KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Wanê gelek kes hatin destgîrkirin-NÛ BÛ
Li Wanê rêveberên DÎSA-Der, xebatkarên rojnameya Yenî Yaşam û HDP’ê hatin destgîrkirin. -
Li Cizîrê qedexeya nû
Li Cizîrê polîsan li cihê kar geriyan û diyar kirin ku wê ji niha û pê ve cihê kar heta seat 24:00’an vekirî be. -
PKK: Di sala 41’ê de li her qadê têkoşînê bilind bikin!
PKK: Di sala 41’an a PKK’ê de bang li her kesê dikin ku li dijî êrîşên komploger û rejîma faşîst-qirker têkoşîna azadiyê li her qadê bilind bikin û ji bo azadiya Rêber Apo û mercên xebitînê têkoşînê bikin. -
Li Hewlêrê ji ber lehiyê kesek mir
Li Hewlêrê, ji ber barana ku doh êvarê dest pê kir lehî rabû. Kesekî jiyana xwe ji dest da. -
Li dijî tecrîdê li Hewlêrê greva birçîbûnê ya bê dem dest pê kir
Endamê Meclîsa HDP'ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê ya bê dem kir. -
KONGRA GEL: Di sala 41'ê de em têkoşînê geş bikin, azad bibin!
KONGRA GEL salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, "Ji bo rakirina tecrîdê, hilweşandina faşîzmê û azadiya Kurdistanê, di sala 41'ê ya PKK'ê de divê gelê me li her qadê têkoşîna xwe geş bike." -
HPG: Li Başûrê Kurdistanê leşkerekî Tirk hate kuştin
HPG'ê diyar kir, li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê di çalakiyeke gerîla de leşkerekî Tirk hatiye kuştin. -
Gerîla: Sala 41'ê wê bibe sala serketin û azadiyê
Gerîla ku xwe bi îdîayeke mezin ji bo sala 41'ê ya PKK'ê amade dikin gotin, "Li dijî dijmin her tim bersiveke me heye. 'Ya serketin, ya serketin'. Ji bilî vê alternatîfeke din nîne." -
Başaran: Li dijî êrîşan divê Kurd bibin yek
Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran bal kişand ser zêdebûna êrîşên li dijî destketiyên gelê Kurd û got, li dijî van êrîşan divê gelê Kurd bibe yek. -
Werin govenda me -Çavdêrî
''Gerîla dimeşin, em dinerin, bi zimanê gel, 'ne serî heye, ne binî' wekî rûbarekî mirovan di ber me de diherikin û dibihurin.'' -
Li gorî dozger 8 sal ceza hindik e!
Dozger diyar kir ku 8 sal cezayê ku li Bekîr Kaya hatiye birîn, hindik e. -
HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên 14'ê Îlonê ji ber bomberdûmana li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, eşkere kir. -
Bûldan: Tecrîd divê demildest rabe
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, divê demildest tecrîda li Îmraliyê rabe û berxwedana Leyla Guven slav kir. Bûldan li ser hilbijartinê jî got, "Em bi hêza gelê xwe bawer in, em dizanin ku em ê bi ser bikevin." -
Hêzên YJA Star û KBDH'ê li dijî qereqolê çalakî pêk anîn
Hêzên YJA Star û KBDH'ê di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê dest pê kirine, li dijî Qereqola Korxanê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de derb li 2 wesayitên zirxî hate xistin û 2 kontra hatin kuştin. -
Greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 15'emîn de ye
Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û parlementera HDP'ê Leyla Guven di roja 15'emîn de ye. Tendirustiya Guven xerab dibe. Li Hewlêrê jî greva birçîbûnê didome. -
Salvegera damezrandina PKK’ê û pîrozbahiya gerîlayan
Bi her awayî peyama ‘Ti hêz jî nikarin li pêşiya pêkanîna xeyalên jiyana azad bibin asteng’ dan dost û dijminan. Ji aliye gerîla û fermandarên gerîlayan ve peyamên girîng û watedar hatin dayîn. -
'Di sala 41'ê de ala sosyalîzmê wê hîn bilind bibe'
Salvegera 40. a damezrandina PKK'ê li çiyayên Kurdistanê hate pîrozkirin. Rûken Garzan li pîrozbahiyê axivî û got, "Faşîzm û hêzên komploger wê di nava komployên xwe de bixeniqin, Tevgera Azadiyê jî wê ala sosyalîzmê bikind bike." -
Rewşa girtiyên di rojiya mirinê de ne giran dibe
Girtiyên MLKP'yî Kadîr Karabak û Esat Nacî Yildirim 69 roj in di rojiya mirinê de ne. Turkmen Karabak got, hevserê wê bi 23 kîloyan li xwe kêm kiriye û pêwîstî bi piştgiriya raya giştî heye. -
Li Silopiyayê erd hejiya
Li Silopiyayê bi şîdeta 4,1 pileyî erd hejiya. -
Ciwanên HDP'yî xwe ji bo kongreyê amade dikin
Endama Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê Sevîm Akdag li ser kongreya xwe ku wê roja Înê li Amedê pêk bîne axivî. -
Gelê Şengalê tecrîd û DYA şermezar kirin
Gelê Şengalê bi meşekê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA ya li dijî sê rêveberên PKK û KCK’ê şermezar kirin. -
Ji wesayîta zirxî gule hate berdan, kesek hate qetilkirin
Li Bîrecîka Rihayê li benda kontrolê ya polîsan dema ku nasname dihatin kontrolkirin, ji wesayîta zirxî ya 50 metre dûr gule hate berdan û rêwiyê bi navê Sedat Polat hate qetilkirin. -
Biryara doza Guvenparkê hate eşkerekirin
Di doza teqîna li Guvenpark a Enqereyê de biryar hate dayîn. Ji bo bersûcan cezayê miebetê hate dayîn. -
Rûniştina doza wekîlê HDP'ê Mizrakli pêk hat
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Selçûk Mizrakli xwest darizandin bê rawestandin, lê ev daxwaza wî nehat qebûlkirin. -
HDP’ê li Wanê starta hilbijartinê da
Hevserokê Bajêr ê HDP'ê yê Wanê Umîd Dede got, ''31'ê Adarê careke dî wê vîna gel bi ser bikeve''. Hevseroka Bajêr ê DBP'ê Ayla Tarhan jî got, ''Kurd tim li vîna xwe xwedî derketin''.