Li ser Mexmûrê tevgereke zêde ya balafiran heye

Ji şevê din ve tevgereke zêde ya balafirên keşfê û yên şer li ser esmanê Mexmûrê heye.

Tevgera balafirên şer û keşfê û helîkopteran li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ti carî nesekiniye.

Ji saetên şevê heya niha liv û tevgereke zêde ya balafirên keşfê yên bê mirov, balafirên şer û helîkopteran li ser esmanê Mexmûrê heye. Lê nayê zanîn bê ka ev balafir ayîdê kîjan hêz û dewletê ne, her wiha bi çi armancê ketine nava liv û tevgerê.

Heya dema amadekirina vê nûçeyê jî ew liv û tevger berdewam dike.