KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
3 kes li Îdirê hatin girtin
Li Îdirê ji 9 kesên di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin, 3 kes hatin girtin. -
Berfê bandoreke giran li Kurdistanê kir
Berfa ku li Kurdistanê dibare, bi taybetî ya li herêma Serhedê, bandoreke giran li liv û tevgera mirovan dike. Ji ber berf û zîpikê, rêya bi sedan gund û gundikan hatin girtin. -
Li Kerkûkê ji xeynî PDK’ê hemû alî li hev civiyan
Aliyên siyasî yên Kerkûkê ragihandin ku karkirina meclîsa parêzgeh û waliyê nû yê Kerkûkê wê pirsgirêkên Kerkûkê çareser bike. -
Welatiyên Qendîlê: Dewleta Tirk wê nikaribe me ji gundên me derbixe
Gundiyên Sûredê ku dewleta Tirk bombe li gundê wan barand gotin, “Em ê gundê xwe vala nekin.” -
Balafirên şer ên Tirk bombe li gundan barandin
Balafirên şer ên Tirk bombe li gundan barandin. Ji ber êrîşê 2 sivîl birîndar bûn û zerar gihîşt dehl û rezên gundiyan. -
HPG'ê fermandar Cûma Mêrdîn bi bîr anî
HPG'ê fermandarê eyaleta Mêrdînê Cûma Mêrdîn ku Îlona 2018'an li çiyayê Bagokê şehîd bû bi bîr anî û got, "Bi azadiya Rêbertî û azadiya welatê me Kurdistanê em ê xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin. Xwîna şehîdên me wê li erdê nemîne." -
Mulkiye Bîrtane sirgûn kirin
Endama Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Mulkiye Bîrtane sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Xarpêtê hate kirin. -
Li Wanê 12 kes hatin destgîrkirin
Di serdegirtinên malan de ku li navçeyên Erdîş û Bêgirî hatin kirin, 12 kes hatin destgîrkirin. -
Li Licê 3 kes hatin destgîrkirin
Li Licê, piştî qedexeya derketina derve ya li 7 tax û gundikan operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Leşkerên Tirk avêtin ser gelek malan û 3 kes destgîr kirin. -
Heyetek ji Tevgera Azadî çû Bexdayê
Heyetek ji Tevgera Azadî ji bo hevdîtinê bi Koalîsyona Saîrûn re çêbike, çû Bexdayê. -
Qeyûm kolanên Wanê kiriye otopark û jê dixwe
Qeyûmê ku dest danî ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DBP'yî, kolanên bajêr kiriye otopark. Şêniyên Wanê nerazîbûn nîşanî vê dan. -
Balafirên şer ên Tirk bombe li gundekî din barandin
Balafirên şer ên Tirk doh bi şev bombe li maleke din a sivîlan a li herêma Qendîlê barandin. Du kes ji ber êrîşê birîndar bûn û zerar gihîşt mal, dar, dehl û rezan. -
Gelê Şengalê xwest ku gorên komî werin vekirin
Şengaliyan diyar kirin heta niha 74 gorên komî yên Êzîdiyan li Şengalê û derdorê hatine dîtin, lê heta niha hikumeta Iraqê bi şêweyekî fermî dest bi vekirina gorên komî nekiriye. -
DAÎŞ'ê li Xaneqînê êrîş kir: Polîsek mir
Çeteyên DAÎŞ'ê li bajarê Xaneqînê êrîş birin ser bendeke kontrolê ya polîsên federal ên Iraqê. Di encamê de polîsek mir. -
Li Licê derketina derve hate qedexekirin
Li 7 tax û gundikên Licê qedexeya derketina derve hate ragihandin. -
Weqfa Ensar çav berdaye Wanê
Weqfa Ensar ku bi îstîsmarkirina zarokan tê naskirin û nêzî AKP'ê ye, li Wan û navçeyên wê şaxên xwe vekir û ji bo hilbijartinên xwecihî dest bi kar kir. -
'Şoreşa Rojava bi piştgiriya gel gihîşte vê astê'
Şahidên êrîşa Qestel Cîndo ya sala 2012'an gotin, çeteyan bi desteka dewleta Tirk êrîşî wan kirin, lê li gel nebûna derfetan jî her kesî ji bo parastina xaka xwe li ber xwe dan. -
Balafirên Tirk bombe li gundên Qelatuka û Maradu barandin
Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li gundên Qelatuka û Maradu yên Qeladizê barandin. -
Ciwanên Kerkûkê destgîrkirinên li Silêmaniyê şermezar kir
Ciwanên Kerkûkê têkildarî destgîrkirina ciwanên welatparêz ên li Silêmaniyê ji aliyê hêzên asayîşê ve daxuyaniyek dan çapemeniyê. Ciwanan destgîrkirin û helwesta YNK’ê bi tundî şermezar kirin. -
6 kes hatin girtin, 1 hate destgîrkirin
Li Hênê piştî kuştina polîsê bi navê Nazim Tuncer, bi çarçoweya lêpirsînê ya têkilî kuştina polîsê navborî 6 kes hatin girtin. Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Tuba Bulut jî hate destgîrkirin. -
KCK: Bi hevsengên nû wê dagirkerî were hilweşandin
KCK'ê têkilî biryara DYA'yê daxuyaniyek nivîskî da. -
Greva birçîbûnê ya Mexmûrê koma 3’emîn dewr girt
Çalakiya greva birçîbûnê ya 16’ê Kanûnê li Wargeha Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan hatibû destpêkirin bi dewrgirtina koma 3’emîn dewam dike. -
Tirkiye dixwaze li Kerkûkê sefaretxaneyekê veke
Sefîrê Tirk ê Iraqê Fatîh Yildiz bi daxuyaniyekê eşkere kir ku bi awayekî fermî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kirine ku sefaretxaneyeke ya Tirk li bajarê Kerkûk û Necefê veke. -
Balafirên Tirk bombe li herêma Amêdiyê barandin
Balafirên şer ên Tirk bombe li herêmên Nêrwe û Rêkan ên girêdayî navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê ya Başûrê Kurdistanê barandin. -
Rewşenbîrên Hewlêrê: Bi tecrîdkirina Ocalan Kurd jî tên tecrîdkirin
Rewşenbîrên Hewlêrê bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin: “Bi tecrîdkirina Rêber Ocalan gelê Kurd tê tecrîdkirin.