KURDISTAN
KCK’ê yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê heval Fuat (Alî Haydar Kaytan) di salvegera 8’emîn a şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Heval Fuat wê her tim di têkoşîna me ya azadiyê û dilê gelê me de bijî. Têkoşîna wî wê bibe têkoşîna me.”
Yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Alî Haydar Kaytan (Fûat) ku 3'ê Tîrmeha 2018'an şehîd bû, weke şervanekî heqîqetê kete dil û mejiyê gelê xwe.
YRK’ê têkildarî şer û pevçûnên li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û ragihand ku tu hevalên wan li herêma Serdeştê şehîd nebûne û divê gelê me baweriya xwe bi wan gotegotan neyne.
KCK: Em dixwazin vê yekê bi eşkere destnîşan bikin; Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me ya Azadiyê emrîwawiyekê qebûl dike. Bi gotina 'Me qanûn derxist, qebûl nakin' nirxandin û ferzkirina polîtîkaya şerê taybet, wê bibe nêzîkatiyeke dûrî aqil.
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê qurbaniyên komkujiya Madimakê bi bîr anî û got, "Xwedîderketina herî rast a li bîranîna şehîdan wê têkoşîna demokrasiyê be ku nehêle komkujiya 2'ê Tîrmehê careke din rû bide."
Hemû Nûçe
-
-
-
Yagiz: Heta serketinê berxwedan!
Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz di roja 39'emîn a greva birçîbûna ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) CPT û Konseya Ewropa re name nivîsî.
-
-
-
-
KCK: Hesabê Roboskî wê were pirsîn
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Komkujiya Roboskî, cesedên zarok û ciwanan ên hatin parçekirin wê ti carî ji bîr neçin. Gelê me û tevgera me ya azadiyê wê bi têkoşîna xwe hesabê komkujiyan bipirsin.
-
-
-
-
Bîranîna Roboskî: Kujer wê hesab bidin
Malbatên Roboskiyê gotin AKP'ê, ''36 birayên me bi destê leşkerên girêdayî hikûmetê hatin kuştin'' û pêşniyara konferansê kirin. Heseroka HDP'ê Pervîn Buldan jî got, wan rexne li xwe anîne û komkujî bi destûra dewletê hatiye kirin.
-
Karayilan: Biryara Trûmp ji bo me ne surprîz bû
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, biryara Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trûmp a vekişîna ji Sûriyeyê ji bo wan ne surprîz bû û ew li pêşberî biryarê matmayî nemane.
-
-
Karayilan: Konsepta qirkirinê bi ser neket
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, dewleta Tirk tevî tifaq û pêkhateyên xwe hemûyan hewl da temamiya Kurdistanê ji nû ve dagir bike, Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bike û got, bi berdêlên giran pêşî li vê hate girtin.
-
-
-
-
-
-
KCD: Komkujiya Roboskî plankirî ye
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li ser salvegera Komkujiya Roboskî daxuyaniyeke nivîskî da. KCD'ê diyar kir, Komkujiya Roboskî ji gelek komkujiyên dewleta Tirk yek jê ye û plankirî ye.
-
Encu: Edalat di binê bîrê de be jî em ê derxin
Velî Encû yê ku di encama bombebaran balafirên Tirk de 33 xizmên wî hatî kuştin diyar kir ku wê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin. Encu got, “Edalet di binê bîreke kûr de be jî, em ê ji wir derînin.”
-
'Bila bavê min ê nexweş û girtiyên nexweş hemû bên berdan'
Kurê girtiyê nexweş Adnan Yalçin Welat Yalçin diyar kir ku bavê wî 23 sal in li girtîgehên Tirkiyeyê tê hiştin û bi nexweşiya pençeşêrê ketiye. Yalçin got, bavê wî nayê dermankirin û xwest, tevî bavê wî girtiyên nexweş hemû bên berdan.
-
-
Melet: Greva birçîbûnê mezin dibe
Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet bi bîr xist ku bi çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a li dijî tecrîdê roj bi roj mezin dibe û got, divê tavilê bersiv ji daxwazên wê re bê dayin.
-
Olrîka ya Elman çima bû Besê?
Olrîka jineke Elman e ku 23 salî ye. Li zanîngehê PKK nas kir û berê xwe da Rojava. Ji wir jî xwe gihand çiyê. Ew êdî gerîlaya YJA Starê Besê Olrîka ye.