KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Nasnameya gerîlayeke jin a li Bagokê şehîd bû hate eşkerekirin
Nasnameya yek ji gerîlayên YJA Starê yên li Bagokê şehîd bû hate eşkerekirin. HPG'ê got, "Şehîdên Bagokê wê ji bo me bibe hinceta serketinê." -
Gerîla TV dîmenê Operasyona Şoreşgerî weşand
Gerîla TV dîmenê Operasyona Şoreşgerî ya 8 û 9'ê Kanûnê ya li Zapê weşand. Di operasyonê de hêzên gerîla çûbûn ser 8 cenazeyên leşkerên Tirk ên dagirker û gelek çek desteser kiribûn. -
Zîlan Vejîn: Ji bo demokratîkkirina Îranê em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin
Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn anî ziman ku sala 2022'an wê bibe sala têkoşîna gelan û destnîşankirin, ku ji bo demokratîkkirina Îranê û biserxistina doza azadiyê ya gelên Îranê wê têkoşîna xwe bilindtir bikin. -
Hevserê wê 26 sal in, kurê wê 18 sal in girtî ne
Ji çalakgerên Nobeda Edaletê ya li Baroya Amedê Hasîne Guler got, "Hevserê min 26 sal in, kurê min jî 18 sal in girtî ne. Cenazeyê kurê min ê din jî 7 mehan li erdê ma." -
Ji pênûsa gerîla: Komkujiya Roboskî -1
Ji rojnivîska Roboskî ya gerîlaya YJA Starê şehîd Zîlan Roboskî: Di şeva 28'ê Kanûna 2011'an de dema ku gundê me hate bombekirin, min fêhm kir ku ji bo me Kurdan jiyan nîne, eger em nebin gerîla jiyan li me heram e. -
ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
‘Divê demildest tecrîd bi dawî bibe‘
Li Wanê çalakiya Nobeta Edaletê di roja 17’emîn de didome. Rêvebera TUHAY-DER'ê Edibe Babur serdana çalakiyê kir û anî ziman ku divê demildest tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe. -
Sancar: Ev desthilatdarî wê winda bike, em ê bi ser bikevin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li Rihayê axivî û diyar kir ku bila her kes baweriya xwe zindî bihêle wê zalim winda bike, edalet bi ser bikeve û got:“Divê kes ji vê gumanê neke, Wê ev desthilatdarî winda bike, em ê bi ser bikevin.“ -
Beştaş: Divê em bibin dengê girtîgehan
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş ji bo piştevaniya Nobeta Edaletê serdana malbatên girtiyan kir û got: "Li dijî binpêkirinên mafan pêwîste bi hev re em bibin dengê girtiyan." -
Li Gurgumê meş: Em ê qetlîamê ji bîr nekin
Li Gurgumê bi sedan kes bi wesîleya Qetlîama Gurgumê li hev kom bûn û diyar kirin ew ê tu carî qetlîamê ji bîr nekin. -
Milîsên YPS’ê li Agiriyê li qereqolê dan
Milîsên YPS’ê li Agiriyê li qereqolekê dan. -
Malbata Şenyaşar: Wê serfirazî berxwedanê bi xwe re bîne
Malbata Şenyaşar a ku li hemberî qetlîama AKP’yiyan nobeta xwe didomînin, got “Kesên li hemberî zilmê li ber xwe didin, wê bi ser bikevin.” -
Rewşa girtiyê nexweş girantir dibe
Rewşa tendiristiyê ya Gorgîn Oktar ku ev 27 sal in girtî ye her ku diçe girantir dibe. Malbata Oktar got, ‘Rewşa wî her ku diçe lê girantir dibe. Ji ber ve jî divê were tedawîkirin û berdan.’’ -
Ji nêrîna gerîlayan ve sala 2021’an – II
Gerîla rêya ber bi serkeftinê diçe û serkeftina taktîka wê bi pratîk û berxwedana xwe îspat kir. Êdî ne qalekol, ne teknolojiya şer û ne jî çekên kîmyewî dikare wan dagirkeran biparêze. -
Malbatê ji bo wergirtina cenazeya Fatma Çîçek serlêdan kir
Cenazeyên 4 jinên ku di êrişa hewayî ya li Bagokê de jiyana xwe ji dest dabûn li morgê tên ragirtin. Malbateke din ji bo wergirtina cenazeya zaroka xwe nimûneya xwînê da. -
PDK tevî dagirkeran êrişî xizmên şehîdan dike
75 sal li ser damezrandina PDK’ê derbas dibe, lê di tevahiya dîroka xwe de tenê ji bo kêliyekê be jî ji dijminan dûr neketiye û niha jî di qonaxa herî metirsîdar a xwe de ye. -
Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê li kujerên Serhad pirsî
Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ji bo ku kujerê Yasîn Bulut (Şukru Serhad), ku li Silêmanî meha Îlonê bi êrîşa çekdarî hatibû qetilkirin, were dîtin vê heftiyê dîsa hatin cem hev. -
Parlementerên HDP’ê çûn serdana malbata Şenyaşar
Parlementerên HDP’ê çûn serdana malbata Şenyaşar a ku di Nobeta Azadiyê de ne. Parlementeran nerazîbûn nîşanî desthilatdariya AKP û MHP’ê dan. -
KONGRA GEL ji bo zindanan banga 'seferberiyê' kir
Hevserokatiya KONGRA GEL diyar kir ku li girtîgehan 'hovîtî' zêde bûye û ji bo girtiyan banga seferberiyê kir. -
Dadgeha Bilind cezayê 8 sal û 3 meh cezayê li Bekîr Kaya pejirand
Dadgeha Bilind ku yek ji organên darizandinê ya desthilatdariya AKP'ê ye, 8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê li Hevşaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya hate birîn, pejirand. -
HPG: Dilsoziya şehîdên Serhedê ya bi xeta Apoyî re, wê ji bo me timî mînak be
HPG'ê şehîdên Serhedê bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Em soz didin ku têkoşîn, sekn, hevrêtî û dilsoziya bi xeta Apoyî ya şehîdên Serhedê her tim ji xwe re bikin mînak û armancên wan teqez pêk bînin." -
Li Wanê qirkirina siyasî: Gelek kes hatin destgîrkirin
Li Wanê û navçeyên wê di operasyonên qirkirina siyasî de rêveberên HDP'ê jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin. -
Ji eniya gerîla awirek li ser sala 2021'ê – I
Gel û gerîlayên Kurd sala 2021'ê ku şer bi asta herî tund lê qewimî, ji berxwedanê neqeriya. Bi rikdarî, biryardiyeke mezin, bi vîn û azwerî li ber xwe dan û planên dewleta Tirk pûç kirin. -
Li Wargeha KYK a Îdirê çalakiyên şermezarkirinê dewam dikin
Li wargeha KYK a Îdirê xwepêşandana xwendekaran a şermezarkirinê dewam dike. Polîsan bi gotina 'Me wêneyên we kişand, hûn ê bibînin' gef li xwendekaran xwarin. -
Tayînkirina bi rengekî nelirê, kir ku doktorê sereke îstifa bike
Wekîlê AKP'ê Abdulhalat Arvas ku li Wanê nêzî 100 xizmên xwe li saziyên cemaweriyê bi cih kiriye, vê carê jî birayê şêwirmendê xwe kir midûrê Mala Doktoran a Wanê. Vê yekê kir ku Doktorê Sereke yê Nexweşxaneya Wanê Kamîl Yavûzer îstifa bike.