KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji bo kekê xwe yê 29 sal in girtî ye, di nobedê de ye
Ji çalakgerên 'Nobeda Edaletê' ya li Baroya Amedê Încî Guler Altindag, ji bo kekê xwe Abdulselam Guler ê ku 29 sal in girtî ye û girtiyên din daxwaza edaletê dike. -
‘Ez heta tola kekê xwe yê şehîd ranekim ez narewestim‘
Xwişka Şehîd Merwan Bedel, Hilwa Xelef anî ziman ku ew bixwîna kekê xwe yê şehîd sond dixwe ku heta tola kekê xwe nerake wê tu carî neraweste û got: “Ew kesê bêbext ger biçe li ber perên ezmanan jî ez li pey wî bernadim û heta wî ceza dikim.“ -
Li cihê ku Merwan Bedel hate şehîdxistin, nokerî hate şermezarkirin
Li cihê ku Hevserokê Konseya Rêveber a Meclîsa Xweser a Şengalê Merwan Bedel hate şehîdxistin daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin wê sîxur û hevkarên dijmin li Şengalê nikaribin bijîn. -
Endamên HDP, KESK û Koma Bajar serdana malbata Şenyaşar kirin
Rêveberên KESK'ê, endamên Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê û endamên Koma Muzîkê ya Bajar, li Rihayê serdana malbata Şenyaşar kir ku ji bo edaletê li ber xwe dide. -
10 sal cezayê girtîgehê li hevseroka MEBYA-DER’ê hate birîn
10 sal cezayê girtîgehê li hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas hate birîn. -
HPG: Li Xakurkê 3 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêma Xakurkê li dagirkeran xistin. Di encama çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin. -
PDKê welatparêzê bi navê Gungor Alp dersînor kir
Li Hewlêrê hêzên asayîşa PDK’ê welatparêzê bi navê Gungor Alp ê ji Bakurê Kurdistanê dersînor kir. -
Meclîsa Xweser a Şengalê têkildarî saziyên hikumeta Bexdayê biryareke nû da
Rêveberiya Xweser a Şengalê piştî hişyariya doh, biryar da ku saziyên hikumeta Bexdayê jinûve karibin dest bi karê xwe bikin. -
Ciwanên Ereb: Qada gerîla qada rûmet û serketinê ye
Ciwanên Ereb bi daxuyaniyekê tevlî nava refên PKK'ê bûn û gotin, "Her mala ku hatiye hilweşandin, her welatparêzekî me yê hatiye qetilkirin û her êrişeke faşîst ji bo me hinceta tolhildanê ye." -
Li Wanê kon, qesr û girtîgehên Tirkkirinê
Dorhêla Gola Wanê ku ji bo gelê Kurd gelekî girîng e bûye hedefa desthilatdariya AKP'ê. Li navçeya Bêgirê ya Wanê ji bo asîmîlasyonê Konê Atayûrt ê Tirk, li navçeya Erdîşê girtîgeheke nû, li navçeya Xelatê jî qesr tê çêkirin. -
Mexmûriyan êrîşa li ser Şengalê bi tundî şermezarkirin
Li Mexmûrê ji bo şermezerkirina êrîşên li ser Şengalê meşekî gîrseyî hat lidarxistin. Mexmûriyan êriş şermezarkirin û gotin: “Emê li hemberî êrîşên wan u fermanên wan serî na tewînîn.” -
'Rêberê me xeta me ya sor e'
Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û ji bo hevdîtinê bang kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rêberê me xeta me ya sor e." -
Artêşa Iraqê ya ku 'nikare' Şengalê biparêze hate şermezarkirin: 2 kes birîndar bûn
Şengaliyan êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya hikumeta Iraqê şermezar kirin. Lê belê ji ber gulereşandina leşkerên Iraqê herî kêm 2 Şengalî birîndar bûn. -
Sozdar Avesta: Ne PDK ne jî dewleta Tirk wê nikaribe îradeya Şengalê bişikîne
Sozdar Avesta destnîşan kir ku şehîdxistina Merwan Bedel bi hevkariya PDK û dewleta Tirk hatiye kirin û got, ne PDK ne jî dewleta Tirk wê nikaribin îradeya xelkê Şengalê bişikîne. Avesta bang li xelkê Şengalê kir: "Xaniyanan ji nava xwe biavêje." -
Çalakiya nobedê ya malbatên girtiyan dewam dike
Malbatên girtiyên nexweş û nayên berdan, 27 roj in Nobeda Edaletê dewam dikin. -
HPG: Dewleta Tirk a ku derbên giran ji gerîla dixwe, hêviya xwe bi derewan girêdaye
HPG'ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ku derbên giran ji gerîla dixwe, hêviya xwe bi derewan girêdaye û got, "Di çalakiyên serketî yên dawî yên li Zapê de bêvila hevrêyeke/î me jî xwîn nebûye." -
Polîsan û şaredariyê di merasîma cenaze ya Gezer de sûc kirin
Baroya Mêrdînê diyar kir polîsan û şaredariyê di merasîma Garîbe Gezer de sûcê ''cihêkarî û navtêdana kîn û dijminatiyê'' kirine. -
Rêveberiya Xweser hişyarî da, saziyên hikumeta Bexdayê yên li Şengalê îro nehatin vekirin
Li ser hişyariya Rêveberiya Xweser a Şengalê ku ji ber bêdengiya hikumeta Iraqê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk, saziyên hikumeta Bexdayê yên li Şengalê îro nehatin vekirin. Rêveberiya Xweser diyar kiribû, ti hukmê hikumeta Bexdayê li Şengalê nemaye. -
HPG: Hevrêyê me Rûbar li Rihayê şehîd bû
HPG'ê nasnameya gerîlayê li Rihayê şehîd bû eşkere kir û got, "Hevrêyê me Rûbar bi têkoşîna xwe ya destanî ya ji 12 salan wê çavkaniya sûdwergirtinê û meşaleya rêya hevrêyên xwe be." -
'Bexda û Hewlêr hevkariyê bi faşîzma dewleta Tirk re dikin'
TEV-DEM'ê li ser bombardûmana dewleta Tirk a dagirker a li ser Meclîsa Gel a Xanesorê ya Şengalê daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşanî bêdengiya Bexda, Hewlêr û Neteweyên Yekbûyî da. -
Tirkiye hiqûqa navneteweyî binpê dike
Hiqûqnas Onûr Duşunmez anî ziman ku Tirkiye li dijî peymanên ku mohra xwe daniye binî tevdigere û hem qanûnên xwe hem jî qanûnên navneteweyî binpê dike. -
Qedexeya neqanûnî bi israr dewam dike
Mîna li Wanê, dewleta Tirk li Colemêrgê jî 6 sal in çalakî-xwepêşandanan qedexe dike. Li herêmên derveyî navendê jî bi qedexeyên demkî vê yekê domdar dike. -
‘Pergala zilmê teqez dê were hilweşandin‘
Li Silêmaniyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate li darxistin. -
‘Divê êdî gelê Êzidî rabe li ser lingan‘
Alîgira Hevserokên Rêveberiya Xweser a Şengalê Sêvê Emo anî ziman ku li dijî êrîşên dewleta dagirker ya Tirk divê êdî gelê Êzidî rabe li ser lingan. -
Li Parîsê meşa bi heybet ya 10’ê Kanûnê
Li Parîsê Kurdistanî û dostên xwe ji bo 10 'ê Kanûnê Roja Azadiya Abdullah Ocalan a Cîhanê li qadan bûn.