KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Ocalan hêviya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye'
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk diyar kir, bi milyonan kes Ocalan weke îradeya xwe dibînin û got: "Îrdeya bi milyonan însanî nayê tecrîdkirin. Ev îrade hêviya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye." -
Tirk dibêjin ‘me lêda’, Qeymeqam Mexmûrî dibêje ‘nediyar e’
Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê 13’ê Kanûna 2018’an balafirên Tirkan li welatiyên sivîl bombe barandin û 4 sivîl qetil kirin. -
KCD: Em xwedî li daxwazên Leyla Guven derkevin
KCD: Hevseroka me Leyla Guven 40 roj in di greva birçîbûnê de ye. Em bang li hemû gelê xwe, derdorên demokrat, sazî û dezgehên neteweyî û navneteweyî dikin ku bila di vî warî de bihistyar bin. -
Rojnameger Evren jî di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye
Berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî tecrîdê belav dibe. Rojnameger Kîbriye Evren jî dest bi greva birçîbûnê yê bêdawî û bêdorveger kir. -
Rojiya mirinê ya Karabak û Yildirim di roja 92’an de ye!
Çalakiya rojiya mirinê ya girtiyên li Girtîgeha Wanê Kadîr Karabak û Esat Nacî Yildirim di roja 92’an de ye. Diyar bû rewşa girityan ne baş e û êdî nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin -
Rojnameger Oktay Candemîr hate destgîrkirin
Li Wanê rojnameger Oktay Candemîr hate destgîrkirin. -
KJK: Em ê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin
KJK'ê ji malbata Mexmûrê ku di êrîşa dewleta Tirk de şehîd dan sersaxî xwest û got, "Em ê xwîna wan li erdê nehêlin." KJK'ê diyar kir, gelê Mexmûrê bi sekna xwe ya xurt nîşan da ku wê ti carî serî li ber dagirkeran netewîne. -
Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê di roja 2. de ye
Greva birçîbûnê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê di roja 2. de ye. Nûnerên saziyan û şêniyên kampê bi rengekî girseyî serdana çalakiyê dikin. -
Temellî: Divê li hemberî tecrîdê em dengê xwe bilind bikin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî berxwedana Leyla Guven silav kir û got ku, “Dema ku em dibêjin bila tecrîd rabe, em bang li Tirkiyeyê gişî dikin. Werin li hemberî vê tecrîdê em dengê xwe bilind bikin.” -
Balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li Heftanîn, Gare û Xakûrkê barandin
HPG'ê diyar kir, balafirên şer ên artêşa Tirk roja 16'ê Kanûnê bombe li herêma Kanîreş û Geliyê Çil û Çar yê herêma Xakûrkê û derdora gundê Meyrokê ya herêma Gare û 14’ê Kanûnê jî li herêma Keşan a Heftanînê bombe barandiye. -
Dadgeha dagirker ceza li siyasetmedarên Kurd birî
Dadgeha Tirk a dagirker ceza li siyasetmedarên Kurd birî. 9 sal 4 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Xelfetiyê Mustafa Bayram hate birîn. -
Gelê Şengalê ji bo vekirina koorîdorê li ser sînor e
Gelê Kurd û Ereb piştgirî dan ciwanên Şengalê û ji bo vekirina koorîdorî mirovî ya di navbera Rojava û Şengalê çûn ser xeta sînor. -
Li Farqînê 3 kes hatin destgîrkirin
Li Farqînê 3 kes ji aliyê polîsên Tirk ve hatin destgîrkirin. -
Girtina koorîdora navbera Rojava û Şengalê tê protestokirin
Ciwanên Şengalê, girtina 'Koorîdora Mirovî ya navbera Rojava û Şengalê' protesto kirin. -
'Gelê Kurd wê bi hêza xwe hemû êrîşan têk bibe'
Siyasetmedar û nivîskar Dozdar Hemo got, "Divê were zanîn, eger êrîşek li ser destketiyên Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê were kirin, pêwîste mirov rola hêzên navdewletî bibînin." -
Êşkence li çalakgerên greva birçîbûnê yên destgîrkirî hate kirin
25 jinên li Amedê di dema greva birçîbûnê de hefteya derbasîbûyî hatin destgîrkirin, greva xwe ya birçîbûnê didomînin. Çalakgeran gotin, hem êşkenceya fîzîkî hem jî ya psîkolojîk li wan hatiye kirin. -
Muslim: Metirsî zêde ye, mejiyê AKP'ê yê Îttîhat û Terakkî ye
Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM'ê Salih Muslim diyar kir ku di nava dewleta Tirk de zîhniyeta Îttîhat û Terakkî xwe nû kiriye û got, ev yek hem ji bo Kurdan, hem jî ji bo Rojhilata Navîn metirsiyeke mezin e. -
Balefirên şer ên Tirkiyeyê bombe li ser gundan barand
Balefirên şer ên Tirkiyeyê li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê bombe li ser gundan barand. -
HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên 14'ê Kanûnê li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk şehîd bûn, eşkere kir. -
KONGRA-GEL: Em têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê mezin bikin
KONGRA-GE: Gelê me yê li welêt û li derveyî welêt, divê li dora grevên birçîbûnê yên li zindanan û derve li hev bicivin. Ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê, têkbirina faşîzma li Tirkiyeyê û pêkanîna azadiya li Kurdistanê, em berxwedana xwe geş bikin. -
Li Efrînê teqîneke mezin pêk hat
Li navendeke çeteyên Eniya Şamê ya li Efrînê wesayiteke bombebarkirî teqiya. -
'Erdogan dijminahiyê li hemû Kurdan dike'
Parlamenterê Partiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Arêz Ebdullah diyar kir ku Erdogan dijminatiyê li hemû Kurdan dike û eger li Rojava bigihêje armanca xwe, wê çav berde Başûr. -
Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê di roja 26'an de ye
Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê, ku li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê dest pê kir, di roja 26'an de ye. -
Şêniyên Mexmûrê li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirin
Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li wargeha Mexmûrê greva birçîbûnê dest pê kir. -
Serpêhatiya berxwedan û biryardariyê: Mexmûr
Gelê berxwedêr ê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku ne li Bakur, ne jî li Başûrê Kurdistanê ti carî serî li ber zext û zordariya dewleta Tirk netewand, her tim bû hedefa êrîşên vê hêza dagirker.