KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Erdogan li nava çiraveke siyasî çikiya ye'
Nivîskar û dîroknas Ebdulseta Cebarî anî ziman, ku xeyalên Osmaniya nû yên Serokkomarê Tirk Erdogan, welat ber bi têkçûnê ve biriye û got, "Erdogan li nava çiraveke siyasî ya giran çikiya ye." -
Xizmên girtiyan banga mezinkirina Nobeta Edaletê kirin
Dayikên Aştiyê çûn serdana xizmên girtiyan yên ev 5 rojin Nobeta Edaletê didomînin û piştgirî dan çalakiya wan. -
PKK: Mesrûr Barzanî bi devê dewleta Tirk diaxive
Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya PKK'ê: Gotina, problema TC'ê bi Kurdan re nîne, bi PKK'ê re problema wê heye, divê Rojava ji PKK'ê têkiliya xwe bibire an na TC'ê ji vê dikare aciz bibe û êrîşê bîne, nîşan dide ku bi devê dewleta Tirk diaxive. -
Tîma aştîxwaz a Xirîstiyan (CPT) çû serdana malbata ku li ser wan êrişa kîmyewî hatibû kirin
Tîma aştîxwaz a Xirîstiyan (CPT) çû serdana malbata ku di 4’ê Îlona 2021’an li ser wan êrişa kîmyewî hatibû kirin. -
Baroya Amedê: Binpêkirina mafê zarokan nayê cezakirin
Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê diyar kir xasma jî binpêkirina mafê zarokên Kurd nayê cezakirin. -
‘Tirkiye hewcehiyên Peymana Mafê Zarokan bi cih nayîne'
Rêxistinên Civaka Sivîl ên Wan û Colemergê diyar kirin Tirkiye hewcehiyên Peymana Mafê Zarokan ku îmze kiriye bi cih nayîne. -
Rojnamevanên Kerkûkê bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kirin
Rojnamevanên bajarê Kerkûkê bi tundî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk li hemberî gerîlayên azadiyê şermezar kirin. -
Başûrî ji rêveberiya berdest direvin
Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî diyar kir koçeke biplan û bi zanebûn li ser Başûr tê ferzkirin û got gel ji rêveberiya berdest a 30 salî direve. -
Gerîlayên YJA Starê: Mirov tenê li nav PKK’ê dikare azad bibe
Gerîlayên YJA Starê têkilî salvegera 44’an a damezirandina PKK’ê axivîn û gotin, ‘’Mirov tenê li nav PKK’ê dikare azad bibe.’’ -
Li Wanê polîsan malbatek derb kir
Li Wanê roja Sêşemê polîsan li taxa Xaçortê bi ser malekî ve girtin û Sergen Pûlat destgîrkirin. Duh jî bi hinceta “lêgerîna malê” dîsa biser heman malê de girtin. Polîsan malbata ku li hemberî vê derketin derb kirin. -
Ciwanan li herêma Raperînê berxwedana gerîla pîrozkirin
Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li herêma Raperînê bi lidarxistina merasîmekê berxwedana gerîlayan li hember dagirkeriya dewleta Tirk silav û pîrozkir. -
Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
Ji 35 kesên ku li Şirnexê hatibûn destgîrkirin 2 kes hatin girtin. -
Serdana Geverê veguherî meşa girseyî
Şandeya HDP’iyan yên bi Wekîla Êlihê Feleknas Ûca re li Geverê serdana esnafan kirinî, sedana wan veguherî meşa girseyî. Uca diyarkir, “Ruhê Gewerê berxwedan û têkoşîn e. Vaye Gever kelha berxwedanê wê tu carî serî li hember zilmê netewîne.” -
Malbatên girtiyan banga xwedîderketina li nobetê kirin
Nobeta malbatên girtiyan ya li Amedê roja 4’an de didome. Malbatan banga xwedîlêderketina nobetê kirin. -
Cenazeyê gerîlayên HPG’ê Acar û Yîgît hate veşartin
Cenazeyê gerîlayên HPG’ê Agît Acar û Abdullah Yîgît ên ku li Kato Marînosê şehîd bûbûn, li Elkê hatin veşartin. -
Welatiyên Bane li dijî krîza ava vexwarinê çalakiyek lidarxistin
Baneyiyan ji ber krîza ava vexwarinê çalakiyek lidarxistin, nerazîbûna xwe nîşan dan û ji bo çareserkirina wê îmze kom kirin. -
Li bajarê Mînabê 14 sûxtber hatin destgîrkirin
Hêzên rejîma Îranê li bajarê Mînab a parêzgeha Hormozganê 14 sûxtber (Mirovên ku li ser sînor bi wesayîtan kare sotemeniyê dikin) destgîr kirin. -
Piştî ku hêzên Îranê hespên wî kuştin, wî jî xwe kuşt
Ciwanê 15 salî ku kolberî dikir, piştî ku hêzên rejîma Îranê hespên kuştin, wî jî xwe kuşt. -
DFG: Desthilatdarî dixwaze rojnamegeriyê asteng bike
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) diyar kir desthilatdarî di şexsê Emrûllah Acar û Hîkmet Tûnç de dixwaze rojnamegeriyê asteng bike. -
HPG: Artêşa Tirk a dagirker neçar ma ji Werxelê û Tabûra Ereban vekişe
HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ku nekarî li hemberî berxwedana dîrokî ya gerîla bisekine û fêhm kir ku wê derbên girantir bixwe, xwe ji qadên Werxelê û Tabûra Ereban vekişandiye. -
Bi îdîaya 'Heqareta li Erdogan' ceza li Kok ê DBP'î hate birîn
Li endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Nazim Kok, bi îdîaya "Heqareta li Erdogan" 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê hate birîn. -
Malbata Şenyaşar: Ji bo hesab nedin, welat şewitandin!
Malbata Şenyaşar ku li Rihayê ji bo xizmên xwe yên hatine qetilkirin li edaletê digere, nerazîbûn nîşan da û got, "Ji bo hesab nedin welat şewitandin." -
HPG: Serketina ku şehîdên Heftanînê radestî me kirin, em ê teqez pêk bînin!
HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûn eşkere kir û got, "Van hevrêyên me ji bilî xurtkirina berxwedanê ti pîvan qebûl nekirin. Em soza xwe dubare dikin ku berxwedana van lehengan radestî me kirine, mezin bikin." -
Gerîlayê HPG'ê Tekîn hate veşartin
Gerîlayê HPG'ê Serhat Tekîn ku li Colemergê di şer de şehîd bûyî, bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA), Acar hate destgîrkirin
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Emrullah Acar bi operasyona qirkirina siyasî hate destgîrkirin.