KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Başûr li dijî tecrîdê grevên birçîbûnê geş dibin
Li Başûr li dijî tecrîdê grevên birçîbûnê didomin. Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ku di greva birçîbûnê de ye rewşa wî giran e, got, ''Ez ê heta dawiyê bidomînim.'' -
Greva Mexmûrê bi koma 10’an dewam dike
Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja 28’an de bi koma 10’an dewam dike. -
Meşa welatiyan a ji bo girtîgeha Guven lê ye hate astengkirin
Girseya ku xwestin ji bo balê bikişîn ser rewşa Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku 66 roj in di grevê de ye bimeşin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. -
Girtiyê di greva birçîbûnê de kirin hucreyê
Bahtiyar Kemal Hasan ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F'yê ya Wanê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, kirin hucreyê. -
Li Silêmanî 47 çalakvanên duh hatibû destgîrkirin, ketine grevê
Ji 52 çalakvanên duh ji aliyê asayîşa Silêmanî ve hatibû destgîrkirin 47 kesên li Girtîgeha Kanî Gome yê tên ragirtin, dijî vê helwesta asayîşê dest bi greva birçîbûnê kirine. -
Asayîşa Silêmanî daxwazên Mam Celal vala derdixe
Asayîşa Silêmaniyê berevajî Mam Celal tevger dike û azadiya vî bajarî teng kiriye. -
Mizrakli: Hêvî û navnîşana çareseriyê Îmralî ye
Parlamenterê HDP'ê yê Ameadê Selçûk Mizrakli diyar kir ku hêvî û navnîşana çareseriyê li Îmralî ye û got: “Li Tirkiyeyê sedama krîza aborî, siyasî, hiqûqî û kaosê tecrîdkirina birêz Ocalan e. Ji bo vê yekê divê tecrîd ji holê rabe.” -
Xabûr: Girtî bi giyanê 14'ê Tîrmehê li ber xwe didin
Endama Koordînasyona KJK'ê Dîcle Xabûr têkilî grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Ocalan axivî û got, girtî bi giyanê 14'ê Tîrmehê li ber xwe didin. -
Li Wanê li avahiyekê 5 hilbijêrên xeyalî
Îdîayên hilbijêrên xeyalî yên derbarê AKP'ê heftiya bihurî ketibûn rojevê, li Wanê, kesekî ku li qeydên hilbijêriyê nerî, dît ku li ser adrêsa wî navê 5 kesan derketiye. -
Asayîşa Silêmanî jinên destgîrkiribûn berdan
Asayîşa Silêmanî îro mudaxeleyî çalakiya Qetlîama Parîsê kiribû û 52 kesên ku di nav de jin û nûnerên partî û rêxistinên siyasî jî hebûn destgîrkiribûn. Asayîşa Silêmanî jinên ku destgîrkiribûn di saetên şevê de berdan. -
YNK: Bilindkirina ala herêmê ya li Kerkûkê destûrî û hiqûqî ye
Alîkarê Berpirsê Malbenda 2’an a YNK’ê Mehmûd li Kerkûkê ragihand ku ew partiyekî Kurdî ya Iraqîne û bilindkirina ala herêma Kurdistanê ya li ser navendên wan destûrî û hiqûqî ye. -
Doza Surucu pêk hat: Biryara ‘Bidarê Zorê bînin’ hate dayîn
Di doza li Rihayê pêk hate de, biryar hate girtin ku Parlemetera HDP’ê Ayşe Surucu bi darê zorê bê anîn. -
Civînên gel: Bê ku hinek bimirin, divê em tecrîdê bişkinin!
HDP’ê têkildarî tecrîd û grevên birçîbûnê civîn lidar dixe. Di civînan de hate destnîşankirin bê ku hinek bimirin divê bi lezgîn dawî li tecrîdê bê anîn. -
Mudaxeleyî bîraîna Qetlîama Parîsê kirin: 50 kes hatin destgîrkirin
Asayîşa Silêmanî mudaxeleyî çalakiya bîranînê ya ji bo 3 jinên şoreşger ên Kurd ku li Parîsê hatibûn qetilkirin. kirin. Asayîşê 50 kes destgîrkirin. -
Platforma Ked û Demokrasiyê: Bila daxwazên Guven bên qebûlkirin
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê xwest, daxwazên Leyla Guven û girtiyên din ên ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê werin qebûlkirin. -
Guven dengê çalakiya li ber girtîgehê bihîst
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji aliyê rejîma Tirk ve dîl hatiye girtin, 65 roj in di greva birçîbûnê de ye. Hate ragihandin, Guven dengê çalakiya ku li ber girtîgehê ji bo piştgiriya wê hate lidarxistin bihîstiye. -
Kurdê ku 98 ji 100'î astengbûyî hate girtin
Serdar Yildirim ê ku 98 ji 100'î asteng bûyî 12 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn û hate girtin. -
HPG: Em şehîdên xwe yên Serhedê bi rêzdarî bi bîr tînin
HPG'ê nasnameya gerîlayên li herêma Serhedê şehîd bûn eşkere kir û got, "Di şexsê van hevrêyên xwe de ku bi jiyan, sekn û baweriya xwe ya bi serketina doza azadiyê ya Kurd re ji bo me bûn mînak, şehîdên xwe yên leheng hemûyan bi bîr tînin." -
Rejîma Îranê parêzerê Kurd li Ûrmiyê êşkence dike
Piştî du rojan ji destgîrkirina parêzer û mamosteyê zanîngehê yê Kurd Mesûd Şemsnejad, agahiyên taybet gihîştine servîsa Farsî ya ANF ku nîşan dide îstixbarata rejîma Îranê wî eşkence dike. -
'Sûrê pêşkêşî alîgirên AKP'ê dikin'
Endamê Meclîsa HDP'ê Necatî Pîrînççîoglû nerazîbûn nîşanî firotina malên Şaredariya Sûrê da û diyar kir ku Sûr bi destê walîtiyê pêşkêşî alîgirên AKP'ê tê kirin. -
'Her kêliya bi bêdengî derbas dibe, kuştina mirovan e'
Abdûllatîf Teymûr ji 26'ê Kanûnê ve li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê di greva birçîbûnê yê bêdawî û bê dorveger de ye. Xwişka Teymûr Gulseren Yildirim got, "Her kêliya bi bêdengî û bêçareserî derbas dibe, cînayet e." -
Asayîşa Qeledizê bîranîna şehîdên Parîsê asteng kir
Hêzên Asayîşa bajaroka Qeladiz ya ser bi îdareya Raperîn a girêdayî Hikûmeta Herêma Kurdistan mûdexeleya bîranîna ji bo şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne, Rojbîn û Ronahî kirin. -
Li Amedê ji bo çalakgerên greva birçîbûnê meş hate lidarxistin-NÛ BÛ
Parlementerên HDP’ê û gel meşiyan ber bi girtîgeha ku Leyla Guven tê de ye. -
Rewşa tenduristiyê ya Nasir Yagiz nebaş dibe
Greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger a endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz di roja 51'ê de ye. Rewşa tenduristiyê ya Yagiz nebaş dibe. -
HPG'ê li Çelê li leşkerên artêşa Tirk xist
HPG'ê diyar kir ku hêzên wan li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê derbên giran li çeper û stargehên leşkerên artêşa Tirk xistin.