KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê Nevîn Dînç piştî 5 salan hate radestkirin
Cenazeyê Nevîn Dînç ku sala 2016'an li Geverê di şer de şehîd bû, piştî 5 salan radestî malbata wê kirin. -
Mamosteyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxwaza mafê xwe kirin
Mamosteyên gelek bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li hemberî yasayên cihêkar û ne adilane yên Îranê nerazîbûn nîşan dan û daxwaza mafên xwe kirin. -
Li Îlamê mayin teqiya: Kesekî jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bû
Li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê, ji ber teqîna mayina ji şerê Iraq-Îranê mayî, kesekî jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bû. -
Ji KJK'ê peyama sersaxiyê: Kurdên azad ên birûmet wê bi ser bikevin
KJK'ê Yusuf, Muhammed û Mazlûm Gulo ku di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn, bi bîr anî û bang kir ku li dijî van êrîşan têkoşîn were geşkirin. KJK'ê got, "Kurdên birûmet ên azad wê bi ser bikevin." -
Dayik li dijî êrişên bi çekên kîmyewî meşiyan
Dayikên Aştiyê li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li Silopiyayê li hev civiyan û li dijî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî meşiyan. -
'Di êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê de destê PDK'ê hebûye'
Endamê Komîteya Têkiliyên ji Derve ya PKK’ê Kawa Şêxmûs ji malpera Erebî ya El melûme re axivî. Şêxmûs behsa hevkariya PDK’ê ya di êrişên artêşa Tirk ên li Şengalê û qetilkirina pêşengê Êzidî û şervanên Şengalê kir. -
PKK: Em têkoşîna pêngavî li her qadê bi xurtî geş bikin
Komîteya Rêveber a PKK’ê bang kir ku divê di meha Mijdarê de şehîd bi çalakiyên cihê werin bîranîn û rast werin fêmkirin û got “Divê em têkoşîna pêngavî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li her qadê bi xurtî geş bikin.” -
Polîsên Tirk afîşên Qirkirina Dersimê rakirin
Polîsên Tirk afîşên ku ji bo salvegera Qirkirina Dersimê li bajêr bi bîlboardan ve hatibûn daleqandin, rakirin. -
Bazirganiya li ser koçberan nayê cezakirin
Endamê Komîsyona Koçberan a Baroya Wanê Mahmût Kaçan diyar kir ku bazirganiya li ser koçberan tê kirin veguheriye endurstriyekê û nayê cezakirin. -
KCK'ê ji bo Yûsûf, Mûhammed û Mazlûm Gulo peyama sersaxiyê da
KCK'ê ji bo Yûsûf, Mûhammed û Mazlûm Gulo yên di êrişa dewleta Tirk de şehîd bûn, peyama sersaxiyê da û got, "Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li van welatparêzan derkeve û ji bo parastina destketiyên wan, têkoşînê mezin bikin." -
Parlamenterê berê yê HDP’ê Yildirim 8 roj in di nezaretê de ye
Parlamenterê berê yê HDP’ê Behçet Yildirim 8 roj in di nezaretê de ye. -
HPG: Li Heftanînê kepçeyek hate îmhakirin, operatorê wê hate cezakirin
Gerîlayan li herêma Heftanînê 8'ê Mijdarê di çalakiyekê de kepçeyek îmha kirin û operatorê wê cezakirin. -
Ciwanên ku tevlî nava refên gerîla bûn: Koletî ne qedera gelê me ye
Komek ji ciwanên Bakurê Kurdistanê bi gotina "komkujî, qirkirin, jiyana koledarî ne qedera gelê me ye" tevlî nava refên gerîla bû û ev bang li ciwanên Kurd kir: "Li dijî faşîzma Komara Tirkiyeyê, çiya û deştên me li benda me ne." -
'Pêngavên Şoreşgerî li ser xeta Bêrîtan bi rê ve diçin'
Gerîlayên YJA Starê ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şer dikin, destnîşan kirin ku wê li ser xeta Bêrîtan têbikoşin û dijmin têk bibin. -
Rêveberê TÎP'ê Sargin: Tezkere li dijî destketiyên Kurdan e
Serokê TÎP'ê yê Amedê Salîh Sargin ragihand ku tezkereya li meclîsa Tirk hatiye qebûlkirin ji bo fetisandina destketiyên Kurdan e û destnîşan kir, CHP a ku li ber tezkereyê rabû divê polîtîkayên xwe yên ji niha û pê ve jî li gorî vê yekê bimeşîne. -
Ji bo nehiştina binpêkirinên li ser medya li Kerkûkê civînek hat lidarxistin
Li bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê bi armanca nehiştina binpêkirinên li hemberî dezgehên ragihandinî tên kirin civînek hat lidarxistin. -
Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Em li dijî faşîzmê berxwedanê mezin dikin
Di hevdîtina “Dema Azadiyê” ya li Xarpêtê bi gel re banga mezinkirina berxwedanê li dijî faşîzmê hat kirin. -
Li Amedê qirkirina siyasî hate protestokirin
Li Amedê operasyonên qirkirina siyasî hate şermezakirkirin, peyama geşkirina berxwedanê dan. -
Şêniyên Mexmûrê bang kirin: Li dijî êrişên kîmyewî serî hildin
Komîteya Perwerdeyê ya Mexmûrê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî şermezar kir û bang li gelê Kurd kir, ku li dijî vê bêexlaqiyê serî hildin û dawî li zilm û zordariyê bÎnin. -
Lêpirsîneke din li Emîne Şenyaşar hate vekirin
Emîne Şenyaşar a ku malbata wê ji aliyê AKP’yiyan hatibû qetilkirin, lêpirsîneke din li wê hate vekirin. -
Êrişên dagirkeran dewam dikin
Êrişên dagirkeran ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. -
Li Sêrtê 5 kes hatin destgîrkirin
Li Sêrtê di operasyonên qirkirina siyasî de 5 kes hatin destgîrkirin. -
Qirkirina siyasî: Hejmara destgîrkiriyan gihîşt 19 kesî
Di operasyonên qirkirina siyasî de yên li 5 bajaran hate kirin, hejmara mirovên hatin destgîrkirin gihîşt 19 kesî. -
Şenyaşar: Wezîrê Edaletê naxwaze zilma li ser me bibîne
Ferît Şenyaşar ê ku li ber Dadgeha Rihayê 246 roj in tevî dayika xwe ji bo edaletê têdikoşe got “Wezîrê Edaletê qala edaletê dike lê naxwaze zilma li ser me bibîne.” -
Gerîlayên Cenga Xabûrê: Gerîla li pêşiya dagirkeran wekî mertalan in
Gerîlayên YJA-Starê yên di çeperên şer a Cenga Xabûrê de diyar kirin ku jin bi taktîkên nû her tim çalak in û li ser baweriya serkeftinê şer dikin.