber êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî rabûn û destnîşan kirin ku ew bi berxwedana gerîla re ne. -
Xizmên girtiyan ên li Îzmîrê hatin serdana malbata Şenyaşar
Xizmên girtiyan ên ji Îzmîrê hatin Rihayê çûn serdana Emîne Şenyaşar a ku di Nobeta Edaletê de ye. -
Eşkere bû ku cenazyê li Sûrê hate dîtin ê Hakan Arslan e
Hate tespîtkirin ku hestiyên piştî 5 salan di dema kolandina li Sûrê de hatin dîtin ên Hakan Arslan e. -
Malbata Şenyaşar: Saziyên darizandinê dixwazin ser qetlîamê bigirin
Malbata Şenyaşar diyar kir ku saziyên darizandinê yên dewleta Tirk dixwazin ser qetlîamê bigirin. -
Şaredarê Bajarokê Komurê yê berê teslîmî Tirkiyê kirin
Şaredarê berê yê Bajarokê Komurê Huseyîn Yuka û karsaz Abûzer A. teslîmî Tirkiyê kirin. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Metînayê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîlayên YJA Starê weşand ku 23'ê Cotmehê li herêma Metînayê hate lidarxistin û 2 leşker hatin cezakirin. -
Xalîde Engîzek: Cara yekem çar parçeyên Kurdistanê li dora PKK'ê kom dibin
"PKK, bû hêza guhertin û veguhertinê. Cara yekem li dora vê partî û vê hişmendiyê civaka Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê qedera wê tê guhertin û civakbûneke li ser hîmê pîvanên xwebûnê kom dibe." -
'Navda karê ku dixwest, teqez dikir'
Dayika Navda Dînç (Bêrîtan Amed Evren) qala keça xwe kir û anî ziman ku keça wê her tişta dixwest teqez bi ser dixist. -
Li ser rêya Farqînê cenazeyê du kesan hat dîtin
Li ser rêya di navbera Farqîn û Bismilê cenazeyê Mûhammet Beraat Kaganaslan; dîsa heman rojê li ser rêya navçeya Hezro jî cenazeyê Mehmet Can Çelîk bi rengê ku hatine gulebarankirin hatin dîtin. -
Omer: Hewlêr ji koçberên ser sînor re got ‘terorîst’in
Parlamenterê Kurd Soran Omer ragihand ku Hewlêrê name ji bo Polonya, Elmanya û Yekîtiya Ewropayê re şandiye û koçberên ser sînorê Belarûs û Polonyayê weke ‘terorîst’ bi navkiriye. -
Di sala 2021’an de 28 hezar kesan ji Başûrê Kurdistanê koçî Ewropayê kirine
Komeleya Penaberên ji Ewropayê Vegeriyane ragihand ku di sala 2021’an de ji Herêma Kurdistanê 28 hezar kesan ber bi welatên Ewrupayê koç kirine, 38 kesan jiyana xwe ji dest dane û 670 kes jî hatine destgîrkirin. -
Li Şirnexê serdegirtina malan: Hejmara destgîrkiriyan gihîşt 27 kesî
Polîsên Tirk serê vê sibehê li Şirnexê avêtin ser bi dehan malan. Di serdegirtinan de herî kêm 27 kes hatin destgîrkirin. -
Li Şirnexê 16 kes hatin destgîrkirin
Li Şirnex û Silopiyayê di serdegirtina malan de 16 kes hatin destgîrkirin. -
Şevger: Tevlê têkoşîna azadiyê bibin!
Fermandarê Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şiyar Şevger mijarên di rojevê de nirxand û bang li partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê kir ku bi hevre têkoşîneke hevpar ava bikin. -
Li gorî dozgeriyê çêkirina kêlan 'sûc' e
Dozgeriya Komarê ya Wanê, di îdîanameya li ser dosya darizandina 18 rêveberên MEBYA-DER'ê de, beşdariya li merasîma cenazeyên gerîla, veşartina cenazeyên gerîla û çêkirina kêlan weke 'sûc' pênase kir. -
Li Wargeha Xwendekarên Jin a Mêrdînê mirineke bi guman
Li Wargeha Xwendekarên Jin a Mêrdînê xwendekareke 22 salî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. -
Dagirkeran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin
Artêşa Tirk a dagirker di 13-14'ê Mijdarê de gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. -
HPG: Hevrê Yilmaz bû sembola berxwedana Girê Kartal
HPG'ê nasnameya gerîlayekî şehîd eşkere kir û got “Hevrê Yilmaz ê ku bûbû sembola berxwedana Girê Kartal ji ber gaza kîmyewî ji bo ku nekeve destê dijmin bombeya xwe di xwe de teqand û şehîd bû.” -
Gerîlayê HPG’ê Andok: Bi rihê PKK’ê em ê dijmin têk bibin
Gerîlayê HPG’ê Andok Amed diyar kir ku gerîla bi ruhê PKK’ê têdikoşin û tu hêz nikare gerîlayan têk bibe. -
Parlementerê HDP’ê Saît Dede: Em hemû pirsgirêkên Colemêrgê dibin meclîsê
Parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede diyar kir ku ew hemû pirsgirêkên Colemêrgê dibin meclîsê lê têkoşîn ne bi tenê li meclîsê ye. -
Ji bo sala 44'an a PKK'ê tevlî nava refên gerîla bûn
Komek ji ciwanan guh dan banga 'Werin cenga azadiyê' û bi wesîleya sala 44'an a damezrandina PKK'ê tevlî nava refên gerîla bûn.