KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dîsa bang li Emîne Şenyaşar kirin ku îfade bide
Emîne Şenyaşar ya ku ji bo xizmên xwe yên ku hatibûn qetilkirin têkoşîna dadê dide, careke dî bang bang lê kirin ku biçe îfadeya xwe bide. -
DAÎŞ'ê li Kifrî êriş kir: 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
Çeteyên DAÎŞ'ê ku vê dema dawiyê li Başûrê Kurdistanê êriş zêde kirine, vê carê li Kifrî êriş birin ser pêşmergeyan. Hate ragihandin ku 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane, 2 jî birîndar bûne. -
KCD, TJA, DBP, HDP: Tecrîd divê tavilê bi dawî bibe
KCD, TJA, DBP û HDP'ê bi daxuyaniyekê ragihandin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûcê li dijî mirovahiyê ye û xwestin, tavilê bi dawî bibe. -
'Ji bo jiyaneke azad divê em hîn bêhtir têbikoşin'
Şervana Ereb Amara Cûdî ku piştî Şoreşa Rojava bi bandora tevgera azadiyê tevlî nava refên PKK'ê bû wiha got, "Ji bo jiyaneke azad, wekhev û bi rûmet a li welatê me, divê em hîn bêhtir têbikoşin." -
Ji ber şerê rantê yê li nava AKP'ê bi sedan kesî îstifa kir
Li navçeya Erdîşê ya Wanê, ji ber şerê rantê bi sedan kesî ji AKP'ê îstifa kirin. -
Şerê Gladio yê li dijî PKK'ê
Şerê gerîla yê ku li sêmenda Gladio-JÎTEM-Hîzbûllahê aliqî, heta ku vê çerxê, vê zextê ji holê raneke nekarîbû şer bigihanda asteke bilind... Eger aştî û çareseriya siyasî nebûya, ji bilî bilindkirina şerê gel ê şoreşgerî rêyeke cuda tune bû. -
Cenazeyê Ercan Ateş bêyî ku bidin malbatê hat veşartin
Cenazeyê Ercan Ateş ê HPG'yî ku di şerê bi artêşa Tirk ya li Çiyayê Mercanê derketî de şehîd bûbû û piştî 40 rojan bêyî ku radestî malbatê were kirin anîn Dêrsimê, di bin dorpêça leşkeran de hat veşartin. -
Dewleta Tirk herêma Biradostê bombebaran kir
Artêşa Tirk a dagirker herêma Biradost a Hewlêrê bombebaran kir. -
Li Pîranşarê kolberek hat birîndarkirin
Hêzên rejîma Îranê li sînorê bajarê Pîranşarê gule li kolberekê reşandin û ew birîndar kirin. -
Piştewaniya ji bo Nobeta Edaletê didome: Her kes bi we re ye
Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê serdana çalakiya malbatên girtiyan kir. Di çalakiyê de hate gotin ku heya encam digirin wê nobeta xwe ya edaletê bidomînin. -
Nobeta Edaletê ya ji bo girtiyan di roja 14’an de didome
Li Amedê ji bo berdana girtiyan Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin. Nobet di roja 14’an de didome. -
Li Metînayê çalakiyên gerîla: 2 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayen HPG/YJA Starê li qada Qaşûra ya Metînayê 27 û 28'ê Mijdarê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. Di encama van çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. -
Malbata Şenyaşar: Li Rihayê hiqûq pêk nayê
Malbata Şenyaşar a ku bi mehan e di Nobeta Azadiyê de ne, diyar kirin ku li Rihayê hiqûq û qanûn pêk nayê. -
Davûtoglû berpirsê siyasî yê cînayeta Tahîr Elçî ye
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren got “Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû berpirsê siyasî yê cînayeta Tahîr Elçî ye.” -
'Dijberiya li faşîzmê cihgirtina li gel gerîla ye'
Endamê Konseya Rêveber a HBDH'ê Ferzat Can destnîşan kir ku berxwedana gerîla di heman demê de berxwedana antî faşîst a Tirkiyeyê ye û got, wezîfeya sereke ya antî faşîstbûnê cihgirtina li gel vê berxwedanê ye. -
Colemêrgî: Avahiyên Kurd bi navê restorasyonê têne hilweşandin
Dîroknas-Nivîskarê Kurd Îhsan Colemêgî diayr kir ku di bin navê restorekirinê de taybetmendiya dîrokî ya Keleha Wanê tê tunekirin û anî ziman ku bi van rê û rêbazan tê xwestinü dîroka Kurdan ji holê bê rakirin. -
Li Şengalê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan çalakiya nobetê hat destpêkirin
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina PKK’ê jî ‘lîsteya terorê’ li her derê çalakî tên lidarxistin. Adresa çalakiyeke din jî bû Şengal. -
Gerîlayên HPJ, YRK: PKK banga rizgariya ji koledariyê ye
Gerîlayên HPJ'ê û YRK'ê yên Rojhilatê Kurdistanê salvegera damezirînê ya PKK'ê pîroz kirin û gotin, "27'ê Mijdarê bangawaziyeke rizgarbûna ji bindestî û koletiyê ye." -
Milîsên HBDH'ê li Sûrê li notirvan û polîsan dan
Milîsên HBDH'ê li navçeya Sûrê ya Amedê, li dijî notirvan û polîsan çalakiya bombeyî kirin. -
Malbata Şenyaşar di roja 265'an de Elçî bi bîr anî
Malbata Şenyaşar ku li Rihayê ji bo xizmên xwe yên ku hatibûn qetilkirin Nobeta Dadê digire, Tahir Elçî bi bîr anî. -
HPG'ê nasnameya gerîlayê li Garê şehîd bû eşkere kir
HPG'ê nasnameya gerîlayê li Garê şehîd bû eşkere kir û got, "Hevrêyê me Botan milîtanekî Apoyî bû ku li gelek qadên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi fedakarî ked da û kar kir." -
DAÎŞ'ê li Germiyanê êriş kir: 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
Li Germiyanê çeteyên DAÎŞ'ê êriş kir. Di encamê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, 4 pêşmerge jî birîndar bûn. -
Dema qedexeyê ya li Colemêrgê careke din hate dirêjkirin
Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan a ku 2013 roj in di meriyetê de ye, careke din ji bo 15 rojan hate dirêjkirin. -
Ocalan: Plana tasfiyekirinê bi navê 'gava demokratîkbûnê' hate pêşkêşkirin
Plana tasfiyekirinê bi navê 'gava demokratîkbûnê' hate pêşkêşkirin. AKP û hevkarên wê li benda serketinê bûn. Li pêşiya vê plana bi rastî jî tevlîhev û zexel, tenê PKK asteng bû. -
Bayik: PKK'ê gelekî li ber mirinê bû kir hêviya cîhanê
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, "PKK'ê, gelekî li ber mirinê bû kir hêviya cîhanê. Ji ber vê yekê mirovahî PKK'ê, Kurdan, Rêber Apo ji xwe re dike mînak."