Gerîlaya YJA Starê Jînda Gabar hate veşartin

Cenazeyê Mîhrîban Ata ya YJA-STAR’î ku li Dersimê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Dêrîkê hat veşartin.

Cenazeyê Mîhrîban Ata (Jînda Gabar) ya YJA-STAR’î ku di 5’ê Kanûnê de li Dersimê di şer de şehîd bûbû, ji aliyê malbata wê ve ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hat wergirtin. Malbat derengiya şevê de gihişt navçeya Dêrîka Mêrdînê û ji bo ku defin bikin cenaze bir goristana navçeyê. 
Gelek kes beşdarî merasîma veşartina cenaze bûn. 
Piştî hewcehiyên  olî hatin pêk anîn, cenazeyê Ata hat veşartin.