KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Kakeyî: Di doza Birêz Ocalan de ti yasayeke navneteweyî nehatiye pêkanîn
Parêzer û şarezayê yasayên navneteweyî Hejar Kakeyî: Di doza Birêz Abdullah Ocalan de ti yasayek navneteweyî nehatiye pêkanîn. -
Malbata Şenyaşar: Ev doz ne tenê doza me ye
Ferît Şenyaşar got, "Yên bêdeng dimînin hevparê vê komkujiyê ne. Ev doz ne tenê doza me ye." -
Parêzerên Abdullah Ocalan li HSK'ê gilî kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji ber astengiya li pêşiya hevdîtina bi muwekîlên xwe re, serî li Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) dan. -
NPG'ê bîlançoya şer a 2021'ê eşkere kir -NÛ BÛ
NPG'ê bîlançoya şer a sala 2021'e eşkere kir. Hêzên HPG'ê 742 çalakî li dar xistin û 861 dagirker ceza kirin. NPG'ê got, "Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê di sala nû ya têkoşînê de jî bersivê bidin bendewariyên şehîdan û Rêberê me." -
40 gerîlayan li hemberî êrişa kîmyewî bi rojan li ber xwe dan- III
Sala 2021'ê li Garê, Zap, Metîna û Avaşînê, di êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk de bi giştî 40 gerîlayên HPG û YJA Starê bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Wan gerîlayan bi rojan li ber xwe dan û bi gazên qedexekirî şehîd bûn. -
Bûn lehengên Kurdistanê
Gerîla Armanc Welat û Zinarîn Zinar ku bi wêrekiyeke mezin tevlî şerê li Heftanînê bû û bêtirs li dijî dijmin şer kirin, 19'ê Cotmeha 2020'î tevlî karwanê nemiran bûn. -
Besê Erzîncan: Em dest bi saleke ji têkoşîna mezin dikin
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan sala 2021'ê ji aliyê jinê ve nirxand û got, "2022 wê bibe saleke ji têkoşîneke mezin re. Em ê teqez bi ser bikevin." -
‘Girtiyan ji bo azadiya gel li ber xwe dan‘
Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ku li Baroya Wanê dan destpêkirin, di roja 21'an de didome. -
Nobeta Dadê ya li Amedê di roja 44'an de didome
Nobeta Dadê ya ku li Amedê malbatên girtian dane destpêkirin di roja 44'an de didome. -
Êrişa li ser avahiya HDP'ê li Bakurê Kurdistanê hate şermezarkirin
Kurdistaniyan êrişa li ser avahiya HDP'ê ya Bahçelîevlerê şermezar kirin û gotin, "Hesabê êrişên faşîst wê teqez bêne pirsîn." -
Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê berxwedanê li her qadê mezin bikin
Meclîsa Ciwanan a HDP'ê got, "Dijminatiya li Kurdan çavkaniya krîza piralî ya li Tirkiyeyê ye" û destnîşan kir ku wê berxwedanê li her qadê mezin bikin. -
Malbata Şenyaşar: Em bi biryar in, em ê edaletê bînin
Malbata Şenyaşar a ku berxwedana xwe dewam dike got, "Em bi biryar in, em ê edaletê bi hev re bînin." -
Başûrê Kurdistanê saleke bi krîz û serhildan li pişt xwe hişt
Başûrê Kurdistanê li gel krîzên aborî, siyasî û civakî, bi xwepêşandanên civakî bû rojev. Bi taybetî hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk û şehîdkirina gerîla û rewşa koçberan deng veda. -
Bayik: Êdî kes nikare pêşî li azadiya fizîkî ya Rêbertî bigire
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, ku dewleta Tirk û hêzên navneteweyî dixwazin kampanyaya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd asteng bikin û got, "Êdî çi jî bikin nikarin pêşî li azadiya fizîkî ya Rêber Apo bigirin." -
Dewleta Tirk bombe li çiyayê Asosê barand
Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ragihand ku balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li çiyayê Asosê barandine. -
Gazên bi jehr ên bi ‘bêhna xweş’ bi kar anîn - II
Hate tespîtkirin ku artêşa Tirk di 6 mehên destpêkê yên şerê li Metîna, Avaşîn û Zapê de 323 caran çekên kîmyewî bi kar anî. Leşkerên Tirk her ku nekarî encamê bi dest bixe, cûre û rêjeya kîmyasalê guhert. Her wiha gazên bi ‘bêhna xweş’ bi kar anî. -
'Girtiyên nexweş wijdanê hevpar ên civakê ne'
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş ku nayên berdan û girtiyên cezayê wan hatiye taloqkirin û nayên berdan a li Baroya Amedê di roja 43'emîn berdewam dike. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo xizmên girtiyan nameya piştigiriyê şand. -
Di nava 10 salan de hezar û 608 kolber hatin qetilkirin û birîndarkirin
Di sala 2021’an de ji aliyê hêzên Îranê ve 54 kolber hatine qetilkirin û 165 kolber jî birîndar bûne. Bi giştî di nava 10 salên borî de hezar û 608 kolber hatine qetilkirin û birîndar kirin. -
Balafirên dewleta Tirk herêma Şarbajêr bombebaran kir- NÛ BÛ
Balafirên dewleta Tirk a dagirker vê êvarê herêma gundê Gelale yê bajaroka Şarbajêr bombebaran kir. -
Nobeda Edaletê ya Wanê: Bila êdî darbest ji girtîgehan dernekeve
Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ku li Baroya Wanê dan destpêkirin, di roja 20'an de didome. -
Jinên Colemergî li dijî tecrîdê meşiyan
Jinên Colemergî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, ''Em tecrîdê bişkînin, azadiyê pêk bînin.'' -
Li Dersimê şewat: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Li gundê Çantûrê yê Dersimê, agir bi malekê ket. Di bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest da. -
Qurbaniyên komkujiya Roboskî li ser gora xwe hatin bîranîn
Li gundê Roboskiyê 34 qurbaniyên komkujiyê di salvegera 10’emîn de li ser gora xwe hatin bîranîn. Di bîranînê de peyama hesabpirsînê hate dayin û hate gotin, "Heta ku edalet li Roboskî bi cih neyê, wê li Tirkiyeyê jî pêk neyê." -
TAJÊ êrişa dewleta Tirk a li Kobanê şermezar kir
TAJÊ êrişa ku dewleta Tirk a dagirker li Kobanê kiribû û ciwanên Kurd qetil kiribû, şermezar kir û got, "Çawa ku me li beramberî DAÎŞ'ê li ber xwe dan, em ê bi hev re li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk jî li ber xwe bidin." -
Nobeda malbata Şenyaşar di roja 295'an de ye
Emîne Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe daxwaza edaletê dike û 295 roj in nobedê digire, nerazîbûn nîşanî bêdengiya li hemberî daxwaza wan da.