KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Girtiyê nexweş tedawî nekirin û vegerandin
Girtiyê nexweş Omer Akbey, bêyî ku bê dermankirin ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê li girtîgeha Tîpa L a Patnosê hate vegerandin. Hate gotin, di dema saxkirin û lêgerînê de hatiye tazîkirin. -
Karê qeyûm ê li Colemêrgê: Vekirina rêyên qereqolê
Li Colemêrgê ji ber berfê gelek rê hatin girtin. Qeyûmê ku ji aliyê AKP'ê ve li şaredariyê hate bicihkirin, tenê rêya qereqolan vekir. -
Hevşaredara Qilabanê Uren: AKP li Şirnexê bi êgir dilîze!
Hevşaredara Qilabanê Zeynep Uren diyar kir ku AKP dixwaze demografiya Botanê bi bicihkirina malbatên ji Kazakîstan, Afganîstan û Sûriyeyê biguherîne û bang li niştecihên koç kirine kir ku vegerin cih û warê xwe. -
Lêgerîna polîsan a li avahiya HDP’ê ya Rihayê bi dawî bû
Lêgerîna polîsan a li avahiya HDP’ê ya piştî bidawîbûna çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan a bi armanca destekdayîna Hevseroka KCK û Parlemetera HDP’ê Leyla Guven a li Rihayê dayî destpêkirin bi dawî bû. -
Şehîdên Hêzên Parastina Cewherî yên Mexmûrê hatin bîranîn
Endamên Hêzn Parastina Cewherî yên di êrîşa hewayî de şehîd bibûn di salvegera yekemîn de bi merasîmekê li Saziya Malbatên Şehîdan û cihê bûyerê hatin bibîranîn. -
KNK’ê sersaxî ji malbata Xelef re xwest
KNK’ê bi peyamekê dilgiraniya xwe ya ji bo wefata endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Xelef anî ziman û sersaxî ji bo malbat û dostên wî xwest. -
Polîsan li Rihayê avêtin ser avahiya HDP'ê: 40 kes hatin destgîrkirin
Li Rihayê piştî greva birçîbûnê ya li avahiya bajêr a HDP'ê qediya, polîsên Tirk avêtin ser avahiya partiyê, Parlamentera Rihayê ya HDP'ê Ayşe Surucu bi erdê ve hate kaşkirin û nêzî 40 kes hatin destgîrkirin. -
HPG: Li Lêlîkanê 4 leşkerên dijmin hatin kuştin
HPG'ê diyar kir, li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê di çalakiyên gerîla de herî kêm 4 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Rejîma Îranê êrîş kir: Kolberek hate kuştin, 4 jî birîndar bûn
Rejîma Îranê zext û zordariya li dijî kolberan didomîne. Hêzên rejîmê dîsa li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê êrîşî kolberan kir. Ji ber êrîşê kolberek mir, 4 jî birîndar bûn. -
Şahidê veşartî Takva ji AKP’ê bû namzetê Wanê
Serokê Odeya Sanayî û Tîcaretê yê Wanê Necdet Takva yê ku ji bo girtina Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya bûbû şahidê veşartî, ji AKP’ê bû namzetê şaredariya Wanê. -
Emrê wê li ser rêya girtîgehê derbas dibe
3 zarokên Feyziye Kolakan girtî ne, lewma ji sala 1994'an û vir ve li ser rêya girtîgehan e. Kolakan diyar kir ku bi salan zext li wan hate kirin û weke "terorîst" hatin dîtin. -
Colemêrgî xwedî li wekîla xwe derdikevin
Gelê Colemêrgê destekê dide wekîla xwe Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Ocalan ketiye greva birçîbûnê. -
Greva birçîbûnê ya li Amedê jî bi dawî bû
Li Amedê greva birçîbûnê ya parlamenterên HDP’ê ya ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû. -
Li Wanê greva birçîbûnê hate bidawîkirin
Li Wanê greva birçîbûnê hate bidawîkirin a ku li dijî tecrîdê hatibû destpêkirin -
Greva birçîbûnê ya li Başûr di roja 15’an de ye
Greva birçîbûnê ya nedorveger û bêdawî ya li Başûrê Kurdistanê ya li dijî tecrîdê di roja 15’an de didome. -
Hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo têkbirina aramiya Kerkûkê didomin
Aliyên siyasî yên Kerkûkê ragihandin ku hewldanên Tirkiyeyê yên destwerdana li nava karûbarên Iraqê, bi taybetî yê Kerkûkê dewam dikin. -
Endamê KNK’ê xelîfe rehmet kir
Endamê KNK’ê Ebdulrehman Xelîfe ji ber krîza dil rehmet kir. -
19 girtiyên li girtîgeha Patnosê hatin sirgûnkirin
19 girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Patnosê ji bo girtîgehên deverên cuda hatin sirgûnkirin. -
Tevgera Azadî ji ber girtina buroyên xwe serî li Bexdayê da
Tevgera Azadî, gilînameyek li ser girtina buroyên xwe pêşkêşî Ofîsa Partiyên Siyasî ya Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê kir. -
Şervanên QSD'ê 700 sivîlên din rizgar kirin
Şervanên QSD'ê bi sean sivîl ji nava lepên DAÎŞ'ê rizgar kirin û gihandin herêmên ewle. -
Hêzên gerîla li Lêlîkanê li leşkerên Tirk dan
Gerîlayên HPG/YJA Starê danê vê sibehê li dijî leşkerên Tirk ên li ser girê Lêlîkanê çalakî pêk anîn. Tê gotin ku ji artêşa Tirk mirî û birîndar hene. -
Li Amed û Colemêrgê gelek kes hatin destgîrkirin
Operasyonên qirkirina siyasî berdewam dikin. Li Amed û Colemêrgê polîsan bi ser gelek malan de girt û gelek HDP û DBP'yî hatin destgîrkirin. -
Li girtîgeha Amedê zext û zordarî zêdetir dibin
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya hejmar 1'ê ya Amedê diyar kirin ku zext û zordariya li ser wan bi rengekî sîstematîk didome. -
Orhan û Dede: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye, em qebûl nakin
Greva birçîbûnê ya li Wanê ku ji bo piştgiriya Leyla Guven dest pê kiriye, di roja 3'emîn de ye. Parlamenterên HDP'ê Mûazzez Orhan û Saît Dede yên di grevê de ne, bang li raya giştî kirin ku di mijara tecrîdê de hesas be. -
Kawa Garzan qala bîranînên xwe yên bi Ocalan re kir
Li çiyê diçe payîz, êdî dibe zivistan. Em jî li nava gerîla digerin, komên nû nas dikin û li wan guhdarî dikin.