KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Nobeta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş didome
Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş di roja 46’mîn de didome. -
Li Duhokê hêzên PDK’ê girte ser merasîma ji bo rojnamegeran
Li Duhokê hêzên PDK’ê girte ser merasîma xelatê ya ji bo rojnamegeran ku wê li buroya Tevgera Goran bihata lidarxistin. -
Şêniyên Serêkaniyê yên koçberbûyî li dijî dagirkeriyê meşiyan
Şêniyên Serêkaniyê ku warê wan ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve hatiye dagirkirin, li Kampa Waşûkanî meşiyan û sûcên şer ên dagirkeran şermezar kirin. -
Piştî êşkenceyê ew ji Şirnexê sewqî Xarpêtê kirin
Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê êşkence li çalakvana TJA’yê Sumeyye Gok hate kirin. Piştre tevî du girtiyan ew sewqî girtîgeha Xarpêtê kirin. -
HPG: Artêşa Tirk a dagirker xwe ji 3 herêmên Zapê vekişand
Artêşa Tirk a dagirker ku derbên giran ji Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xwar, neçar ma ku xwe ji qadên Girê Şehîd Mûnzûr, Girê Şehîd Serxwebûn û Cîloya Biçûk ên Zapê vekişîne. -
Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 298'an de ye
Têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar dewam dike, ku ji bo xizmên xwe yên sala 2018'an li Rihayê ji aliyê AKP'iyan ve hatin qetilkirin, hate destpêkirin. -
4 girtî hatin sirgûnkirin
Ji Girtîgeha Tîpa F û bi Ewlekariya Bilind a Wanê 4 girtî ji bo girtîgehên cuda hatin sirgûnkirin. -
Serlêdana Baroya Amedê ya têkildarî Abdullah Ocalan bêbersiv hate hiştin
Serlêdana Baroya Amedê ya têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Wezareta Edaletê hate kirin, bêbersiv hate hiştin. Parêzer Mehdî Ozdemîr got, "Heta ku tecrîd neqede, demokrasî pêk nayê." -
Bayik: Têkoşîna PKK’ê dawiya desthilatdariyê anî
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê di dema xwe ya dawîn de ye û got “Heke desthilatdariya AKP û MHP’ê qels dibe, ev bi saya têkoşîna tevgera me ye.” -
Artêşa Tirk a dagirker ji Girê Şehîd Mûnzûr vekişiya
Artêşa Tirk a dagirker ji Girê Şehîd Mûnzûr ê Zapê vekişiya, ku derbên giran lê xwaribû. -
Kaçan: Me serî li ber ti zextan netewandiye, natewînin
Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Kaçan: Di têkoşîna 27 salan de me serî li ber zext, êriş û tevgerên êsîrgirtinê netewandiye, ji niha û pê ve jî natewînin. Em rûmet û kerameta Iraqê diparêzin, rêz ji hiqûqa wê re digirin, divê ew jî rêz ji bo me bigire. -
'DAÎŞ weke karteke zextê tê bikaranîn'
Çavdêrên siyasî bal kişandin ser ser mezinbûna metirsiya êrişên DAÎŞ’ê ya ji bo Iraqê û gotin, "Iraq bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ye û herêma Kurdistanê jî ji wan metirsiyan wê bê par nebe." -
Kurdan bang kirin; ‘êrişên bi çekên kîmyewî rawestînin’, lê cîhanê xwe kerr kir - IV
Li gel banga Kurdan û raya giştî ya demokratîk, di serî de OPCW saziyên têkildar ên navneteweyî li pêşberî bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk bêdeng man. -
Rêxistina CPT: Dewleta Tirk zêdetirî 20 baregehên leşkerî avakirin
Rêxistina Christian Peacemaker Teams ragihand ku di sala 2021’an de tundî, zilm û zordarî di asta herî jor de zêde bûye û got: “Di sala 2021’an de dewleta Tirk zêdetirî 20 baregehên leşkerî li herêmê ava kir.“ -
Li Seqiz ciwanekî xwe kuşt
Xwkujiya ciwanan li Rojhilatê Kurdistanê her ku diçe zêde dibe, hat ragihandina ku duh li bajarê Seqizê ciwanekê xwe kuştiye. -
KCK: Desmont Tûtû wê di Kurdistaneke azad û demokratîk de timî zindî bimîne
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya wefata Desmont Tûtû peyameke sersaxiyê da û diyar kir ku weke Tevgera Azadiya Kurd ji bo pêkanîna hesreta Desmont Tûtû û doza wî em ê têkoşînê mezin bikin. -
Cara 12. Emîne Şenyaşar vexwendin îfadedayinê
Emîne Şenyaşar a ku hevser û zarokên wê ji aliyê dewleta Tirk ve hatî qetilkirin, ji ber axaftinên ku di Nobeta Edaletê de kirî ji bo cara 12’an vexwedin ku îfade bide. -
Berxwedan malbatên girtiyan didome
Li Wanê û Amedê berxwedana malbatên girtiyan didome. -
Piştî 594 rojan doz li hevşaredarên Sêrtê hate vekirin!
Hevşaredarên Sêrtê yê cezayê limalêmayînê li wan hatibû birîn, piştî 594 rojan doz li wan hate vekirin. -
Îdîanameya li dijî oldarên Kurd hate amadekirin, hate qebûlkirin
Îdîanameya li dijî bi dehan endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Oldaran re (DÎAYDER) hatibû amadekirin, hate qebûlkirin. Hinceta darizandinê jî 'Dayina xutbeya bi Kurdî' ye. -
Li Geverê notirvan bi çalakiyeke bombeyî hatin hişyarkirin!
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî notirvanan bi bombeyan çalakiyeke hişyarkirinê li dar xistine. -
Bayindir: Karê me yê sereke şikandina tecrîdê ye
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir destnîşan kir ku karê wan ê sereke şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Em ê îro jî, sibe jî têkoşîna xwe mezin bikin." -
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûne, eşkere kir
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, "Em soza xwe dubare dikin, ku mîrateya têkoşînê ya ku hevrêyên me radestî me kirine, bi serketinê tacîdar bikin." -
Gefa kuştinê li Serdar Îzol hate xwarin
Serdar Îzol ku hevser, kur, kek û hevjîna kekê wî hatin qetilkirin, diyar kir ku bi fermana Parlamenterê berê yê AKP'ê Zulfukar Îzol êriş li dijî wî hatiye kirin û gefa kuştinê lê hatiye xwarin. -
Endamên Egîtîm-Senê serdana malbata Şenyaşar kirin
Endamên Şaxê Amedê yê Egîtîm-Senê serdana malbata Şenyaşar kirin û gotin, "Heta ku hesab bê pirsîn em bi malbatê re ne."