KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Çeteyên dewletê' li Wanê gefê li gel dixwin
Çeteyên ku xwe bi navê "Em dewlet in" didin naskirin û li navçeya Qerqelî ya Wanê û gundan digerin, gefê li gel dixwin ji bo deng nedin HDP'ê. -
AKP'ê çav berdaye tazmînata mexdûrên erdhejê
Tevî ku mexdûrên erdheja Wanê di dozên tazmînatê bi ser ketin jî, derket holê ku dewletê bi salan tazmînat nedaye mexdûran. -
KCK: AKP a kujer wê bê qedandin
KCK: Tevgera Azadiyê ya Kurd, wê di sala 7'an a şehadeta Sarayan de têkoşînê xurtir bike û dawî li desthilatdariya AKP'ê bîne ku 9'ê Çileyê komkujî kiribû. -
Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi pileya 5.9 erd hejiya
Li navçeya Gîlanî Garp a bajarê Kirmanşan yê Rojhilatê Kurdistanê bi pileya 5.9 erdhej çêbû. -
‘Gel û Gerîla wê tecrîdê bişkînin’
Gerîlayên PKK’ê sala nû pîroz kirin û gotin; “Ev sal wê bibe sala serkeftinê.” -
Şertê nû yê DYE'yê ji bo vekişînê: Divê Tirkiye êrîşî Kurdan neke
Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya DYE'yê John Bolton, ji bo vekişîna leşkerên Emerîkî şertekî nû eşkere kir û ji Tirkiyeyê xwest ku êrîşî Kurdan neke. -
HPG: Dewleta Tirk bax û baxçeyên gundiyan bombe kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ji ber bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê, zerar li bax û baxçeyên gundiyan bûye. -
HPG'ê nasnameya gerîlayekî li Îdirê şehîd bû eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya gerîlayekî 4'ê Çileyê li Îdirê di dema çalakiyê de şehîd ket, eşkere kir. -
Li Hewlêrê koma nû dest bi greva birçîbûnê kir
Li Hewlêrê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Ocalan bi komeke nû ya ku dest bi grêvê kirî didome, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêveger a Nasir Yagiz di roja 47'an de didome. -
'Em ê tecrîdê bişikînin û 2019'an bikin sala serketinê'
Gerîlayên YJA Starê diyar kirin, zarokên vî gelî wê dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bînin û sala 2019'an bikin sala serketinê. -
Avêtin ser qawîşên girtiyên di greva birçîbûnê de ne
Li Girtîgeha Girtî ya Dîlokê, gardiyanan avêtin ser qawîşên girtiyên ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. -
Partiyên Kurd ên li Bakur wê bi hev re tevbigerin
Parlamenterê Kurd Necdet Îpekyuz got, di encama hevdîtinên navbera partiyên Kurd de biryar hatiye dayin ku di hilbijartinên xwecihî û mijara yekîtiya neteweyî de bi hev re tevbigerin. -
HPG'ê gerîla Jakob Rîemer bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê gerîlayê Elman Jakob Rîemer (Şiyar Gabar) ku 9'ê Tîrmeha 2018'an li Çarçellayê di şer de şehîd bû, bi rêzdarî bi bîr anî. HPG'ê sersaxî ji malbata Rîemer re xwest. -
Li Şengalê jî greva birçîbûnê dest pê kir
Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Şengalê jî greva birçîbûnê dest pê kir. -
Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê di roja 23'an de ye
Greva birçîbûnê ya li kampa Mexmûrê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di roja 23'an de bi koma 8'emîn dewam dike. -
Tirkmenekî li nava refên PKK'ê
Rustem Cûdî ku 7 xizmên wî di dema Şoreşa Rojava de şehîd bû, ji bo tolê hilîne û li dijî dewleta Tirk a ku piştgiriyê dide DAÎŞ'ê şer bike, berê xwe da çiyayên Kurdistanê. -
Temîzkan: Dayika min naxwaze êdî rondik ji çavan bibarin
Keça Leyla Guven Sabîha Temîzkan li ser rewşa Guven axivî û got, "Derd û daxwaza dayika min ew e ku bes rondik ji çavan bibarin. Ez bi tirs û fikar im." -
'Ji bo tiştek bi kesî neyê, divê her kes bi berpirsyarî rabe'
Serokê Odeya Tabîban a Amedê Dr. Şerîf Demîr diyar kir, ji bo şopandina rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven wan serî li dozgerê girtîgehê û Wezareta Edaletê dane û ji bo tiştek bi kesî neyê bang kir. -
Cejna Batizmiyê li Şengalê tê pîrozkirin
Cejna Batizmiyê li Şengalê tê pîrozkirin. Di vê cejnê de gelek rê û rismên ola Êzidiyan tê gêran. Hêviyên gelê Şengalê jî ev e ku di vê cejnê de keç û jinên wan ji destê DAÎŞ’ê werin rizgarkirin. -
HPG’ê nasnameya gerîlayeke şehîd eşkere kir- NÛ BÛ
HPG’ê ragihand ku gerîla Karlî Bager (Emîne Onal) di şerê 2'ê Mijdara 2018’an a li Şirnexê şehîd bûye. -
HPG: Li Îdirê 5 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Idîrê li dijî leşkerên Tirk ku derketibû operasyonê çalaki kirin. Di encama çalakiyê de 5 leşkerên Tirk hatine kuştin, gerîlayek şehîd bû. -
HDP: Bîra Sûrê ji holê radikin
HDP’ê bertek nîşan da ku li navçeya Sûrê ê 14 parsel ji bo firotinê hatine amadekirin û got, “Ji rikê hişmendiya dagirkeriyê em ê bi gelê xwe re mil bi mil, 31’ê Adarê serketinê bidestbixin.” -
Girtiyên ji doza PJAK û KODAR’ê jî di greva birçîbûnê de ne
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK, PJAK û KODAR’ê bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna çalakiyên greva birçîbûnê yên li Kurdistan û ji derveyî welat bikin, li girtîgehên Îranê dest bi greva birçîbûnê kirin. -
Guven nikare xwe li xwe bigire, wê nikaribe tevlî şînê bibe
Ji ber rewşa tenduristiya wê Leyla Guven a ku ev 59 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêveger de ye, wê nikaribe tevlî şîna diya xwe bibe. -
Rejîma Îranê kolberek din jî qetil kir
Hêzên leşkerî yên Îranê li herêma Soma Bradost a Ûrmiyeyê kolberek din jî qetil kirin.