KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Perlemeterên Iraqê serdana çalakgerên Silêmaniyê kirin
Parlementerên Fraksyona Partiya Nifşê Nû yên Parlementoya Iraqê çûn serdana çalakvanên çalakiya greva birçîbûnê ya karkerên Mezopotamya ya li Silêmanî dewam dike. -
’102 roj in ku di rojiya mirinê de ne û rewşa wan krîtîk e’
Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Wanê bal kişandin ser vî tiştî ku girtiyên bi navê Kadîr Karabak û Esat Nacî Yildirim yên ku 102 roj in di greva birçîbûnê de ne, rewşa wan gelekî krîtîk e. -
Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê di roja 37’emîn de ye
HDP’ê li Hewlêrê greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Ev çalakî di roja 37’emîn de didome. Çalakiya greva birçîbûnê bêdawî û bêdorveger yê endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî didome. -
ÎHD û TÎHV: AKP û DMME'yê li Roboskiyê êş kûrtir kirin
Şaxên ÎHD û TÎHV’ê yên Amedê bang kirin ku di warê Qetlîama Roboskiyê de divê her kes berpirsyariya xwe pêk bîne. Saziyan nerazîbûn nîşanî DMME’yê dan. -
Encu: Em ji ber nasnameya xwe hatin kuştin
Ferhat Encu di salvegera Komkujiya Roboskî de nameyek nivîsî û got, "Em berpirsyarên vê komkujiyê nas dikin. Em ne tenê ji hejariya xwe hatin kuştin, her wiha ji ber nasnameya xwe hatin kuştin." -
Karasû: Li dijî mejiyê qirker ji bilî berxwedanê rêyek din nîne
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, di salvegera 7'an a Komkujiya Roboskî de got, "Ji bilî berxwedanê rêyeke din a li dijî mejiyê qirker nîne." -
'Dema wê ye ku em armancên xwe pêk bînin'
Gerîlayên HPG'ê û YJA Starê ji bo sala nû axivîn û gotin, dema wê hatiye ku ew armancên danîne ber xwe bi cih bînin. -
Hovîtiya bê sînor a li ser sînor: Komkujiya Roboskî
Di ser Komkujiya Roboskî re 7 sal derbas bûn. Li dû 34 bedenên parçekirî şerm û rûreşiyeke mezin ma ku her kesî para xwe jê girt. Kiryar diyar e, nayê cezakirin. Roboskî bi rûmeta xwe li ber xwe dide. -
Li Silopyayê bav û kur hate girtin
Necmettîn Ormanli û kurê wî Îzzettîn Ormanli yên ku li Silopyayê hatibû destgîrkirin îro hatin girtin û ew şandin girtîgehê. -
Bûldan: Sedema krîzê tecrîd e
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan piştî rûniştina doza Leyla Guven daxuyanî da û got, divê rakirina tecrîdê demildest bibe rojev. -
Balafirên şer ên Tirk bombe li herêma Avaşînê barandin
HPG'ê diyar kir, balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li herêma Avaşînê barandine û ragihand, zerar li hêzên wan nebûye. -
Kakaîyên li Kerkûkê di bin gefa koçkirinê de ne
Li navçeya Daqûqê ya Kerkûkê gundên Kakaî yên ku berê gelek caran çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî wan kiribû, vê carê jî di bin zextên Ereban de ne yên ku ji derve hatine û li herêmê hatine bicihkirin. -
Leyla Guven nehate berdan - NÛ BÛ
9. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryar da ku Leyla Guven girtî bimîne. -
Rûniştina doza Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest pê kir
Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven a dîlgirtî, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 49 roj in di greva birçîbûnê de ye. Rûniştina çaran a doza li Guven hatiye vekirin, dest pê kir. -
Li Licê dîsa qedexeya derketina derve
Li ser 7 tax û gundikên Licê dîsa qedexeya derketina derve hate ragihandin. -
Li dijî HDP'ê 350 operasyon, li dijî narkotîkê 44 operasyon
Hêzên dewleta Tirk ku îsal 350 carî li Wanê avêtin ser malan, 1200 kes destgîr kirin, 223 kes jî girtin. Tevî ku bikaranîn û bazirganiya narkotîkê zêde ye jî, operasyonên li dijî narkotîkê tenê 44 caran hatin kirin. -
Êzîdî ji Iraqê dixwazin jinên Êzîdî ji dest DAÎŞ'ê de werin rizgarkirin
Şengaliyan daxwaza kirin ku jinên di destê DAÎŞ'ê de werin rizgarkirin. Şengaliyan diyar kirin ev 4 sal in keç û jinên Êzîdî di dest DAÎŞ'ê de ne lê hikûmeta Iraqê ji bo rizgarkirina wan tiştek nekiriye. -
Li Wanê greva girtiyan di roja 10’an de ye
Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ya 5 girtiyan ku ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya Ocalan di roja 10’an de didome. -
Greva birçîbûnê ya li Silêmaniyê di roja 12’an de ye
Greva birçîbûnê ya li Silêmaniyê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 12’an de didome. -
Hêzên Rizgariya Efrînê: 2 jê leşker 4 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî artêş û çeteyên Tirk ên dagirker du çalakî pêk anîn. Hate ragihandin, di encamê de 2 jê leşker herî kêm 4 dagirker hatin kuştin. -
KJK'ê ji bo şeş mehan seferberî îlan kir
Konseya Rêveber a Koma Jinên Kurdistanê (KJK) ji bo şeş mehan "pêvajoya seferberiyê ya awarte" ragihand û got, "Em ê bi hemû hêza xwe di nava şeş mehan de li ser lingan bin û konseptan hemûyan pûç bikin." -
Her çi dibe bila bibe gel wê bi ser bikeve
Belê, îhtîmal, senaryo, lîstik, pêngav hê şîlo ne, lê senaryoya gelan diyar e; ji berxwedanê nayên xwar. Heke di sedsala 21'ê de Kurd hatibin qurbankirin, ji bilî berxwedanê ti rêyek di dest Kurdan de tine. -
Karasû: Komkujiya Mereşê provaya faşîzma 12'ê Îlonê bû
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, komkujiya Mereşê ya 19-26'ê Kanûna 1978'an ji ANF'ê re nirxand. Karasû diyar kir, komkujiya Mereşê provaya fazîzma 12'ê Îlonê bû û ji bo Tirkkirina rojavayê Firatê hate kirin. -
'Ez hestiyên birayên xwe dixwazim'
Îrfet Mutaş xwişka Mehmet Tekdag û Alî Tekdag e ku her du bira salên 1993 û 1994'an hatin windakirin. Mutaş ji ber ku tevlî çalakiya Xizmên Windayan bû û daxwaza dîtina hestiyên birayên xwe kir, doz lê hate vekirin. -
Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi koma nû dewam dike
Greva birçîbûnê ya li kampa penaberan a Mexmûrê, ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, bi koma nû dewam dike.