KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Jinên Tîrêjên Rojê li Geverê li qereqola polîsan dan
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji du baskan ve bi bombeyên bi destan hatin çêkirin, li dijî qereqola polîsan çalakî kirine. -
'Wê di sala 2022’an de jî derbên giran li faşîzma dewleta Tirk were xistin'
Gerîlayê HPG’ê Dilgeş Farqîn û gerîlaya YJA Starê Avînar Mîrkan bal kişandin ser berxwedan gerîla ya li Zap, Metîna û Avaşînê û diyar kirin wê di sala 2022’an de jî berxwedana gerîla bênavber bidome. -
Li Amedê ji bo girtiyên nexweş çalakî hate lidarxistin
Li Amedê gelek rêxistinên civakî yên sivîl û nûnerên partiyên siyasî li meydana Deriyê Çiyê li hev kom bûn û ji bo berdana girtiyên nexweş û yên cezayên wan qediyane, bang kirin. -
Ji ber bêdengiya wan malbata Şenyaşar helwest dijî pêşengên dînî da
Malbata Şenyaşar ku ji xizmên xwe yên sala 2018'an li Rihayê hatibûn qetilkirin, ji ber bêdengiya wan helwest dijî pêşengên dînî da. -
Karasû: Gelê me li ser piyan e, sala 2022'an jî wê li ber xwe bide
Mustafa Karasû diyar kir, ku ji bo bersiva pirsa, 'wê sala 2022'an berxwedaniyeke çawa hebe?' divê mirov li berxwedana sala 2021'an binere û got, "Gelê me bi rêxistinî li ber xwe bide, wê li dijî dewleta Tirk bi teqezî bi ser bikeve." -
Hawreman her werzê bedew e
Hawreman ji hêla erdnîgarî û xwezaya xwe ve yek ji herêmên herî bedew a Kurdistanê ye. Hawreman her werza salê bi rengê xwe bedew û mirov sersûrman dike. -
Li Bedlîsê zêdeyî 300 herêm hatin qedexekirin
Dewleta Tirk li Bedlîsê 308 herêm tevahiya salê qedexe kir. Ji destpêka hefteyê ve li sê bajaran heman biryar hatin dayin. -
Sê xwişk û bira, sê gerîlayên leheng
Hêviya di dil û mejiyê Hêvîdar û birayên wê yên leheng de, wê ti carî ji bîr neçin. Ala wan wê her tim li çiyayên azad li ba be. -
'Sakîne Cansiz manîfestoya têkoşînê bû'
Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Gabar got, "Ew manîfestoya jiyan û têkoşînê bû" û wiha dewam kir, "PKK'iyeke rasteqîn bû ku ji dil tevlî damezrandin, pêşketin û guhertina PKK'ê bû." -
Li Kamyaranê kasibkarek jiyana xwe ji dest da
Li bajarokê Kamyaranê kasibkarek dema bi wesayîta xwe kasibî dikir qezakir, di encamê de kasibkar jiyana xwe ji dest da û kurê wî ku di wesayîtê de bû bi giranî birîndar bû. -
Çalakiya malbata Gulîstan Doku di roja 4'emîn de ye
Çalakiya rûniştinê ya malbata Gulîstan Dokû ku li Dersimê 2 sal in agahî jê nayê girtin, li pêş edliyeyê daye destpêkirin didome. -
Hêzên Îranê 2 welatiyên Neqedeyî destgîr kir
Hat ragihandin ku îro li bajarê Neqede du welatî ji aliyê hêzên rejîma Îranê hatin destgîrkirin. -
Nobeta Dadê didome: Ji bo ku Kurd in zarokên me girtî ne
Xizmên girtiyan ku Nobeta Dadê digirin gotin, ''Ji bo ku Kurd in zarokên me bi salan e girtî ne.'' -
Piştî Colemêrgê li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
Rojek piştî ku li Colemêrgê li 11 herêman derketina derkeve hate qedexekirin, vê carê li 14 herêmên Şirnexê ketin û derketin ji bo salekê hate qedexekirin. -
Rapora 2021 a DFG'ê: 2 rojnamevan hatin kuştin, 62 rojnamevan hatin girtin
DFG'ê ragihand ku ji 55 rojnamevanên di sala 2021'ê de êriş li wan hate kirin 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. DFG'ê ragihand ku di nava salekê de bi dehan doz hatin vekirin, 62 rojnamevan jî hatin girtin. -
Li Mexmûrê 1'emîn Sempozyûma Jineolojiyê hate lidarxistin
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Komîteya Jineolojiyê Sempozyûmek bi dirûşma 'Li Mexmûrê pirsgirêk û çareseriya xwebûnê' lidar xist. -
Berxwedana malbata Şenyaşar didome
Malbata Şenyaşar a ku ji bo edaletê li ber xwe dide got “Bila tu kes qala edaleta li Tirkiyeyê neke. Em mafdar in û di sir û sermayê de jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.” -
HPG'ê 2 gerîlayên sala 2017'an şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê 2 gerîlayên ku sala 2017'an şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Bahoz û Cesûr em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin." -
Bi navê eşîran komeleyên bêbingeh ava dikin
Desthilatdariya AKP-MHP'ê li Bakurê Kurdistanê li dijî Kurd û Kurdistanê bi destê eşîrên noker komeleyan ava dike. Bi beşdariya walî komele têne vekirin, bi budçeya veşartî û îhaleyan têne fînansekirin. -
Çalakiya malbata Dokû di roja 3’yemîn de berdewam dike
Çalakiya rûniştinê ya malbata Gulîstan Dokû ku li Dersimê 2 sal in agahî jê nayê girtin, li pêş edliyeyê daye destpêkirin didome. -
Li Newsûdê kolberek din ji aliyê hêzên Îranê ve birîndar bû
Li herêma sînorî ya Newsûdê hêzên Îranê êrişî komek kolberan kir, di encamê de kolberek bi giranî birîndar bû. -
Li Hewlêrê cenazeyê aktîvîstekî Kurd hate dîtin, şopên êşkenceyê li ser hene
Aktîvîstekî ji Rojhilatê Kurdistanê ku li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê du roj bûn agahî jê nedihate girtin, cenazeyê wî hate dîtin. Li ser bedena aktîvîstê Kurd şopên giran ên êşkenceyê hebûn. -
Leşkerên Tirk gundê Bradostê yê 2 ciwan jê revandibû, dorpêç kiriye
Artêşa Tirk a dagirker ku beriya çend rojan 2 ciwan ji gundê Dayla yê herêma Braostê ya Başûrê Kurdistanê revandibû, niha jî heman gund dorpêç kiriye û nahêle kes ji malên xwe derkeve. -
Dadgeriya Îranê 5 sal cezayê girtîgehê li perwerdeya bi Kurdî birî!
Dadgeriya Îranê 5 sal cezayê girtîgehê li mamoste Zara Mihemedî birî ku li Rojhilatê Kurdistanê zarokan hînî Kurdî dike. -
Li Colemêrgê 11 herêm hatin qedexekirin
Dewleta Tirk li Colemêrgê ketin û derketina 11 herêman ji bo 14 rojan qedexe kir. Hincet jî "operasyona leşkerî" ye.