KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Rejîma AKP'ê bi bayê bezê Heskîfê talan dike!
AKP, biryara Dadgeha Şêwirmendiyê ya ku barkirina berhemên Heskîfê betal kir, nas nake. Bi bayê bezê berhemên Heskîfa kevnar ji şûna xwe tên rakirin û tên barkirin. -
PAJK: Divê her der bibe qadên berxwedanê
Koordînasyona PAJK’ê salvegera avabûna PKK’ê pîroz kir û bang kir ku divê her der bibe qadên berxwedanê. -
KCK: Tecrîdê bişikîne, faşîzmê têk bibe, Kurdistanê azad bike
KCK'ê salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, "Em bang li gelê xwe dikin ku li her derê rabin ser piyan û ji bo rakirina tecrîdkirina Rêber Apo, têkbirina faşîzmê û azadkirina Kurdistanê têkoşînê xurt bikin." -
Komalên Ciwan ji bo 27’ê Mijdarê peyamek weşandin
Koordînasyona Komalên Ciwan bi wesîleya salvegera avabûna PKK’ê peyamek weşand. -
'Êrîşa li dijî Rêber Apo û PKK'ê, êrîşa li gelê Kurdistanê ye'
Xerîb: Li kîjan parçeyê Kurdistanê gel an jî tevgerek kete rewşeke tengav, PKK bi hewara wan ve çû û ew rizgar kirin. Niha jî wacîbê gelê Kurdistanê û hêzên siyasî ye ku xwedî li PKK’ê û Rêber Apo derkevin. -
KJK: Heqîqeta PKK’ê heqîqeta jina azad e
KJK’ê salvegera 40’emîn a avabûna PKK’ê pîroz kir û got, “Rastiya PKK’ê rastiya gelan û ya mirovayetiyê ye. Heqîqeta PKK’ê heqîqeta jina azad e.” -
Erdheja Kirmaşanê: Li Kelarê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Ji ber erdhejma roja Yekşemê li eyaleta Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê rû da, li navçeya Kelarê ya bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Çelê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya 13'ê Mijdarê ya li Çelê weşand ku di encamê de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin. -
Ji ber erdheja li Kirmaşanê zêdeyî 700 kes birîndar bûn
Ji ber erdheja bi şîdeta 6.4 pileyî ku li eyaleta Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê rû da, zêdeyî 700 kes birîndar bûn. -
Mulkiye Bîrtane hate destgîrkirin
Endama Dîwana KCD'ê Mulkiye Bîrtane ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin. -
Li Licê derketina derve hate qedexekirin
Li 11 tax û gundikên Licê derketina derve hate qedexekirin. Leşkerên Tirk piştî ragihandina qedexeyê dest bi operasyonêkirin. -
Avesta: Sala 41'ê wê bibe sala têkçûna faşîzmê
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta, 40 salên berxwedana PKK'ê nirxand û got, di demekê de ku hêvî nema bû PKK derket holê û mîna tovekî azadiyê li xaka Kurdistanê şîn bû. -
Li Kirmanşanê bi pîleya 6.5 erd hejiya
Li navçeya Sepolê Zehab ya bajarê Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê bi pîleya 6.5 erd hejiya. -
Li Zagrosan pîrozbahiya bi heybet
Salvegera damezirîna 40'î ya PKK'ê li Zagrosan bi tevlêbûna bi sedan gerîlayan bi rengekî bi heybet hate pîrozkirin. -
Kongreya ciwanan bi dawî bû
Kongreya Asayî ya 2’emîn a Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bi şîara ‘Xwe birêxistin bike, azad bibe û mêtingeriyê parçe bike’ li Amedê li dar xist, îro bi govendê bi dawî bû. -
DÎSA-DER: Hevalên me berdin
DÎSA-DER'ê ku hevserok û rêveberên wan hatine destgîrkirin, xwest ku hevalên wan bê berdan. Bang li her kesî kir ku xwedî li Kurdî derkevin. -
Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li herêma Metînayê barandin
HPG'ê diyar kir, balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li herêma Metînayê barandin û ragihand, ti ziyan negihişatiye gerîlayên wan. -
Ozturk: Ocalan bû hêviya gelan
Hevserokê HDP'ê Temellî peyam ji Kongreya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê re şand û got, "Faşîzm ji berxwedana me ditirse." Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî got, "Ocalan ne tenê ji bo gelên Tirkiyeyê, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bûye hêvî." -
Kongreya Ciwanan dest pê kir
2. Kongreya Asayî ya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bi beşdariya bi hezaran kesî dest pê kir. -
KODAR: Tiştekî ku jin winda bike nîne, tiştên qezenç bike hene
KODAR'ê bal kişand ser kiryarên rejîma Îranê yên li dijî jinê û diyar kir, rejîm ji pêşengiya jinan ditirse, lewma bi taybetî êrîşî jinan dike. KODAR'ê pêşengiya jinên Kurd a di têkoşîna azadiyan jinan de ya li Rojhilata Navîn silav kir. -
Şerîk: PKK misogeriya paşeroja Kurdistanê ye
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk li ser salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê axivî û got, PKK a ku 40 sal in li ber xwe dide misogeriya paşeroja Kurdistanê ye. -
Kalkan: Em hîn bi xurtî dest bi sala 41'ê dikin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan: Dijmin hewl dide xwe nû bike û dest bi sala 41'ê bike. Lê qels e. Em hîn bi xurtî û rêxistinbûyî dest bi sala nû dikin. Îdîaya me mezin e, serketina me jî wê mezin be. -
NÛ BÛ- Li Amed û Êlihê ji bo 'windayan' hatin ba hev
Malbatên xizmên winda û parêzvanên mafê mirovan ên li Amedê hatin ba hev, aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiyê de çîroka Fahriye û Mahmût Mordenîz hatin vegotin. -
HPG: Li Şemzînanê 2 kontra hatin kuştin
Gerîlayên HPG/YJA-STAR li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên ku derketibûn operasyonê çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de 2 kontra hatin kuştin. -
Siyaseta Erebkirin û Baasîkirinê li cihên Kurdan
Herêma Talebanî ya ser bi bajarokê Daqûq di bin gefa dagirkerî û Erebkirinekî nû de ye. Endamên Meclîsa Parêzgeha Kerkûk naçin kar. Xelkê gundê Îngîce diyar dikin ku nekarkirina Endamên Meclîsê 'Ximzetê ji siyaseta Erebkirin û Baahsîkirinê' re dikin.