KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Hewlêrê grêva birçîbûnê jin didomînin
Li Hewlêrê li dijî tecrîdê grêva birçîbûnê kete roja 11'an. Çalakiyê wê jin bidomînin. -
Şakir: Ji bo kesên ku dixwazin xebatên me asteng bikin konferans bersiva herî baş e
Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir di 2’emîn konferansa Tevgera Azadî ya Kerkûkê de axivî û got; “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev 27 sal in aboriya civakê didize û dide dagirkerên Kurdistanê.” -
Tevgera Azadî: Bi daxwaza Tirkiyê ofîsa me hate girtin
Tevgera Azadî diyar kir girtina partiya wan bi kêrî dewleta Tirk a dagirker tê û got, ''Partiyên li herêma Kurdistanê û Iraqê li dijî vê divê helwestê nîşan bidin. Hikûmeta Iraqê jî divê bêdeng nemîne.'' -
‘Bradost şoreşgerên xwe nafiroşe’
Ji deşta Hêrtî heta navçeya Kolîtê welatiyên herêma Bradostê bi dirûşmeya ‘Em şoreşgerên xwe nafiroşin’ bersiva biryara DYA’yê ya li dijî sê pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê didin. -
Li Kerkûkê konferansa Tevgera Azadî dest pê kir
Çend rojên derbasbûyî bi biryara hikûmeta herêma Kurdistanê ofîsên Tevgera Azadî li herêma Kurdistanê hatin girtin lê li Kerkûkê bêyî astengiyan Tevgera Azadî konferansa herêmî li dar dixe. -
Dîcle Xabûr: YNK divê were ser xeta Mam Celal
Endama Koordînasyona KJK'ê Dîcle Xabûr li dijî girtina ofîsên Tevgera Azadî yên li Başûrê Kurdistanê ya ji hêla YNK'ê ve helwest nîşan da û got divê YNK were ser xeta Mam Celal. -
Li Wanê di 4 mehan de 5 cenazeyên karkeran hatin
Ciwanên Kurd ku neçar têne hiştin li înşeatên ku ti ewlehî û kontrola kar tine têne xebitandin dibine goriyên kuştinên ser kar. Li Wanê van 4 mehên dawî 5 karkerên înşeatê mirin. -
Qeyîmkirina mêtingeriyê ya li Sûrê kete 4 saliya xwe
Qedexeya derketina derve ya ku li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê yên Sûrê ku 2'yê Kanûna 2015'an dest pê kirî sê sal li pey xwe hişt û li dewleta Tirk zêde kir ku ji vê hêlê ve bibe yê pêşî. -
Li Kerboranê 6 kes hatin girtin
Hefteya derbasbûyî polîsan li navend û navçeyên Mêrdinê bi ser gelek malan de girtibûn û 36 kes destgîrkiribûn. Li Kerborêji 8 kesên hatin destgîrkirin 6 kes hatin girtin. -
Di nava 2 rojan de 3 kolber hatin qetilkirin, 5 jî birîndar bûn
Hêzên dewleta Îranê di nava 2 rojên dawî de 3 kolber qetil, 5 jî birîndar kirin. -
PYD: Girtina ofîsan xizmeta Kurdistanê nake!
PYD, nerazîbûn nîşanî girtina ofîsên Tevgera Azadî da, bal kişand ku ev yek xizmeta Kurdistanê nake. -
Piştgiriya ji bo greva Hewlêrê zêde dibe
Piştgiriya ji bo çalakiya Wekîla HDP’ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin mezin dibe. Greva li Hewlêrê kete roja 10’an. Nûnera HDP’ê ya Hewlêrê Muzeyan Guneş anî ziman ku eleqe zêde ye. -
Li Meletiyê 6 kes hatin girtin
Li Meletiyê ji HDP, DBP û ÎHD’ê 6 kes hatin girtin. -
HPG: Li Geverê 5 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Girê Elîşêr ê navçeya Geverê ya Colemêrgê li artêşa Tirk a dagirker xistin. Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 5 leşkerên Tirk di çalakiyê de hatine kuştin. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Qilabanê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayên HPG'ê ya meha Cotmehê ya li navçeya Qilaban a Şirnexê weşand. Di çalakiyê de derbên giran li çeper, stargeh û kûleyên leşkerên Tirk hatin xistin. -
Mamosteyên li Şengalê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
Mamosteyên Saziya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk a Êzidiyan a li Şengalê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, "Fikir û felsefeya Serokê gelê bindest Abdullah Ocalan em ji mirinê xilas kirin." -
KCK: Divê YNK li ser xeta Mam Celal be
KCK'ê diyar kir ku buroyên Tevgera Azadî bi zextên dewlata Tirk hatine girtin û got, "Armanca avabûna YNK'ê û xeta siyasî ya Mam Celal ew rê ye ku divê YNK îro jî li ser wê be." KCK'ê bang li YNK’ê kir ku dev ji vê helwesta xwe berde. -
Fîlmê 14'ê Tîrmehê wê 1'ê Kanûnê li Silêmaniyeyê bê nîşandan
Fîlmê 14'ê Tîrmehê ku berxwedana pêşengên Tevgera Azadiya Kurd ku li Zindana Amed a Bakurê Kurdistanê li xwe digire 1'ê Kanûnê bi jêrnivîsa zaravayê Soranî li Sînemaya Salim a Silêmanî tê nîşandan. -
Qeyûmê talanker dest bi xerakirina dikanên esnafan kir
Qeyûmê rejîma AKP'ê yê dest daniye ser Şaredariya Erdîşê, piştî ku şaredarî xist bin deynan, niha jî dest bi xerakirina dikanên esnafan kir. -
Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê wê têkoşîna xwe xurt bikin
Endamên Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê gotin, li gorî biryarên di kongreya 25'ê Mijdarê de hatin wergirtin, wê di serdema nû de têkoşîna xwe xurtir bikin. -
'Bila komploger zanibin; em bi 21 qatî mezin bûne'
Gerîlayê HPG'ê Kawa Garzan: Ez li ber biryara Amerîkayê nakevim. Ji ber ku ev biryar nîşan dide ku rêveberiya me sedî sed li ser şopa Rêber Apo ye. -
Bîlgîn: Leyla Guven bi dilsozî li ber xwe dide
Hevberdevka KCD'ê Zelal Bîlgîn ku pêr hate berdan, diyar kir ku Leyla Guven bi dilsozî li ber xwe dide û bi biryar e, heta tecrîd biqede çalakiya xwe bidomîne. -
Şakir: Têkoşîna Tevgera Azadî wê hê xurtir dewam bike
Şakir: Asayîşê li gorî biryara hikûmetê tevgeriya û hemû navend û ofîsên Tevgera Azadî yên li Başûrê Kurdistanê girtin. Têkoşîna Tevgera Azadî bi girtina ofîs û navendan bi dawî nabe, ji ber ku tevger xwedî felsefe û ramanê azad e. -
Li Qereyazî dorpêç û destgîrkirin
Li Qereyaziyê jenderme û polîsan bi sê saetan ser malan de girtin, keske destgîr kir. -
NÛ BÛ-Nifşê Nû û Goran girtina ofîsên Tevgera Azadî şermezar kirin
Koma Tevgera Nifşên Nû ya parlemontoya Kurdistanê û Koma Tevgera Goran a li Parlementoya Herêma Kurdistanê girtina ofîsên Tevgera Azadî şermezar kir.