KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Amedê terora polîsan: Çalakgerên greva birçîbûnê hatin destgîrkirin
Li Amedê aktivîstên TJA’yê li avahiya HDP’ê greva birçîbûnê ya 3 rojan dabû destpêkirin. Polîsan bi ser avahiyê de girtin û gelek kes destgîr kirin. -
Balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li herêma Metînayê barandin
HPG'ê diyar kir, balafirên şer ên artêşa Tirk roja 6'ê Kanûnê bombe li girê Zendûra yê herêma Metînayê barandiye û ti ziyan negihiştiye hêzên wan. -
Di 'Doza Nisêbînê' de tecrîd hate şermezarkirin
Di 'Doza Nisêbînê' de tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin, berxwedana Leyla Guven jî hate silavkirin. -
'Tirkiye dixwaze li Kerkûkê xeyalên Osmaniyan zindî bike'
Welatiyên Kerkûkê ragihandin ku dewleta Tirk dixwaze bi rêya pêkhateyên bajarê Kerkûkê siyaseta xwe pêk bîne û xewna împaratoriya Osmanî zindî bike. -
DGH'ê li 12 cihên Amedê ala PKK'ê daliqand
Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ragihand ku wan li Amedê hin çalakî pêk anî û li 12 deverên bajêr ala PKK'ê daliqande. -
Li Başûrê Kurdisatanê binpêkirinên mafan zêde dibin!
Li Başûrê Kurdistanê binpêkirinên mafan zêde dibin. Di nava 10 mehan de nêzî 10 hezar carî mafên mirovan hatine binpêkirin. -
Salek û şeş meh ceza li Baydemîr û Bîrlîk birîn
Dadgeriya Tirk salek û şeş meh li parlamenterên berê yên HDP'ê Osman Baydemîr û Leyla Bîrlîk birî. -
Li Sûrê kolan û mirov nehiştin, lê hîn jî 'qedexe' dewam dike
Hevberdevkê Platforma Sûrê Çetînkaya xwest, "qedexeya derketina derve" ya li Sûrê tavilê bê rakirin ku qedexeya herî demdirêj a li cîhanê ye. Çetînkaya got, divê bê ronîkirin bê li wir çi qewimiye. -
2018 diqede, PKK mezintir dibe
Fermandarên YJA STAR'ê û HPG'ê bi bîr xistin ku dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP-MHP'ê îdîa kiribûn ku wê destpêka 2018'an PKK'ê biqedînin û gotin, "2018 diqede, PKK mezintir dibe û bi vî rengî dest bi sala nû dike." -
Cenazeyên her du birayên Zehîbî li Bane hatin veşartin
Cenazeyên her du birayên bi paşnavê Zehîbî yên roja Înê li bajarê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê hatin kuştin, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Rejîma AKP'ê elektrîk jî li Kurdan kiriye êşkence
Dewleta Tirk di bin navê 'elektrîka qaçax' de gelê Kurdistanê dişêlîne. Şîrketên elektrîkê jimêreka elektrîkê li ser dîrekan danîne û bi vî rengî fatûreyên zêde li welatiyan dibirin. -
'Kurd, ya wê bi hev re bi ser bikevin, ya jî bi hev re têk biçin'
Rayedarên 3 partiyên Kurd ên li Rojava gotin, "Kurd divê bi dewleta Tirk a faşîst re nebin yek, divê bi hev re tevbigerin û yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin." -
Parêzerê Ocalan Bîlmez: Divê CPT bikeve dewrê
Parêzer Îbrahîm Bîlmez nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û di serî de CPT bang li saziyên Ewropayê kir ku ji bo Îmraliyê tavilê bikevin nava liv û tevgerê. -
Rêya Hewlêr û Silêmaniyê ji ber lêhiyê hate girtin
Li Başûrê Kurdistanê ev hefteyeke baran dibare û ji ber barana zêde rêya Hêwlêr û Silêmaniyê li Dola Simaqule hate girtin. -
Xizmên windayan ji bo Acar û Gunduz li hev civiyan
Li Amed û Êlihê xizmên windayan û parazvanên mafê mirovan lêgerîna xwe ya edaletê vê hefteyê jî domandin. Di çalakiyan de qala çîroka Mehmet Acar û Alî Gunduz hate kirin. -
Iraqê qedexekirina Tevgera Azadî ji hikumetê pirsî
Komîsyona Hilbijartina Serbixwe ya Bilind a Iraqê ji hikumeta Başûrê Kurdistanê xwest ku bila sedemên girtina ofîsên Tevgera Azadî diyar bike. -
Antolojiya Dengbêjan derket
Antolojiya Dengbêjan, pirtûkên Dengbêj Reşo û Dengbêj Şakiro ku ji hêla Omer Guneş û Ibrahîm Şahîn ve hatin hazirkirin ji Weşanxaneya Nûbiharê derket. -
Fihûşa bi kontrol û parastina dewletê
Dewleta Tirk bi rengê şerê taybet li bajarên Kurdistanê bikranîna tiryakê û fihûşê geş dike, nexasim pitşî êrîşên dagirker ên li ser bajaran ev polîtîkaya xwe geştir kiriye. -
Di qezaya Amedê de 5 kes mirin, 25 jî birîndar bûn
Li navçeya Çinar a Amedê di encama qelibîna otobusa rêwiyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û qamyonê de 5 kes mirin, 25 kes jî birîndar bûn. -
Li Kerkûkê sê bazirganên madeyên hişber hatin destgîrkirin
Fermandarê Giştî yê Hêzên Dij Terorê ya Iraqê Seîd Meîn ragihand, li Kerkûkê sê bazirganên madeyên hişber hatine destgîrkirin. -
Parêzer: Rewşa Leyla Guven krîtîk e
Parêzerên Guven di roja 30'yî ya greva birçîbûnê de ji bo Leyla Guven daxuyanî dan û gotin, ''Problemên wê yên nexweşiyê dest pê kirin, vê heftiya dawî gelekî li xwe şikandiye û em di qonaxeke krîtîk a grêvê de ne''. -
Balafirên şer ên Tirk bombe li Qilaban û Xakurkê barandin
HPG'ê diyar kir, balafirên şer ên Tirk roja 6'ê Kanûnê bombe li herêmên Qilaban û Xakurkê barandine. Di daxuyaniyê de hate gotin, ji ber bomberdûmanê zerar negihiştiye hêzên wan. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Qilabanê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Qilabanê weşand, ku ji sê baskan ve hatibû kirin û herî kêm 10 leşkerên Tirk hatibûn kuştin. -
Endamê Koma Aştiyê Tûrgût hate destgîrkirin
Endamê Koma Aştiyê Nûrettîn Tûrgût li Êlihê hate destgîrkirin. -
Temîzkan: Diya min di şertên herî xirab de jî bi moral e
Keça parlamentera HDP'ê Leyla Guven, Sabîha Temîzkan li ser diya xwe got, ew jineke xurt e û domand, "Diya min di şertê herî xirab jî bi moral e."