KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Balefirên şer avahiya Meclîsa Gel a Xanesor bombebaran kir
Balefirên şer ên dewleta dagirker ya Tirk avahiya Meclîsa Gel a Xanesor bombebaran kir. -
Li Çewlikê tecrîda li Imraliyê hate şermezarkirin
Rêxistina Bajêr a HDP'ê ya Çewlikê terida li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got,''Heke tecrîd rabe wê hemû pirsgirêk çareser bibin.'' -
Dagirker qutifîn, bi eraziyê ve reviyan: 5 dagirker hatin cezakirin
Hêzên gerîla li Zapê bi ser leşkerên Tirk ên dagirker de girtin. Dagirkerên ku ji tirsa reviyan bûne hedefa gerîla. Di çalakiyê de 5 dagirkerên ku hatin tespîtkirin, hatin cezakirin. -
Bi sedan kes diçin konê sersaxiyê ya Garîbe Gezer
Bi sedan kes diçin konê sersaxiyê ya ku ji bo Garîbe Gezer a ku li Kerboranê hatiye danîn. -
HPG’ê nasnameya gerîlayekî xwe yê şehîd eşkere kir
HPG’ê diyar kir ku gerîlayê bi navê Bahoz Zagros (Mehmet Sefa Akman) li Herêmên Parastinê yên Medyayê di bomberdûmanê de şehîd bûye. -
Soylu hedef nîşan da, polîsên Tirk terora destgîrkirinê dane destpêkirin
Wezîrê Karê Navxwe yê Tirk piştî ku li Meclîsa HDP'ê hedef nîşan da, polîsên Tirk vê sibehê dest bi terora destgîrkirinê kirin. Li Şirnex, Cizîrê û Silopya gelek kes hatin destgîrkirin. -
Gerîla li Zapê dîsa li dagirkeran da
Gerîlayan li Zapê dîsa li dagirkeran da. Hate diyarkirin gelek dagirker hatine cezakirin. -
Malbata Şenyaşar: Em ê bi hevgirtinê edaletê pêk bînin
Malbata Şenyaşar a di berxwedanê de ye got “Em ê bi hevgirtinê edaletê pêk bînin.” -
Gerîlaya YJA Starê Jînda Gabar hate veşartin
Cenazeyê Mîhrîban Ata ya YJA-STAR’î ku li Dersimê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Dêrîkê hat veşartin. -
Polîsên Tirk li Cizîrê girtin ser avahiya HDP’ê
Polîsên Tirk vê sibehê li Cizîrê girtin ser avahiya HDP’ê. Li Cizîr û Silopiyê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de gelek kes hatin destgîrkirin. -
Fermandariya Biryargeha NPG’ê çalakiya Zapê pîroz kir
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) çalakiya li Zapê pîroz kir û got “Ji ber vê operasyona şoreşger a serkeftî, di şexsê fermandariya we de, Em Fermandariya Eyaleta Zapê û hemû yekîneyên di vê çalakiyê de tevkariya wan hene, pîroz dikin.” -
Li Wanê sala 2021’an binpêkirina mafan zêdetir bûye
Serokê Şûbeya ÎHD’ê ya Wanê Parêzer Mehmet Karataş got sala 2021’an li Wanê binpêkirina mafan zêdetir bûye. -
‘Bi êrîşan em ê dest ji çanda xwe bernedin‘
Nîştecihên Şengalê cejna Êzî di nava şînê de pîroz kirin û berê xw dan şehîdgehê û serdana gora Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel kirin. -
Malbata Merwan Bedel: Em ê li ser rêya wî bimeşin
Pismamê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel, Rêber Xelef anî ziman ku ew ê li ser rêya heqîqetê ya Merwan Bedel bimeşîn û got:“Em ê li pey armanc û daxwazên azadiyê yê şehîdê xwebin û rêya wan berdewam bikin.“ -
Li Merîwanê 2 Kurd hatin destgîrkirin
2 welatiyên Kurd li bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên îtilatê yê Îranê ve hatin destgîrkirin. -
Îro roja dawîn a konê sersaxiyê ya ji bo Merwan Bedel e
Îro roja dawî ya konê sersaxiyê ya Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel e. -
Berxwedana malbatên girtiyan di roja 25’emîn de didome
Berxwedana malbatên girtiyan li Baroya Amedê di roja 25’emîn de didome. -
Li Şengalê serdana şîna Bedel didome
Serdana ji bo şîna Hevserokê Konseya Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel ê ku dewleta Tirk di 7’ê Kanûnê de di êrişê de ew şehîd kiribû, didome. -
Dogan: Em ê bi berxwedanê her hebin
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê Mahîr Dogan diyar kir ku krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê pêwendiya xwe bi polîtîkayên şer ên rejîma AKP-MHP'ê heye û got, "Li dijî polîtîkayên şer em ê bi xurtî li ber xwe bidin." -
Li Silopiyayê polîsan êriş birin ser dikandaran
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, dikandarekî nerazîbûn nîşan da ku wesayita zirxî li ber dikana wî park kiriye. Li ser vê yekê polîsên Tirk êriş birin ser dikandar. -
HPG: Kozik tevî dagirkerên tê de hate îmhakirin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li qada Lêlkan a Xakurkê li kozikeke artêşa Tirk a dagirker xistin. Di çalakiyê de kozik tevî dagirkerên tê de hate îmhakirin. -
Malbata Şenyaşar berxwedana xwe didomîne
Malbata Şenyaşara li dijî komkujiya AKP'yiyan ev 277 roj in li ber xwe dide. -
Jinan li Silopya xwestin ku Tugluk were berdan
Meclîsa Jinan a HDP'ê û TJA'yê li naçeya Şirnexê Silopyayê xwestin ku siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk were berdan. -
Konê sersaxiyê yê Merwan Bedel: Laş parçe bibin jî serî nayê tewandin
Di konê sersaxiyê de yê ji bo şehîd Merwan Bedel hate vedan, xelkê Şengalê diyar kir ku wê li ser şopa şehîdan bin û peyama mezinkirina têkoşînê dan. -
Malbatên şehîdan: Bêdengî û çavgirtin nokeriya ji bo dijmin e
Li taxa Çarçira îro jî li kujerê şehîd Şukrî hate pirsîn. Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ya Başûrê Kurdistanê bang li rêveberiya herêmê kir, ku belgeyan ji bo raya giştî eşkere bike û got, "Bêdengî, çavgirtin alîkarî û nokeriya ji bo dijmin e."