Li Merîwanê 3 kolber hatin destgîrkirin
Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Merîwanê 3 kolber destgîrkirin û ew rakirin cihek nediyar.
Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Merîwanê 3 kolber destgîrkirin û ew rakirin cihek nediyar.
Êriş û qetilkirina kolberan ji aliyê rejîma Îranê bê navber didome. Vê carê jî dest bi destgîrkirina wan kiriye.
Li gorî Kolbernews dibêje roja Înê hêzên rejîma Îranê li ser sînorê bjajarê Merîwanê 3 kolber destgîrkirine. Her wiha dest danîne ser 120 sewal û çendîn kel û pelên ku bi wan re bûye.
Her sê kolberan xelkê gundê Pilore yê Merîwanê ne. Navê 2 ji wan kolberên hatinî destgîrkirin û nayê zanîn ka ew birine kûderê wiha ne: Îskender û Mihemed Kerîm.