KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Şehîd Navda Dînç hat oxirkirin
Navda Dînç ya ku li Gewerê di şerê ku dema berxwedana xwe rêveberiyê de derketibû şehîd bûbû, li navçeya Rezanê hat oxirkirin. -
Emîn: Mafê mirovan bi tenê ji bo parastina berjewendiyên welatên hegemonîk tê bikaranîn
Şarezayê qanûnên navnetewî Dr. Huner Emîn bal kişande ser dagirkeriya dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û got: “Destwerdana ji derve sedemê xirabbûyîna rewşa siyasî û aborî ya Iraqê ye. -
Balefirên şer Garê bomberdûman dikin
Hate ragihandin balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Garê bomberdûman dikin. -
HPG: Di bomberdûmana Metînayê de tiştek bi hêzên me nehatiye
Hêzên Parastina Gel (HPG) diyar kir ku di artêşa Tirk a dagirker di 8 û 9’ê Mijdarê de herêma Metîna ya Başûrê Kurdistanê bomberdûman kiriye û di vê bomberdûmanê de tiştek bi hêzên wan nehatiye. -
Berxwedana malbata Şenyaşar di roja 250’î de didome
Malbata Şenyaşar a ku AKP’yiyan ew kuştibûn, berxwedana xwe di roja 250’î de didomînin. -
Li ser sînor ceset dertên
Ji hendekên ku dewleta Tirk ji bo dîwarê di navbeyna Wan-Rojhilatê Kurdistanê de vekirî heta niha cesedên du mirovan derketin. -
‘Pêşengê çalakiya Girê Pîramîtê şehîd Şerzan bû’
Çekdar Gabar ê HPG’yî ku çalakiya li Girê Pîramîtê ya herêma Şûkê ya Avaşînê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker vegotî, diyar kir Şerzan Qaşûrî û Pîrdogan Amed ên şehîd ku di çalakiyê de cih girtin hêzeke mezin dane wan.'' -
'Tirkiye bi rêya koçberkirinê hewl dide demografiya navçeyê biguherîne'
Nivîskar û Rojnamevan Hesen Cûdî işaret bi piştperdeya mijara koçberiyê kir û got, "Beşek ji koçberiyê wek helwesteke li dijî desthilatdarên Başûr e.'' -
Li Mexmûrê êrîşa Qamişlo hat şermezarkirin
Li Mexmûre Saziya Malbatên Şehîdan êrîşa Qamişlo bi daxuyaniyekê şermezar kir û got: “Her şehîdek ji bo me dibe sedema bilindkirina têkoşîn û berxwedanê.” -
Li Makû welatiyek hate kuştin
Hat ragihandin ku li bajarê Makû ya Rojhilatê Kudistanê ciwanek Kurd hate kuştin. -
Di rojekê de 30 kes li Rojhilatê Kurdistanê hatin destgîrkirin
Duh hêzên rejîma Îranê di nava rojekê de li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 30 welatiyên Kurd destgîr kir. -
Komkujiya malbata Şenyaşar: 9 dozger hatin guhartin!
Dozgerê têkilî doza qetilkirina Şenyaşaran cara 9'an hate guhartin. -
'Kujerên Şehîd Şukru Serhed li ku ne?'
Komîteya Malbatên Şehîdên PKK'ê ya Başûrê Kurdistanê ji bo şehîd Şukru Serhed li hev civiya. -
Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK'ê: Welêt neterikînin; ji bo edalet û azadiyê têbikoşin
Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê bang li şêniyên Başûrê Kurdistanê kir ku ji warê xwe koç nekin, li şûna vê yekê, hêza xwe ji bo têkoşîna azadî, demokrasî û edaletê bi kar bînin. -
Dîmenê çalakiyeke gerîla ya li Zapê hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla weşand ku 14'ê Cotmehê li herêma Zapê hate lidarxistin û di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin. -
Melezgirt: Faşîzma AKP-MHP'ê tenê bi têkoşînê tine bibe!
Yek ji fermandarên HPG'ê Amed Melezgîrt diyar kir, dewleta Tirk ku nikare berxwedana gerîla bişkîne çekên kimyewî davêje. Melezgirt got, "Divê her kes li dijî faşîzma AKP-MHP'ê şer bike, ji ber ku faşîzm tenê bi têkoşînê tine bibe." -
HPG'ê şehîdên Avaşînê bi bîr anî
HPG'ê 4 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir ku berxwedêrên Avaşînê bi berxwedana xwe rûpeleke nû di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de vekirin û xewn û xeyalên dijmin têk birin. -
Li Şirnexê 3 kes hatin destgîrkirin
Li Şirnexê di serdegirtina malan de 3 kes ji aliyê leşkerên artêşa Tirk ve hatin destgîrkirin. -
Li ser Mexmûrê tevgereke zêde ya balafiran heye
Ji şevê din ve tevgereke zêde ya balafirên keşfê û yên şer li ser esmanê Mexmûrê heye. -
Nivîskarê 'Ey Reqîb' Dildar ji ber çi mir? -NÛ BÛ
Afirînerê sirûda neteweyî ya Kurd 'Ey Reqîb' Dildar beriya 73 salan îro koça dawî kir. Sedema mirina helbestvanê 30 salî Dildar hîn jî nediyar e. -
Bazên Zagrosê li ser Girê Qartal in
Girê Qartal hem ji bo artêşa Tirk hem jî ji bo gerîla çepereke girîng e. Gerîlayên li vê derê piştgiriyê didin girên Mamreşo, Girê Sor û Silêman. Di heman demê de li tunelên şer ên li vê qadê berxwedaneke mezin nîşan dan. -
Rêxistina Mafê Mirovan ya Cîhanî wê li herêmên ku çekên kîmyewî hatine karanîn lêkolîn bike
Rêxistina Mafê Mirovan ya Cîhanî ku xebatên xwe li DYE’yê birêve dibe ragihand ku wana biryar girtine li herêmên ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bikar aniye lêkolînê bikin. -
Cenazeyên 3 şehîdên azadiyên yên jin hatin veşartin
Ji bo veşartina cenazeya endama YPS-Jin Nevîn Dînç tenê 5 deqe dema dan. Cenazeyên gerîlayên YAJ-Starê Aysel Karadûman li Amedê û Esra Atici jî li Cizîrê di bin dorpêçê de hatin veşartin. -
YBŞ’ê 6’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir
YBŞ bi boneya 6’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê peyamek pîrozbahiyê da û ragihand ku ew ê nehêlin civaka Êzidî careke din bi komkujiyan re rû bi rû bimîne. -
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Atici piştî 7 mehan hate radestkirin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Esra Atici ku li herêma Bestayê di şerekî de şehîd bû, piştî 7 mehan radestî malbata wê hate kirin.