KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Qedexeya li Çewlikê hate dirêjkirin
Li 26 herêmên navend û navçeyên Çewligê biryara “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” hate dirêjkirin. -
Li Amedê ligel destgîrkirinê jî, greva birçîbûnê dîsa destpê kir
Li Amedê li gel ku rejîma Tirk êrîş bire ser çalakgerên greva birçîbûnê ya bi pêşengiya jinan û bi dehan ji wan destgîr kir jî, grevê dîsa dest pê kir. -
NPG'ê li ser çeteyên ku bi navê gerîla pereyan didin hev, hişyarî da
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG)'ê diyar kir ku li bajarên Kurdistanê û metropolan, bi nameyên bi navê HPG'ê hatine nivîsandin pere tên komkirin û ji welatparêz û demokratan xwest ku baweriya xwe bi van çeteyan nînin. -
Banga li cerdevanên Sêgirkê: Xwedî li çand û welatê xwe derkevin
Gerîlayê HPG'ê Kato Sêgirkê beriya şehîd bikeve bang li gelê Sêgirkê bi taybetî kesên ji neçarî cerdevaniya dewletê dikin kir û got, "Cerdevanî ne çare ye. Xwedî li çand, exlaq, welat û axa xwe derkevin." -
Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê: Tevgera Azadî qanûnî û fermî ye
Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê li ser serlêdana Tevgera Azadî diyar kir ku Tevgera Azadî partiyeke qanûnî û fermî ye. -
Li Wanê grevê dîsa dest pê kir
Li Wanê gel, tevî êrîşa polîsan jî bi paş ve gav neavêt û li dijî tecrîdê dîsa dest bi greva birçîbûnê kir. -
'Guven nikare dermanê xwe yê li dijî tumor bigire!'
Parêzerê Leyla Guven Şivan Cemîl Ozen diyar kir, li ser mejiyê Guven tumor heye û got, "Dermanê ku pêşî li mezinbûn û belavbûna tumor digire, jê re nayên dayin. Nexweşiya wê lê giran bûye." -
'Gelê Colemêrgê bi wekîla xwe re ye'
Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Sînan Kaya diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guven û got, "Gelê Colemêrgê heta dawiyê bi wekîla xwe re ye." -
Colemêrgî heqê ceyrana ku bi kar nîne, dide
Li Colemêrgê elektrîk tim û tim qut dibe. Lê tevî vê yekê jî gelê bajêr fatûreyeke zêde dide. Şêniyên Colemêrgê dibêjin, dewlet hewl dide berdêla krîza aboriyê ji gelê Kurd bigire. -
Demê destgîrkirina çalakvanên li Wanê hatibûn destgîrkirin hatin dirêjkirin
Demê desgtîrkirina kesên di serdegirtina polîsan a li ser çalakgerên bi armana protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wanê dest bi grevê kiribûn, hatibûn destgîrkirin 24 saetê din hate dirêjkirin. -
Li Êlihê polîsan dest danîn ser serlêdanên namzetiyê
Rêxistina HDP’ê ya Êlihê serdegirtina polîsan şermezar kir. Rêveberan diyar kirin ku di serdegirtinê de serlêdanên namzetiyê û kompûter hatine desteser kirin. -
Bayik: Erdogan çi bêje, ya li dijî wê rast e
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Bayik bal kişand ser gotinên Erdogan ku li gorî polîsên Fransayê pesnê polîsên Tirk dida û got, "Faşîst ti carî gemara xwe nabînin. Ev yek karakterê faşîzmê ye. Erdogan çi bêje, ya li dijî wê rast e." -
Bayik: Ji xeynî têkoşînê tu rêya çareseriyê tune
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku ji bo Kurdan têxin nav bendewariyekê û piştgiriya çîna navîn werbigirin, gotegotên ‘pêvajoya çareseriyê’ tê gotin û got ku, “Ji xeynî têkoşînê tu rê û metod tuneye ku vê meseleyê çareser bike.” -
Baroya Wanê: Êşkence li girtiyan hate kirin
Komîsyona Mafê Miorvan a Baroya Wanê rapora binpêkirina mafan ên li gritîgehan ragihand. Di raporê de hate gotin, 'êşkence hatiye tespîtkirin'' -
Li Wanê êrîşa polîsan hate şermezarkirin
Li Wanê êrîşa polîsan hate protestokirin û bang li gel hat kirin ku li dora HDP’ê bicive. -
Bayik: Pêşî li faşîzma Tirk dikare bê girtin
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Bayik: Faşîzma Tirk ku bi referandûm û sîstema serokatiyê hate afirandin, bi hilbijartinên xwecihî re dixwaze aliyê xwe yê sêyemîn jî temam bike. Kurd û hêzên demokrasiyê dikarin pêşî li vê bigirin. -
Bayik: Divê YNK biryara xwe sererast bike
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku divê YNK biryara xwe ya girtina buroyên Tevgera Azadî sererast bike. -
Tirkiye çeteyên li Kerkûkê perwerde dike
Planên qirêj ên Tirkiyeyê yên li ser Iraq û Kerkûkê zelal dibin. Çeteyên li Kerkûkê ji aliyê dewleta Tirk ve tên perwerdekirin. -
Greva birçîbûnê ya li girtîgeha Wanê koma duyemîn didomîne
Girtiyên di Girtîgeha Wanê de ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Greva birçîbûnê ji aliyê koma duyemîn tê domandin. -
AKP'ê qeyûmê talanker kir namzetê xwe yê Colemêrgê
AKP a ku li Colemêrgê dike nake nikare nikare piştgiriyê ji gel bibîne, qeyûmê xwe kir namzetê Serokatiya Şaredariya Colemêrgê. -
Bakurê Sûriyeyê bi derfetên xwe bi deh hezaran koçberî xwedî dike
Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li kampên ku saziyên alîkariyê yên navneteweyî wan ji nedîtî ve tên, bi derfetên xwe bi deh hezaran koçberan xwedî dike. -
Bayik: PKK ruhê Kurdan e
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku PKK'ê reh berdaye nava civaka Kurd; bûye ruh, mejî û paşeroja civakê û got, "Hûn nikarin PKK'ê tasfiye bikin. PKK êdî tevgerek nîne, PKK gel bi xwe ye." -
NÛ BÛ- Ji çalakvanên grevê ya li Êlihê 28 kes hatin destgîrkirin
Piştî Amedê û şûnde li Êlihyê jî jinên TJA’yî yên di çalakiya greva birçîbûnê de bûn hatin destgîrkirin. -
Li Amedê 25 çalakgerên greva birçîbûnê hatin destgîrkirin
Li Amedê çalakgerên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo sê rojan li avahiya bajêr a HDP’ê greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Polîsan girtin ser avahiyê û herî kêm 25 jin destgîr kirin. -
Li Amedê terora polîsan: Çalakgerên greva birçîbûnê hatin destgîrkirin
Li Amedê aktivîstên TJA’yê li avahiya HDP’ê greva birçîbûnê ya 3 rojan dabû destpêkirin. Polîsan bi ser avahiyê de girtin û gelek kes destgîr kirin.