KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Sala nû wê bibe sala azadiya Ocalan'
Greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger a li Wargeha Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 16’an de didome. Çalakgeran diyar kirin ku wê sala nû bibe sala azadiya Ocalan. -
Berxwedana Sakîne Cansiz bû kurtefîlm
Kurtefîlmê bi navê ‘Di 10 salan de 3 roj’ a li ser jiyana yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz di 9’ê Çileyê de ew ê were pêşandan. -
KCD: Bila bibe saleke berxwedan û destketiyan
KCD'ê sersal pîroz kir û xwest, 2019 bibe salek ku berxwedan û destketî mezin bûne. -
Karayilan: Dewletê îsal encam negirt
Karayilan: Armanca dewletê ew bû ku li Bakur pergala gerîla belav bike; li Başûr navenda fermandarî-kontrolê ji holê rake; Şoreşa Rojava bifetisîne û paşde gav bide avêtin. -
KONGRA-GEL: Em 2019'an bikin sala Rêbertî
KONGRA-GEL diyar kir, di sala 2019'an de wê faşîzm bê têkbirin û got, "Ji bo sala 2019'an bikin sala Rêbertî, divê gelê me têkoşîna azadî û demokrasiyê bilind bike." -
JAS: 2019 wê bibe sala berxwedanê ya jinan
JAS'ê sala nû pîroz kir û bal kişand ser destketiyên sala 2018'an Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em ê sala 2019'an bikin sala berxwedana jinan." -
Greva birçîbûnê ya Mexmûrê bi koma 6'emîn dewam dike
Çalakiya greva birçîbûnê ya 16'ê Kanûnê li Wargeha Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê û piştgirîdayîna ji bo Hevseroka KCD û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven dest pê kir, bi koma 6'emîn didome. -
Karayilan: Platformeke neteweyî şert e
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, ji bo Kurdan a herî pêwîst; platforma têkoşîn û piştevaniyê ye û got, "Ev bi ser neyê xistin, hingî wê bi kêrî armanca mêtingeran bê." -
'Em ê qadan hemûyan bikin qadên têkoşînê'
Çewlik bal kişand ser destketiyên artêşa YJA Starê yên sala 2018'an û got, "Ji aliyê guhertin û veguhertinê ve em xwedî îdîayeke mezin in." -
'PDK'ê beşek aliyên siyasî yên Kerkûkê li Hewlêrê kom kir'
Ji bo hilbijartina waliyê Kurd û çareserkirina beşek ji pirsgirêkên Kerkûkê PDK destûr nade hin endamên meclîsa parêzgeha Kerkûkê. Lê beşek ji aliyê siyasî yên Kerkûkê bi armanca çareserkirina pirsgirêkên bajêr li Hewlêrê kom kir. -
Gerîla TV dîmenê çekên ji ser leşkerên Tirk hatin rakirin weşand
Gerîla TV dîmenê çekên ku hêzên gerîla roja 28'ê Kanûnê li Girê Lêlîkanê ji ser leşkerên Tirk hatin rakirin, weşand. -
Wanî ji bo ku namzetên HDP'ê diyar bikin çûne ser sindoqan
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Wanê û navçeyên wê beriya hilbijartina xwecih bi dirûşmeya ''qeyûm wê têk biçin, vîna me wê bi ser bikeve'' bi pêşhilbijartinê namzetên xwe diyar dikin. -
Namzedên HDP'ê ji aliyê gel ve tên hilbijartin
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li gelek bajaran sindoq danîn, ji bo namzedên hevşaredariyan ku wê hilbijartin 31'ê Adarê pêk bê, diyar bike. -
Wekîlên Kurd ên li Îranê ji bo Rojava nameyek ji NY re şandin
Parlamenterên Kurd ên li parlamenta Îranê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku pêşî li gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bîne. -
Gola Uramiyê dîsa rih pê tê
Ji bo gola Urmiyê ku ji ber kirinên mirovî û germahiya global bobelata herî mezin a ekolojiyê lê dayî, hêvî dîsa geş bûn. Ev gola bêmînak dîsa tije bû. -
Gerîla dixwaze sala 2019'an bikin sala serfiraziyê
Gerîlayên HPG'ê û YJA Starê Bahar Zagros û Mazlûm Şahîn pêngavên ku 2018'an li dijî artêşa Tirk dane destpêkirin nirxandin û gotin, ''saleke tije serkeftin bû''. -
Şengaliyan li dijî êrîşên dewleta Tirk bang li hikumeta Iraqê kir
Şengaliyan diyar kirin, bêdengiya Neteweyên Yekbûyî ya li pêşberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê tê wateya desteka ji bo êrîşan û bang li hikumeta Iraqê kirin ku serweriya welatê xwe biparêze. -
Sala 2018'an li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê
Devereke din a ku bala siyaseta cîhanê li ser bû, Îran û Rojhilatê Kurdistanê bû. Di nava salekê de ji aliyê siyasî, leşkerî, aborî û civakî ve bûyerên girîng qewimîn. -
Ozen: Tecrîd nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd e
Parêzer Şivan Cemîl Ozen bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, pêkanîna li Îmraliyê û nêzîkatiya pirsgirêka Kurd bi hev ve girêdayî ne. -
'Berxwedana bi ruhê 14'ê Tîrmehê destpê kir, rêbaza serketinê ye'
KCK'ê bal kişand ser greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP'ê Leyla Guven û got, "Em bang li gel û dostên xwe dikin ku 2019'an bikin saleke mezin a têkoşînê, ji bo şikandina tecrîdê, hilweşandina faşîzmê û azadkirina Kurdistanê bi rola xwe rabin." -
Li Kerkûkê 1. Konferansa Ciwanan hate lidarxistin
Ciwanên Welatparêz ên Kerkûkê bi dirûşmeya ‘Em ê tecrîdê bişkênin, yekîtiyê biparêzin û Kurdistanê azad bikin’ 1’emîn konferansa xwe lidar xist. -
PKK: Wê 2019’an tecrîd were şikandin, faşîzma AKP-MHP’ê were hilweşandin
PKK: Me DAÎŞ têk biriye û di şexsê AKP û MHP’ê de me paşverûbûn aniye asta hilweşandinê. Li ser vî esasî em bi geşkirina pêngava ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê têk bibin û Kurdistanê azad bikin’ dikevin sala 2019’an. -
Li Îranê destgîrkirina welatiyên Rojhilatê Kurdistanê didome
Li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê du welatî ji aliyê îstixbareta rejîma Îranê ve hatin destgîrkirin û veguhestine cihekî nediyar. Sê welatiyên din ên li parêzgeha Ûrmiye hatibûn girtin heta niha jî di girtîgeha Îtîlaatê de têne girtin. -
HPG: Li Lêlikanê 6 leşkerên Tirk hatin kuştin
HPG’ê diyar kir ku hêzên wan roja 28’ê Kanûnê li Girê Lêlîkan a Başûrê Kurdsitanê li dijî yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek pêk anîne. HPG’ê ragihand ku di çalakiyê de 6 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûne. -
Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê di roja 39'an de ye
Greva birçîbûnê ya ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya Ocalan a li Hewlêrê pêk tê, ji aliyê koma 20’an ve hate dewr girtin.