KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Colemêrgê tenê 3 doktorên zarokan hene
Serokê sendîkaya SES'ê Şaxê Amedê Remzî Ozer diyar kir ku li nexweşxaneya li Colemêrgê tenê 3 doktorên zarokan hene. -
Li Kirmaşan û Bokanê 3 kesan xwekuşt
Hat ragihandin ku li bajarê Bokanê 2 welatiyên Kurd û li Kirmaşanê jî welatiyeke Kurd ji ber zexta hejarî û tepisandinên rejîma Îranê û paşverûtiyên zayendperestî dest bi xwekuştinê kirine. -
PDK’ê çalakvan Xurşîd Ferecî destgîr kir
Çalakvan Xurşîd Ferecî di encama serdegirtina mala wî ya li Batûfa ya ji aliyê hêzên asayîşê yên girêdayî PDK’ê ve hat destgîrikirin. -
Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê çû serdana Yekîtiya Parlamenterên Başûrê Kurdistanê
Îro şandeyek ji Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çû serdana Yekîtiya Parlamenterên Başûrê Kurdistanê û polîtîkayên PDK’ê yên li hemberî Kurdên Bakurê Kurdistanê û rewşa herêmê nîqaş kirin. -
Çalakiya TAJÊ: Ne ji PKK'ê bûya niha Êzidî nebûna
Çalakiya Kondanînê ya ku ji aliyê TAJÊ ve hatî destpêkirin kete roja çaran. Berpirsên sazî û dezgehên Şengalê ku serdana kon kirin gotin, ''PKK ne terorîst e, ne ji PKK'ê bûya niha wê Êzîdî nebûna.'' -
Milîsên HBDH'î li polîsan dan
Milîsên HBDH'î ragihandin ku li Amedê li dijî qereqol û nuqteyeke kontrolê ya polîsan bi teqemeniyan çalakî kirine. -
Hasan Kaçar ê ku PDK'ê ew dersînor kirî kon veda
Hasan Kaçar ku beriya bi heftiyekê PDK'ê ji Hewlêrê ew dersînor kirî, bi malbata xwe re li Silêmanî li ber ofîsa NY'yê kon veda û çalakiya protestoyê kir. -
Şêniyên Mexmûrê li ber cezayê dîsîplînê yê li ser Ocalan rabûn
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) cezayê disiplînê yê ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû birîn bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin. -
Li Newsûdê 2 kolberên din jî birîndar bûn; rewşa yekî pir giran e
Li herêma Newsûdê jî hêzên dewleta Îranê gule li kolberan reşandin. Di encamê de 2 kolber birîndar bûn ku rewşa yekî nebaş e. -
Malbata Şenyaşar: Em ê hesabê vê bêedaletiyê bipirsin!
Malbata Şenyaşar a ku berxwedana xwe didomîne, got “Wê edalet teqez pêk were û heta ku em hesap nepirsin wê lihevhelalkirin jî pêk neyê.” -
Li Bane kolberek hat kuştin û 2 kolber birîndar bûn
Li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îranê êriş birin ser kolberan. Di encamê de kolberek hate kuştin, 2 jî birîndar bûn. -
Mahîr Beklevîş ê HDP’yî hate girtin
Rêveberê berê yê HDP’ê Mahîr Beklevîş ê ku li Êlihê di operasyona qirkirina siyasî de hatibû destgîrkirin, hate girtin. -
'Divê gelê Kurd bi dijmin nexape'
Şoreş Masîro ku di êrişên dewleta Tirk de şehîd bû, di hevpeyvîneke xwe de ya beriya şehîd bikeve bang li gelê Kurd kiribû ku têkildarî sîxuran hay ji xwe hebe û bi dijmin nexape. -
'Pirsgirêk Erdogan e, çareserî jî demokrasî ye'
Xelkê Dersimê diyar kir ku berpirsyarê krîza aboriyê Erdogan e, çareserî jî tenê bi demokrasî û wekheviyê dibe. -
'Temenê dîktatoriyê qediya ye; wê bi têkoşîna jinê têk biçe'
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir ku temenê dîktatoriya AKP-MHP'ê qediya ye û wê bi muxalefeteke xurt a bi pêşengiya jinan bi temamî têk biçe. -
Anter Dersîm şehîd bû
Şoreşgerê Kurd Kazim Ergun (Anter Dersîm) li Rojava di encama krîza dil de şehîd bû. -
Çalakiya li Şengalê di roja 3’mîn de ye: PKK hêza ku Êzidî ji qetlîamê rizgarkirî ye
Gelek kesan serdana kona ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li Şengalê hatî vedan kirin. Li wir Şengaliyan gotin hêza ku Êzidî ji qirkirinê rizgar kirî nikare bibe ‘hêzeke terorîst’ û ji bo Ocalan banga azadiyê kirin. -
Dewleta Tirk îro jî herêma Bradostê topbaran kir
Artêşa Tirk a dagirker duh herêmên cuda yên Bradostê topbaran kir, îro jî herêmên Sinînê û Gerwî Kareşê topbaran kir; ziyan gihişte bax û baxçeyên welatiyan. -
'Divê komisyonek lêkolîna êrîşên kimyewî bike'
Komeleya Qurbaniyên Kimyebarana Helebce daxwaz kir hikûmeta Herêmê bi cidî li rewşa qurbaniyên çekên kimyewî bi pirse. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke nû kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke nû kirin. -
Li Heftanînê dagirkerek hate cezakirin
Gerîlayên YJA Starê li Heftanînê çalakiyeke sûîqestê lidar xistin. Di encamê de leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin. -
'Biryara bisedem' a Doza Komkujiya Pirsûsê
Dadgeha Cezayên Giran a 5'an a Pirsûsê biryara bisedem a Doza Komkujiya Pirsûsê aşkere kir. -
Dema destgîrkirina 9 kesan 4 rojên din jî hate dirêjkirin
9 kesên li Mêrdînê hatin destgîrkirin wê 4 rojên din destgîrkirî bimînin. -
HPG: Şehîdên Avaşînê nîşan dan ku gerîlatiya Apoyî têk naçe
HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn eşkere kir û got, "Bi şerê ku meşandin derbên giran li artêşa Tirk a qirker xistin û di nava şert û mercên herî giran de nîşanî dost û dijminan dan ku gerîlatiya Apoyî têk naçe." -
Dîsa bang li Emîne Şenyaşar kirin ku îfade bide
Emîne Şenyaşar ya ku ji bo xizmên xwe yên ku hatibûn qetilkirin têkoşîna dadê dide, careke dî bang bang lê kirin ku biçe îfadeya xwe bide.