KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Malbatên şehîdan: Bêdengî û çavgirtin nokeriya ji bo dijmin e
Li taxa Çarçira îro jî li kujerê şehîd Şukrî hate pirsîn. Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ya Başûrê Kurdistanê bang li rêveberiya herêmê kir, ku belgeyan ji bo raya giştî eşkere bike û got, "Bêdengî, çavgirtin alîkarî û nokeriya ji bo dijmin e." -
Cenazeyê Gezer ji nexweşxaneyê hat wergirtin
Cenazeyê Garîbe Gezer ku li girtîgehê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da, ji aliyê jinan ve bi dirûşma "şehîd namirin" ji morgê hate wergirtin. -
Malbata Barzanî bi serweta xwe ya zirecêb di rojevê de ye
Li Başûrê Kurdistanê ku çavkaniyên xwezayî bi rêya şîrketên malbatî têne firotin û xwedî aboriyeke çewt e, ku bi para ji hikumeta navendî tê hatiye avakirin û xwe naspêre hilberînê, aktorên girîng ên Malbata Barzanî bi serweta xwe di rojevê de ne. -
Cenazeyê 6 gerîlayan radestî malbata wan hate kirin
Cenazeyê 6 gerîlayên li Çiyayên Mercanê şehîd bûbûn radestî malbata wan hate kirin. -
Piştî Amedê, li Wanê jî ji bo girtiyan Nobeda Edaletê dest pê kir
Ji bo girtiyên nexweş, Nobeda Edaletê ya li Amedê dewam dike. Malbatên girtiyan li Baroya Wanê jî dest bi Nobeda Edaletê kirin. -
Destpêkê li girtiyê siyasî dan, piştre jî hevdîtin lê qedexe kirin
Di dema veguhastina li Girtîgeha Tîpa E ya Erzîromê de li girtî Kadrî Katar xistin, piştre jî mafê hevdîtinê lê hate qedexekirin. -
Ji bo teşxîsê bangî malbata Şenyaşar hate kirin
Di zabitnameya teşxîsê kuştina malbata Şenyaşar de, gotina ‘kujer ne diyar’ hate bikaranîn. -
Li Zapê operasyona şoreşgerî: Gerîla çûn ser 8 cenazeyên dagirkeran
Gerîla li Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker operasyoneke şoreşgerî pêk anî. Di çalakiyê de gelek dagirker hatin cezakirin. Gerîla çûn ser 8 cenazeyên dagirkeran. Her wiha gelek çek û malzemeyên leşkerî rakirin. -
Li Sêmalkayê çalakî bi koma ji Dêrikê dewam dike
Li Sêmalkayê di roja 66'an a çalakiyê de endamên Meclîsa Bajarê Dêrikê çalakî dewr wergirtin. -
Cenazeyên 41 Êzidiyên ji gora komî hatin derxistin, bi merasîmekê hatin veşartin
41 Êzidiyên ku sala 2014'an ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatin qetilkirin û li gorên komî hatin binaxkirin, piştî tespîtkirina nasnameya wan îro bi merasîmekê hatin veşartin. -
HPG'ê nasnameya şehîdên Dersimê eşkere kir
HPG'ê nasnameya 8 gerîlayên ku 5'ê Kanûnê li Dersimê şehîd bûn eşkere kir û got, "Em soz didin ku tola hevrêyên xwe teqez hilînin." -
Gerîlayan li Zapê lê dan: Gelek dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Zapê çalakî kirin. Di encamê de gelek leşker hatin cezakirin. -
Dayikên Şengalê: Heta yek ji me bimîne em ê li ber xwe bidin
"Dijmin ji fermanê têr nebûye ku heta neha êrişî gelê me dike. Bila dijmin bizanibe heta ku yek ji Êzîdi li ser vê axê ma em ê li ber xwe bidin. Em ê çiyayê Şengalê biparêzin." -
Şervan: Heta ku AKP neyê hilweşandin ti Kurd azad nabe
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cafer Şervan got, "Heta ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku desthilata xwe li ser qirkirina Kurdan ava kiriye neyê hilweşandina ti Kurd nikare azad û rehet bibe." -
Li girtîgehên Wanê girtî bi kêfî nayên berdan
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Wanê ku li benda berdanê û berdana bi kontrol in, bi hinceta cezayên dîsîplînê nayên berdan. Rêveberiya girtîgehê berdana girtiyan ji bo cara duyemîn 6 mehan dirêj kir. -
Di çarçoveya pêngava "Dem Dema Azadiyê ye" çalakiya konvedanê
Li Helebê di çarçoveya pêngava “Dem Dema Azadiyê ye“ çalakiya konvedanê hate destpêkirin. -
‘Sedema êrişên DAÎŞ’ê bêxemiya hêzên Iraqê û pêşmerge ye’
Meclisa Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî ya Komelgeha Kurdistanê êrişên DAÎŞ’ê yên dema dawî şermezar kir û rexne li hêzên Iraqê û pêşmergeyan girt ku ji bo parastina sivîlan bêxem in. -
KONGRA-GEL: Em bi gelê Şengalê re di nav piştevaniyeke xurt de bin
KONGRA-GEL diyar kir ku PDK yekser berpirsiyarê êrişa li ser Şengalê ye û ev bang li gel kir, “Divê em bi gelê Şengalê re di nav piştevaniyeke xurt de bin.” -
Li Kirmaşanê mînîbusekê qeza kir; 2 kes mirin 14 kes birîndar bûn
Vê sibehê li Kirmaşanê mînîbusek li kamyonekê qelibî, di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn. -
TAJÊ: Gelê Êzidî wê hesabê ji xayin û xwefiroşan bipirse
TAJÊ bi daxuyaniyekê diyarkir ku civaka Êzidî wê ti carê şehîd Merwan Bedel ji bîr neke û ragihand, “Bredêl çi dibe bila bibe emê mîsoger bigihin azadî û xweseriya xwe, ev soza me ji şehîdên me re ye.” -
YBŞ: Li dijî êrişan û xeta xiyanetê em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
Fermandariya YBŞ'ê: Heta ku têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin, em ê li dijî êrişan bi rengekî mezin li ber xwe bidin û Xweseriya Demokratîk a Şengalê pêk bînin. Ev soza me ya ji bo şehîdan û gelê me ye." -
Tecrîda li Îmraliyê li Mêrdînê hate şermezarkirin
Li Mêrdînê tecrîda li Îmraliyê hate şermezarkirin û bang li gelan û saziyên navneteweyî hate kirin. -
KONGRA-GEL ji bo 10’ê Kanûnê Roja Azadî Ji Abdullah Ocalan re bang kir
Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL’ê diyar kir ku 10’ê Kanûnê Roja Azadî Ji Abdullah Ocalan e û ji bo tevlêbûna çalakiyên girseyî yên di 11’ê Kanûnê de bang kir. -
Xelkê Şengalê hikumeta Kazimî şermezar kir
Ji ber êrişa dewleta Tirk a qirker a li ser Şengalê, xelkê Şengalê li navçeya Sinûnê dakete qadan, ber bi baregeha Hêzên Emniyeta Wetenî meşiya û xemsarî û bêhelwestiya hikumeta Iraqê şermezar kir. -
Malbatan cenazeyên xwe nas kirin
Malbatan cenazeyên zaroyên xwe ku tê diyarkirin li Çiyayê Mercanê şehîd bûne, naskirin.