KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG'ê 4 gerîlayên şehîd bi hurmet bi bîr anî
HPG'ê 4 gerîlayên ku sala 2019'an di êrîşa ser Qadên Parastinên Medyayê de şehîd bûbûn bi bîr anî. HPG'ê got, ''Em sond dixwin bîranînên hevrêyên xwe yên şehîd li Kurdistana azad bidin jiyîn.'' -
Berxwedana Şenyaşaran didome
Malbata Şenyaşar a ku berxwedana xwe didomîne got. ''Em ê bi hev re adaletê bînin.'' -
KCK: Ew ê hevrêyên wî yên di nav têkoşîna azadiyê de tu carî wî ji bîr nekin!
KCK’ê ji bo Haydar Işık peyameke sersaxiyê weşand û got “Gelê Dêrsimê, gelê Kurd û hevrêyên wî yên di nav têkoşîna azadiyê de tu carî wî ji bîr nekin!” -
Qûrbaniyên siyaseta şaş; xelkê hejar
Ji ber nebûna xizmetguzarî û siyaseta şaş a hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi pêşengtiya PDK’ê û YNK’ê xelkê sivîl ê hejar dibin qûrbanî. Ji ber nebûna xizmetgûzarî û hevkariya dagirkeriyê bi dehan sivîl bûne qurbanî. -
Rêveberê DBP’a Mêrdînê Celal Ata hate destgîrkirin
Rêveberê DBP’a Mêrdînê Celal Ata li Nisêbînê hate destgîrkirin. -
Ji bo pêgiriya madeyên hişbir hişyarî
Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari ku ji peywira wî hatî desteserkirin bal kişande ser pêgiriya madeyên hişbir û bang li malbatan kir. -
Li Silêmaniyê di nava du malbatan de şer: 1 mirî 4 birindar
Li taxa Kêle Spî ya Silêmaniyê di navbera du malbatan de şer derket. Di encama şer de kesekê jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn. -
Li Şirnexê 6 kesên din hatin girtin
Li Şirnexê ji kesên ku di çarçoveya doza Tahîr Guven de hatibûn destgîrkirin 6 kesên din jî hatin girtin. Hejmara girtiyan derket 18 kesan. -
Êşkence kirin û gefa destdirêjiyê lê xwarin!
Aktîvîsta TJA'yê Sûmeyye Gok a li Şirnexê hatibû destgîrkirin û pişt re hatibû girtin, bi lêgerîna tazî û êşkenceya derûnî re rûbirû ma û gefên destdirêjiyê lê hatin xwarin. -
Li Hewlêrê kesên ku ji ber lehiyê mirin bûne 11
Li Başûrê Kurdistanê Hewlêrê ji ber lehiya ku rabûyî 11 kes mirin. -
Li Licê jineke ducanî tevî zarokê xwe yê 2 salî hate girtin
Li navçeya Licê ya Amedê, jineke ducanî Nazan Zengîr tevî zarokê xwe yê 2 salî hate girtin. -
Pirtûka ‘Ji şoreşê û vir ve em ji we re dinivîsin’ li Swîsreyê tê nasandin
12 jinên ji Fransayê bi navê ‘Ji şoreşê û vir ve em ji we re dinivîsin’ li ser şoreşa Rojava pirtûkek nivîsandibûn. Pirtûk li Swîsreyê tê nasandin. -
Li Stenbolê terora dewletê ya li dijî HDP'ê: 12 kes hatin destgîrkirin
Li Stenbolê di operasyonên qirkirina siyasî de 12 endam û rêveberên HDP'ê hatin destgîrkirin. -
Malbata Şenyaşar: Cihê ku edalet tune be wê nan jî tune be
Malbata Şenyaşar a ku li Rihayê nêzî salekê ye ji bo edaletê têdikoşin bal kişandin ser krîza aboriyê û got “Li cihê ku edalet tunebe wê nan jî tunebe.” -
'Heta kujer bêne eşkerekirin, wê çalakiya me dewam bike'
Komîteya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê a Başûrê Kurdistanê ji bo eşkerekirina kujerên şehîd Şukrî Serhed çalakiye li dar xist. Komîteyê got, “Heya kujer bêne eşkerekirin, wê çalakiya me dewam bike.” -
Li girtîgehên Wan û Mereşê zext û êşkence
Ji girtiyên li Wanê Aydin Çûbûkçû tevî ku ji sedî 82 astengdar e nayê berdan. Li Girtîgeha Turkoglû jî ava germ nadin girtiyan. -
Li Hewlêrê lehî rabû: 8 kes mirin
Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê doh bi şev ji ber barana zêde lehî rabû. Di bûyerê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Ciwanên Efrînî yên tevlî nava refên PKK'ê bûn, bang kirin
Komek ji ciwanên Efrînê daxuyaniyek da û got, "Ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo hilanîna tola şehîdên Kurdistanê, li dijî destavêtin û destdirêjiya li gel û xaka me, tevlî nava refên PKK'ê bûne." -
Tugrul li cihê hatiye dinê hate definkirin
Girtiyê nexweş ê giran Salîh Tugrul ku înfaza wî hatibû rawestandin û li derve dihat dermankirin li şevê din li Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê jiyana xwe ji dest da, li cihê ku hatiye dinê hate definkirin. -
DAIŞ’ê êrîşî leşkerên Iraqê kir: 2 mirî 3 birîndar
Li Xaneqînê di navbera çeteyên DAIŞ’ê û leşkerên Iraqê de pevçûn derket. Di encam pevçûna de 2 leşkerên Iraqê hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. -
Li Şirnexê hejmara kesên hatin girtin bû 11
Li Şirnexê di 11’ê Kanûnê de ji nav kesên hatibûn destgîrkirin, 3 kesên din jî hatin girtin. -
Nobeta Edaletê ya li Amedê di roja 31’an de didome
Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan li Amedê dabûn destpêkirin di roja 31’an de didome. -
Dede: Desthilatdarî û Wezareta Edaletê şirîkên sûcên li girtîgehan in
Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Umît Dede çû serdana malbatên di Nobeta Edaletê de ne û got “Em bang li desthilatdariyê dikin, teslîm bibin.” -
Hevseroka MED TUHAD-FED û siyasetmedarek hatin destgîrkirin
Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) Emîne Kaya û siyasetmedar Selma Tanrikûlû hatin destgîrkirin. -
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Dersimê şehîd bûn eşkere kir
HPG'ê ragihand ku gerîla Herdem, Îsyan û Fedakar li Dersimê şehîd bûn û got, "Em careke din soz didin ku xeta berxwedanê ya hevrêyên xwe bi serketinê tacîdar bikin."