Li rojnamevan Yalçin ceza hate birîn

Li rojnamevan Nûrcan Yalçin 3 sal û 7 meh û 22 roj cezayê girtîgehê hate birîn û derketina derveyî welat lê hate qedexekirin.

Di doza dijî rojnamevan Nûrcan Yalçin de ku bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hate destpêkirin, rûniştina 6'emîn pêk hat.

Yalçin beşdarî rûniştina li Dadgeha Cezayê Giran a 9'emîn a Amedê nebû. Parêzerê Yalçin Resûl Tamûr tevlî bû.

Heyeta dadgehê bi gitşî 3 sal û 7 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Yalçin birî û biryar da ku eşkerekirina hikum bê taloqkirin. Her wiha derketina derveyî welat li Yalçin qedexe kir.