KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Sine kasibkarek hat qetilkirin
Li ser rêya di navbera Sine û Dêhgulanê kasibkareke Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat qetilkirin. -
Ceza li 4 aktîvîstên Behdînanî hate birîn
Di dadgeha Hewlêrê de cezayê girtîgehê li 4 girtiyan hate birîn. -
Jin xwedî li berxwedana malbata Şenyaşar derketin
Ji gelek bajaran bi sedan jin çûn serdana Emîne Şenyaşar. Polîsan pêşiya jinan birî lê jinan dev ji çalakiya xwe bernedan. -
Hevdîtina parêzeran li 18 kesên destgîrkirî hate qedexekirin
Li 18 kesên di operasyona dijî HDP, DBP, ESP û PSK'ê de li gelek bajaran hatin destgîrkirin, hevdîtina bi parêzeran re hate qedexekirin. -
Êrişî avahiya HDP’ê ya Peyasê hate kirin
Bi şev bi molotofan êrişî avahiya rêxistina HDP’ê ya li Peyasa Amedê hate kirin. -
Meclîsa Xweser bang li Êzidiyan kir ku li Şengalê vegerin
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bang li Êzidiyan kir ku li Şengalê vegerin. -
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûn eşkere kir
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûn eşkere kir û got, "Em soza xwe ya li şehîdan dubare dikin ku armanca wan a ji bo jiyana azad û welatê azad teqez pêk bînin." -
Li Kerkûkê êriş birin ser Haşdî Şabî: 2 milîs mirin
Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê, li dijî Haşdî Şabî êrişeke bombeyî hate kirin. Di encamê de 2 milîs hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn. -
Şenyaşar: Parlamenterê desthilatdariyê kujer e
Malbata Şenyaşar ku berxwedana xwe dewam dike got, "Yê ku komkujî kir parlamenterê partiya desthilatdariyê û malbata wî ye." -
Li Amedê operasyona qirkirina siyasî: 14 kes hatin destgîrkirin
Li Amedê, di operasyona qirkirina siyasî de siyasetmedar û sendîkavan jî di nav de herî kêm 14 kes hatin destgîrkirin. -
'Berxwedaneke bi vî rengî kêm caran hatiye dîtin'
Gerîlaya YJA Starê Dr. Rûken Samsûn destnîşan kir ku berxwedanek mîna ya li Werxelê kêm caran di dîroka cîhanê de hatiye dîtin û got, "Îrade û baweriya hevalên me hêzeke mezin dide me." -
Baregeha artêşa Tirk a li Başîqa bû armanca êrişa bi roketan
Li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker a Başîqa ya dikeve bakurê Mûsilê êrişeke bi roketan pêkhat. -
Hêzên Îranê li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê sîstema çavdêriyê ya biaqil pêş dixe
Hêzên rejîma Îranê hewl didin li seranserê sînorên welat bi taybetî Rojhilatê Kurdistanê sîstemên çavdêrî, dron û kamerayên optîk û elektronîk ên biaqil pêş bixîne. -
Siyasetmedarê Kurd Atalay jiyana xwe ji dest da
Serokê berê yê Partiya Demokrasî û Aştiyê yê Êlihê, siyasetmedarê Kurd Serdar Atalay li nexweşxaneya ku lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. -
Wezîrê Tenduristiyê yê Başûrê Kurdistanê ji pirsa li ser çekên kîmyewî aciz bû
Wezîrê Tenduristiyê yê Başûr xwe li pêşberî pirsa li ser bikaranîna çekên kîmyewî kerr kir. -
KCK: Têkoşîna li dijî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê divê bê mezinkirin
KCK: Li dijî zext, tecrîd û sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê gelê Kurd di nava têkoşîneke bênavber de ye. Ev têkoşîn divê bê mezinkirin, tecrîda li Îmraliyê û zexta li zindanan bê şikandin û di mijara jiyan û tenduristiya Rêber Apo de agahî bê wergirtin. -
Fermandarê HPG'ê: Dewleta Tirk li hemberî gerîla bêçare maye
Fermandarê HPG'ê Rustem Botan diyar kir ku dewleta Tirk li hemberî gerîla bêçare maye û li gel bikaranîna çekên kîmyewî jî nikare bikeve nava tunelan. Rustem Botan got, gerîla ne tenê xwe diparêze, di heman demê de derbên gira li dijmin dixe. -
Hêzên Îranê ciwanek Kurd qetil kir
Hêzên rejîma Îranê li ser rêya Sine û Merîwanê ciwanek 15 salî qetil kir. -
Li Gabarê agir bi daristanê ket
Li çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket. -
Xizmên windayan ji bo Halîs Kiliç civiyan
Xizmên windayan, di hefteya 665'an de ji bo çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîlên wan bên darizandin" li Amedê li hev civiyan. -
Heften: Civakê biryara jiyaneke birûmet daye
Endamê Meclîsa PJAK’ê Mezmlûm Heften diyar kir rejîma Îranê li gorî berê lewaz ketiye û got, “Êdî dema sozdayinê û dema bihurandinê nemaye û çareyek bingehîn pêwîst e.” -
Dewleta Tirk gundekî Duhokê bomberdûman kir
Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê Eredena ya Sersinga Duhokê bomberdûman kir. -
Di sala 2021'an de herî kêm 25 karkerên Wanî mirin
Di sala 2021'an de bi kêmanî 15 karkarên ji Wanê bi qezayê mirin, di nav 18 mehan de 10 karkerên ji Wanê ji ber vîrûsa koronayê li devera ku lê dixebitîn, mirin. -
Qeyyûmê Erdîşê navçe kiriye sergo!
Qeyyûmê ku di 22’ê Cotmeha 2019’an de li ser şaredariya Erdîşê hatibû peywirdarkirin, bi mehan e çopan berhev nake. -
Qedexeya 5 salan xwedêgiravî rast e!
Dadgeha Îdareyê ya Herêma Erzeromê têkilî qedexeya li Wanê got, qedexe rast e û ti sedem tine ku were rakirin.