KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
‘Tecrîd û binpêkirinên mafan bi berxwedanê dê were pûçkirin‘
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên bi sedema înfaza wan hatiye binpêkirin nayên berdan di roja 15’emîn de berdewam dike. Jinan îro serdana çalakiyê kir. -
Hejmara kesên li Şirnexê hatin girtin bû 20
Li Şirnexê ji Îna borî û heta niha 34 kes hatibûn destgîrkirin. Ji nav 34 kesan 20 kes hatin girtin. -
Nobeda Edaletê ya li Amedê di roja 38'an de ye
Nobeda Edaletê ku xizmên girtiyan li Amedê dan destpêkirin, di roja 38'an de ye. -
Li Dîlokê êrişa nijadperestî: Ciwanekî ji Sûriyeyê hate kuştin
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ciwanekî ji Helebê li Dîlokê di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da. -
'Xwebûn xwenasîn e' -NÛ BÛ
Edîtora rojnameya Xwebûnê Elîf Can Alkan got, "Gel Xwebûnê ji xwe dibîne. Ji xwe bi navê xwe jî nîşan dide ku rojnameya civaka Kurd e." -
Têkildarî kuştina Efe Tektekîn ê 5 salî, rapor ji ATK'ê hate xwestin
Di rûniştina doza têkildarî Efe Tektekîn ê 5 salî de ku bi wesayita zirxî hate qetilkirin, ji Saziya Tipa Edlî (ATK) raporeke nû hate xwestin. -
Malbata Şenyaşar li ber edaleta 'zaliman' rabû
Malbata Şenyaşar ku li Rihayê bi sedan roj in ji bo edaletê têdikoşe, nerazîbûn nîşanî edaleta 'di destê zaliman de ye' da û li diyar kir ku li ber deriyê edaletê ew li benda 'mûcîzeyê' ne. -
Girtiyê nexweş Aslan: Zext û zordarî li me tê kirin
Girtiyên nexweş Alî Aslan ê li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 4 a Amedê tê girtin, diyar kir ku zext û zordarî li wan tê kirin, çend rojan xwarin jî nedane wan. -
Deriyên sînor pêşkêşî hevkaran hatine kirin
Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede got, gelê Colemêrgê nikare ji deriyên sînor sûdê werbigire û destnîşan kir, ku deriyên sînor tenê pêşkêşî alîgirên AKP'ê hatine kirin. -
Ronahî: Dixwazin qetlîama Gurgumê bidomînin!
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê Qetlîama Gurgumê bi awayekî cihê didomîne û got “Divê Elewiyên Kurd rêxistinkirina xwe geş bikin.” -
HPG: Li Xakurkê 4 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik hatin rûxandin
Gerîlayên YJA Starê li Xakurkê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyek kirin. Di çalakiyê de 2 mewzî hatin rûxandin, 4 dagirkerên ku hatin tespîtkirin, hatin cezakirin. -
Li Amedê tecrîda li Imraliyê hate şermezarkirin
Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
TMMOB'iyan serdana malbata Şenyaşar kirin
Endamên Koordînasyona Bajêr a Amed û Rihayê yên TMMOB'ê serdana malbata Şenyaşar kirin û piştevaniya xwe nîşan dan. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê ya li Geverê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê ya li bejahiya navçeya Geverê ya Colemêrgê weşand. HPG'ê ragihandibû ku di vê çalakiyê de 9 dagirker hatine cezakirin. -
HPG: Şehîdên Amedê her demê wê rêya me ronî bikin -NÛ BÛ
HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên ku li Amedê şehîd bûbûn ragihand û got, "Bi şehîdbûna li Amedê di meşa azadî û serfiraziyê ya gelê me de bûne şevçirax, bi ked û fedakariya xwe her demê wê rêya me ronî bikin." -
Malbata Şenyaşar nerazîbûn nîşanî 'yên xemsar' da
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin têkoşîna edaletê dimeşîne, diyar kir ku wê rêyeke nû destnîşan bikin û nerazîbûn nîşanî 'yên xemsar' da. -
Çiyayê Şengalê bi berfê spî bû
Li Şengalê berfa salê lê kir. Çiya bi berfê spî kir. -
Çewlik: Ev zivistana dawîn a AKP û MHP’ê ye -1
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik bi bîr xist ku deshilatdariya Tirk gotiye qaşo ‘Ev zivistana dawîn a PKK’ê ye’ û got “Lê bi berxwedana gerîlayan em dikevin zivistana dawîn a hikumeta AKP û MHP’ê.” -
Jinên ku tevlî nava refên gerîla bûn: Divê jin ên ciwan bi berpirsyarî rabin
Jin ên ciwan ên Rojavayî ragihandin ku ew tevlî nava refên PKK'ê bûne û diyar kirin, ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk wê têkoşîna xwe mezin bikin. -
12 sal ceza li Cengiz Anlî yê HDP'yî birîn
Dadgeha Tirk 12 sal û 6 meh ceza li Hevserokê HDP'ê yê Qersê Cengiz Anli birî. -
''Em naxwazin xebera mirinê ji girtîgehan were'
Nobeta Adaletê ya li Wanê ya di roja 13'an de li Baroya Wanê didome. Xizma girtiyan Behîce Subay got, ''Em naxwazin xebara mirinê ji girtîgehan were.'' -
Nobeta Edaletê: Ev ne xwekuştin e, dewlet berpirsyar e
Di Nobeta Edaletê de ya ku li Amedê xizmên girtiyan bi rê ve dibe, bal hate kişandin ser mirinên bi guman ên li girtîgehan. Di nobetê de hate ragihandin dewlet berpirsyar e. -
10 sal cezayê girtîgehê li Nûrhayat Altûn birîn
Hevşaredara Dersimê Nûrhaya Altûn ku wezîfeya wê hate desteserkirin, bi 10 salan cezayê girtîgehê hate cezakirin. -
Şandeya HDP, DBP û PÎA'yê serdana malbata Şenyaşar kir
Şandeya HDP, DPB û PÎA'yê çû serdana malbata Şenyaşar ya ku ev bi qasî salekê ye li ber xwe dide. -
SÎNEÇIYA: Li Silêmanî qedexekirina fîlma 'Ji bo Azadiyê'' şermeke mezin e
SÎNEÇIYA a TEV-ÇAND'ê li ser qedexekirina fîlma 'Ji bo Azadiyê'' daxuyanî da û got, ''Bêguman ev yek ji bo komîteya festîvalê şermeke pir mezin e.''