Li Kirmaşanê mînîbusekê qeza kir; 2 kes mirin 14 kes birîndar bûn

Vê sibehê li Kirmaşanê mînîbusek li kamyonekê qelibî, di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên xwecihî danê sibehê mînîbuseke ku xwendevanan vediguhezîne li ser rêya navçeyên Helşî-Mahîdeşt ên Kirmaşanê li kamyonekê diqelibe. Di encama vê qezayê de 2 xwendevanên keç jiyana xwe ji dest didin û 14 xwendevanên din jî birîndar dibin.

Hate zanîn ku temenê xwendevanan di navbera 12-16 salan de ye.

Derbarê rewşa birîndaran agahiyên berfirehî nehatin bidestxistin û birîndar rakirin nexweşxaneya bajêr.