KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Balafirên keşfê û yên şer li ser Mexmûrê digerin
Balafirên şer û yên keşfê li ser esmanê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) digerin. -
Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
Li Şirnexê 2 kesên ku 3 roj bêrê hatibûn destgîrkirin, hatin girtin. -
Li Miyanduabê 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Li bajarê Miyanduab a Rojhilatê Kurdistanê 3 karkerên ciwan dema li ser kar bûn, ji cihekî bilind ketin û jiyana xwe ji dest dan. -
Çalakiya li Deriyê Sêmalka mehek li pey xwe hişt
Çalakiya li Deriyê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojava de, di 5’ê Cotmehê de dest pê kiribû mehek li pey xwe hişt. Ev çalakî ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên HPG’ê hatibû lidarxistin. -
YNK'ê Lahûr Şêx Cengî ji nava xwe derxist-NÛ BÛ
Polîtburo ya YNK'ê ragihand ku hevserokê partiyê Lahûr Şêx Cengî ji nava partiyê hatiye derxistin. -
HPG: li Zapê derb li helîkoptera êrişê hate xistin
HPG'ê ragihand ku li herêma Zapê, li dijî helîkopterên êrişê yên ku hewl didan bombeyan li qadê bibarînin çalakî hate lidarxistin. Di encamê de derb li helîkoptereke êrişê hate xistin. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîla ya li dijî leşkerên li Qereqola Şkêrê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla weşand, ku li dijî dagirkerên li Qereqola Şkêrê ya Colemêrgê weşand ku di encamê de leşkerek hate kuştin. -
Li ser girtiyê ku krîza dil derbas kiribû, êşkenceya lêgerîna nava dev
Gardiyanan xwestin di nava devê girtiyê ku 3 caran krîza dil derbas kiribû, bigerin û ew sewq nekirin. -
Li Serdeştê ji ber teqîna mayinê şivanek bi giranî birîndar bû
Li gundewarên Serdeştê ji ber teqîna mayînê şivanek bi giranî birîndar bû. -
'Dewleta Tirk di asta qirkirinê de êriş dike; divê nerazîbûn zêde bibe'
Rêveberê Kar û Barên Şehîd û Enfalbûyan ên Kerkûkê Xelîl Rehîm diyar kir ku êrişên dewleta Tirk di asta qirkirinê de li dijî gelê Kurd dewam dike û got, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî divê nerazîbûn zêdetir bibe. -
'Tenê armanceke me heye, ew jî serketin e'
Gerîlayên HPG û YJA Starê gotin, ji bo Kurdistana azad û Rêberê azad ew şerê rûmetê dimeşînin û destnîşan kirin ku yekane armanca wan jî serketin e. -
KCK'ê têkildarî kîmyasalê bang li OPCW û MSF'ê kir
Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê li ser bandora gaz û çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk bi kar tîne, agahî da û bi taybetî OPCW û MSF vexwend qadê. -
Piştî 4 mehan cenazeyê gerîla Yaliç teslîmî malbata wê hate kirin
Gerîlaya YJA Starê Bedîa Yaliç a ku li Cûdî di şer de şehîd bûbû, piştî 4 mehan cenazeyê wê teslîmî malbata wê hate kirin. -
Malbata Şenyaşar li gel êrişa polîsan berxwedana xwe dewam kir
Dayik Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe, berxwedana edaletê dewam kir. Malbatê nerazîbûn nîşanî êrişa polîsan da. -
Darbeya 4’ê Mijdarê hate protestokirin: Darbekar têk diçin, HDP geş dibe
HDP’yiyan darbeya 4’ê Mijdarê protesto kirin û diyar kirin ku desthilatdariya AKP û MHP’ê li ber têkçûnê ye. -
Li Agiriyê polîsan êrişî çalakiyê kirin: 6 kes hatin destgîrkirin
Li Agiriyê, polîsan êriş birin ser HDP'iyan ên ku 'darbeya siyasî ya 4'ê Mijdarê' şermezar dikirin. Di encamê de 6 kes destgîr kirin. -
NPG: Em çalakiyên Keşan û Dayîlanê pîroz dikin
Fermandariya Biryargeha NPG'ê ji ber çalakiyên li Keşan û Dayîlanê hêzên gerîla pîroz kir û got, "Herdu çalakî ji aliyê temsîlkirina ruhê êrişê ve operasyoneke şoreşgerî ya cihê şanaziyê ye." -
Li Pirsûsê 2 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Pirsûsê di operasyonên qirkirina siyasî de 2 kes hatin destgîrkirin. -
Şenyaşar a ku nexweş ketî bi serûmê wê nobetê bidomîne
Emîne Şenyaşar rakirin nexweşxane. Diyar bû ku Şenyaşar wê bi serûmê çalakiya xwe bidomîne. -
YBŞ'ê şehadeta şervanekî xwe ragihand
Fermandariya YBŞ'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Erdal Şingalî ji ber nexweşiyekê şehîd bû. -
Yakûp Elmas ê 73 salî hate girtin
Yakûp Elmas ê 73 salî ku li gundê Oleka Jor a Bedlîsê di serdegirtinên malan de hate destgîrkirin, bi îdîaya "alîkariya ji bo rêxistinê" hate girtin. -
Xebata ciwanan ya "Hafizeya xwe jibîr neke"
Ciwanên Amedî bi zeliqandina etîketan “Hafizeya xwe jibîr neke” li ser dîwarên kolanên Sûrê pêşengeha Ahmet Guneştekin ya bi navê “Odeya hafizeyê” protesto kirin. -
HBDH'ê li Amedê bi bombeyê li qereqolekê xist
Mîlîsên Sînan Dêrsim ên HBDH’ê ragihand ku di saetên destpêkê yên şevê li hemberî Qereqola Polîsan a Şehîtlîk a li Amedê bi bombeyek çêkirî çalakiyek hatiye lidarxistin. -
HPG: Li Zapê 3 dagirker hatin cezakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li herêma Zapê li dagirkeran hatiye xistin, çeperek hatiye îmhakirin û herî kêm 3 leşker hatine cezakirin. -
KODAR: Mamoste Mela Muhemed tim wefadarê gel û welatê xwe bû
Komîteya Ol û Baweriyê ya Komelgeha Demokratîk û Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi munasebeta wefata Mamoste Mela Muhemed peyameke sersaxiyê da.