KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîlayên HPG'ê: PKK ji bo hemû gelên bindest têdikoşe
Gerîlayên HPG'ê diyar kirin, PKK ji roja avabûye û vir ve ji bo hemû gelên bindest têdikoşe û got, "Sala 41'ê ya PKK'ê wê bibe sala azadiya Rêber Apo, gelê Kurd û gelên din." -
AKP'ê derbeke din li çandiniya li Wanê xist
Piştî bajarvaniya neçê ya li Wanê, niha jî qadên çandiniyê, zevî ji bo lêkirina avahiyan tên pêşkêşkirin. Bi biryara DSÎ re derbeke din li sewalkarî û çandiniya li bajêr hate xistin ku li ber qedandinê ye. -
Karayilan: Bi gerîlatiya serdema nû em ê têkevin sala 41'emîn
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan got, ew dixwazin sala 41'ê ya PKK'ê bi gerîlayên serdema nû pêşwazî bike û êdî gavên nû biavêjin. -
Li Şirnexê 50 kes hatin destgîrkirin
Hejmara kesên di serdegirtinê danê sibê yên li ser malan yên li Şirnexê de hatin destgîrkirin gihişte 50 kesî. -
Perwerdekarên Zimanê Kurdî li Wanê hatin girtin
Li Wanê perwerdekarên zimanê Kurdî yên berê 3 rojan hatibû destgîrkirin, hatin girtin. -
Gelê Mexmûrê bi şahiyeke heybet salvegera PKK’ê pîroz kir
Bi tevlîbûna xwendekar, mamoste û gelê Mexmûrê salvegera 40’ê ya damezirandina PKK’ê li NÇHM’ê bi şahiyeke bi heybet hate pîrozkirin. -
Hevserokê Tevgera Azadî: Em navenda xwe teslîm nakin!
Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Evdile, ku saziya wan hatiye dorpêçkirin got, ''Heke hewl bidin ku bi zorê me derxînin em ê çalakiyan bikin û helwesta xwe ya demokratîk nîşan bidin'' -
HBDH’ê salvegera PKK’ê de banga geşkirina têkoşînê kir
Komîteya Rêveber a HBDH’ê 40. salvegera PKK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî pîroz kir. HBDH banga “Li dijî faşîzmê hê bêhtir rêxistinbûyîn û geşkirina berxwedanê” kir. -
Sicîla Wanê ya namzetê AKP’ê Mûrat Zorluoglu
Mûrat Zorluoglu yê ku ji aliyê Erdogan ve weke namzetê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Tarabzonê hate nîşandan wê li Wanê weke waliyê şer û gendeliyê were zanîn. -
Li Sûka Girtî ya dîrokî ya Kerkûkê şewat derket
Li Sûka Girtî ya Kerkûkê ku gelek tax, kolan û bi sedan dikan lê ne, şewat derket. Herî kêm 300 dikan şewitîn. -
HPG'ê 27'ê Mijdarê silav kir: 15 leşker hatin kuştin
HPG'ê diyar kir, ji bo silavkirina sala 41'ê ya PKK'ê hêzên wan li Îdirê li artêşa Tirk xistine û di encamê de 15 leşker hatine kuştin. -
Gerîla: Sala 41’emîn ew ê bibe sala serfirazî û serkeftinê
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê ya ku di bin kontrola gerîlayan de ye, salvegera 40’emîn a avabûna PKK’ê bi coş hate pîrozkirin. -
HDP û DBP'ê bang li jinên Wanê kir: Em qeyûman bişînin!
Meclîsa Jinan a HDP û DBP'ê ya Wanê bang li jinan kir ku Adarê qeyûman bişînin û 'jiyana nû' ava bikin. Di civînê de berxwedana Leyla Guven hate slavkirin. -
NPG: Berê me li azadiya Rêber Apo û gelê me ye
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG): Bi nûbûneke xurt em dest bi sala 41'ê dikin. Berê me li azadiya Rêber Apo û gelê me ye. -
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Saltan hate veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Fatîme Saltan ku li Dersimê şehîd bû, li Goristana Deriyê Mêrdînê ya Amedê hate veşartin. -
Hêzên asayîşê dor li navenda Tevgera Azadî girtin
Hêzên Asayîşê yên li Silêmanî ji bo avahiya navenda Tevgera Azadî bigirin, dor lê girtin. -
Salvegera damezrandina PKK'ê li çiyayên Kurdistanê tê pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK'ê li çiyayên Kurdistanê bi merasîmekê hate pîrozkirin. Endamê Fermandariya Biryargeha NPG'ê Bahoz Erdal li merasîmê axivî û got, "Têkoşîn û berxwedana PKK'ê wê gelên Kurdistan, Tirkiye û herêmê azad bike." -
'Bi Demîrtaş û Guven re divê hemû dîlên siyasî bên berdan'
Parlamentera HDP'ê ya Mûşê û Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku DMME bi biryara xwe dereng maye û got, "Bi Demîrtaş û Guven re divê hemû dîlên siyasî bên berdan." -
Bi bandora Hakî Karer tevlî nava refên PKK'ê bû
Serhildan Kamûran dema ku 16 salî bû nivîsek li ser Hakî Karer xwend û jiyana wî guherî. Piştî demekê tevlî nava refên gerîla bû. -
Adiyaman: Em ê tifaqa we ya paşverû ji hev bixînin!
Ji fermandarên HPG'ê Şiyar Adiyaman bal kişand ser desteka Gladîoya hêzên navneteweyî ya ji bo Tirkiyeyê û got, "Em ê tifaqa we ya paşverû ji hev bixin. PKK a ku bi 6 kesan dest pê kir, eşkere ye ku têk naçe." -
Aydenîz: Tirsa têkçûnê ketiye dilê AKP'ê
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz nerazîbûn nîşanî zext û zordariya AKP'ê ya li dijî partiya wan da û got, dem hatiye, tirsa têkçûnê ketiye dilê AKP'ê. -
Perspektîfên Ocalan ên li ser 27'ê Mijdarê
"Stranek e, helbestek e, romaneke bê dawî û bedew e..." PKK a ku Ocalan bi van gotinan wê pênase dike 40 sal li pey xwe hişt. Me perspektîfên Ocalan ên di salvegerên bihurî de ji bo PKK'ê anî ziman, berhev kir. -
Cûdî: Navê sirûda me ya nû 27'ê Mijdarê ye
Endama Koma Awazên Çiya Têkoşîn Cûdî ragihand, wan bi wesîleya salvegera 40'emîn a damezrandina PKK'ê bi navê '27'ê Mijdarê' sirûdeke nû çêkirine û ev berhem ji bo raya giştî îlan kir. -
Şakir: Bersiva serlêdana Tevgara Azadî nehate dayîn
Hevseroka Tevgera Azadî Şakir: Di sala 2014’an de di çarçoveya hiqûqê de hemû belgeyên pêwîst ji bo Wezareta Karê Hundir a Başûrê Kurdistanê hatiye dayîn. Lê heta niha bersivek ne erênî û ne jî nerênî nehatiye dayîn. -
Saziyên Êzidiyan salvegera avabûna PKK’ê pîroz kirin
Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiya (NAV-YEK), Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî (SMJÊ), Hevgirtina Ciwanên Êzîdî (HCÊ) û Navenda Çanda Êzîdxan (NÇÊ) bi daxuyaniyeke hevpar salvegera avabûna PKK’ê pîroz kirin.