Dadgeha Bilind cezayê 8 sal û 3 meh cezayê li Bekîr Kaya pejirand

Dadgeha Bilind ku yek ji organên darizandinê ya desthilatdariya AKP'ê ye, 8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê li Hevşaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya hate birîn, pejirand.

Bekîr Kaya dema ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê bû, wezîfeya wî hate desteserkirin û hate girtin. Zêdeyî pênc sal in girtî ye.

Bi hin sûcdariyên kêfî 8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Bekîr Kaya hatibû birîn.

Dadgeha Bİlind ev biryara 2'emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Wanê li gorî "qanûnê" dît û pejirand.

Di dosyaya ku Kaya lê tê darizandin de, pira ku şaredariyê li Şaxê çêkir, weke alîkariya ji bo endamên rêxistinê hate pênasekirin.