KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê didome
Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di roja 49’an de didome. -
Balafirên şer bombe li gundê Bûkrîska barandin
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li gundê Bukrîska û Geliyê Bedran ên Binarê Qendilê barandin. -
Greva birçîbûnê ya li Silêmaniyê bi koma nû didome
Greva birçîbûnê ya li Silêmaniyê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, bi komeke nû dewam dike. -
Balafirên şer bombe li Heftanînê barandin
HPG’ê diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker roja 5’ê Çileyê bombe li herêma Keşan a herêma Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandine. -
12 aktîvîst li Rojhilatê Kurdistanê hatin destgîrkirin
Li Rojhilatê Kurdistanê di nava hefteyekê de 12 aktîvîst û hawirdorparêz hatin destgîrkirin. -
Girtiyên li Rihayê: Heta ku em encamê bistînin, em ê li ber xwe bidin
Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T ya Nimreya 2’an a Rihayê dest bi greva birçîbûnê kirine, diyar kirin heta ku daxwazên wan bi cih were, ew ê çalakiyên xwe bidomînin. -
Besê Hozat: DYE stratejiya xwe naguherîne
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir, DYE stratejiya xwe ya li Sûriyeyê naguherîne, tenê têkiliyên taktîkî û polîtîkaya rojane diguherîne. Hozat got, wê êdî hewl bide bi rêya Tirkiyeyê dîzaynê bide Sûriyeyê. -
Kalkan: Hevrê Çetîn navê xwe li dîrokê nivîsî
Kalkan, Fermandarê Eyaleta Dersimê Çetîn Serhat ê meha Tîrmehê li Dersimê şehîd bû bi bîr anî û got, "Hevrê Çetîn weke neferekî hêja yê gerîlayên me yên azadiyê û xeta Apoyî navê xwe li dîrokî nivîsî." -
'Berxwedana Leylayan wê rê li ber serketinê veke'
Endama Komîteya Zindanan a PAJK'ê Gulê Amed li ser grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîdê axivî û got, "Leyla Guven şopdara jinên Kurd ên berxwedêr e." -
'Divê daxwaza Guven bi cih bê anîn'
Serokê ÎHD'ê yê Amedê Abdullah Zeytûn diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya Guven krîtîk e û xwest, daxwazên herî rewa yên Guven bi cih bên anîn. -
PKK: Sûcdarên komkujiya Parîsê tên parastin
PKK: Komkujiya Parîsê ji aliyê hêzên qirker-faşîst ve hate kirin ku xwe ji hebûna pirsgirêka Kurd xwedî dikin. Êrîşek ji bo astengkirina çareseriya pirsgirêka Kurd bû. -
Guven: Divê em dengê xwe bi têkoşîna xwe bilind bikin
Leyla Guven ku 62 roj in ji bo rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê de ye diyar kir, tecrîdkirina Ocalan sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Guven got, "Ji bo bidawîkirina tecrîdê, divê em dengê xwe bi têkoşînê bilind bikin." -
Malbatan ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe yên li Garzanê serlêdan kirin
Ji 15 malbatên ku cenazeyên zarokên wan ên li Goristana Garzanê tên veguhestin, ber xwe dan Bedlîsê û ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe serlêdana dozgeriyê kirin. -
Partiyên Kurdan ên ku tifaq ava kirine, peyamên yekîtiya neteweyî dan
Partiyên Kurdan ên ku di bin banê HDP’ê de tifaq ava kirine, bal kişandin ser girîngiya yekîtiya neteweyî. -
Li Silêmaniyê 3 ciwanên pirtûkên Ocalan belav dikirin, hatin destgîrkirin
Îro li Parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê 3 ciwanên ku pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav dikirin, ji aliyê hêzên asayîşa Silêmaniyê ve hatin destgîrkirin. -
Greva birçîbûnê ya li Şengalê di roja 2'an de ye
Greva birçîbûnê ya li Şengalê ku li dijî tecrîda Îmraliya dest pê kir di roja 2'an de ye. -
Li Wanê 17 hezar dengdêrên nediyar!
Ji Erzîrom û Xarpêtê 17 hezar dengdêr li Wanê hatin qeydkirin. Balkêş e ku 17 hezar dengdêr li 3 navçeyên navendî hatine belavkirin. -
Gerîlaya YJA Starê Havîn li Qendîlê bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê gerîla YJA Starê Medîne Çetîn bi nasnav Havîn Nisêbîn, li Qendîlê bi merasîmekê hate veşartin. -
Partiyên Kurd di bin sîwana HDP'ê de tevlî hilbijartinê dibin
Partiyên Kurd ji bo hilbijartinên xwecihî biryara tifaqê dan. Partiyan daxuyaniyeke hevpar dan û gotin, "Ji bo yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd em gaveke dîrokî diavêjin." -
Dadgeriya Tirk biryar da ku Sara Kaya dîlgirtî bimîne
Dadgeriya Tirk biryar da ku Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya dîlgirtî bimîne. -
Temîzkan: Dema ku mesele Kurd bin, hiqûqa dijminatiyê tê pêkanîn
Sabîha Temîzkan a ku keça Leyla Guven e ya ku ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê were rakirin ketiye greva birçîbûnê diyar kir ku sedema ferzekirina tevlêbûna bi rîngê ya cenaze bêwijdanî ye. -
Rewşa Guven nebaş bûye: Nikare bê hevdîtina parêzeran
Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven 61 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ye. Ji ber ku rewşa wê giran bûye, nikare parêzerên xwe bibîne. -
Hozat: Grevên birçîbûnê sekneke Apoyî ye
Hozat bal kişand ser girîngiya têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir, "Şikandina tecrîdê wê faşîzmê ji holê rake û rê li ber zemîneke têkoşîna demokratîk veke." -
Li Amedê 10 kes hatin destgîrkirin, 6 jê zarok in
Li Amedê di operasyonên qirkirina siyasî de 10 kes hatin destgîrkirin, 6 jê zarok in. -
Li Lice, Hênê û Karazê qedexeya derketina derve
Dewleta Tirk a dagirker, li 10 tax û gundikên girêdayî navçeyên Lice, Hênê û Karazê derketina derve qedexe kir.