KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Colemêrgê 30 herêm hatin qedexekirin!
Walîtiya Colemêrgê li ser 30 herêmî ''herêma ewlehiya taybet'' ragihand, ji bo 15 rojan hatin û çûna li wan herêman qedexe kir. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Îdirê weşand ku 15 leşker hatibûn kuştin
Gerîla TV dîmenê çalakiya 26'ê Mijdarê ya gerîlayên HPG'ê weşand, ku li Îdirê li dijî wesayiteke zirxî ya artêşa Tirk hatibû kirin. -
Nîzamettîn Taş xwest bi MÎT'ê re partiyekê li dijî PKK'ê ava bike
Ji rêveberên MÎT'ê yên di destê HPG'ê de ne Aydin Gunel got, Nîzamettîn Taş ê ji nava PKK'ê reviya bi Serokê Daîreya Koordînasyona MÎT'ê û Serokê Daîreya Operasyonê ya MÎT'ê re hevdîtin kiriye û li dijî PKK'ê pêşniyara 'avakirina partiyeke nû' kiriye. -
Endamê MÎT'ê yê di destê HPG'ê de ye axivî
Yek ji payebilindên MÎT'ê yên ji aliyê HPG'ê ve hatine girtin Aydin Gunel axivî û li hin mijarên girîng mikur hat. -
Li Erzîromê 4 HDP'yî hatin destgîrkirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk bê navber dewam dikin. Li Erzîromê di serdegirtina malan de 4 rêveberên HDP'ê hatin destgîrkirin. -
Wekîlên Amedê: Qîrîna Leyla Guven bibihîzin
Parlamenterên HDP'ê yên Amedê gotin, çalakiya Leyla Guven qîrînek li dijî tecrîdkirina Ocalan e û diyar kirin, divê ev qîrîn bê bihîstin. -
Li Rihayê ji bo DBP û HDP’yiyan cezayê girtîgehê hate dayîn
Li Rihayê ji bo siyasetmedarên Kurd ji 7 salan heta 9 salan de cezayê girtîgehê hate dayîn. -
Wekîlên HDP'ê yên Amedê jî ketin greva birçîbûnê
Parlamenterên HDP'ê yên Amedê jî li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirin. -
Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê koma 7’emîn dewr girt
Greva birçîbûnê ya Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê ya ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna çalakiya Leyla Guven didome. Koma 7’emîn greva birçîbûnê dewr girt. -
KCD'ê li dijî tecrîdê bang kir
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li Kurdan, demokratan û civaka navneteweyî kir ji bo bikevin nava liv û tevgerê. -
Wekîla HDP'ê Mûazzez Orhan dest bi greva birçîbûnê kir
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan, ji bo destekê bide Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kir. -
Li Xîzanê qedexeya derketina kolanan
Walîtiya Bedlîsê li 6 gund û 11 gundikên ser bi navçeya Xîzanê ya Bedlîsê derketina kolanan qedexe kir. -
Konsolosê Tirk spasiya YNK'ê kir
Biryara YNK'ê ya li dijî Tevgera Azadî û RJAK'ê hem şaş e, hem jî herî zêde zerarê dide YNK'ê û karên ji bo yekîtiya neteweyî tên kirin. Vegera ji vê şaşitiyê wê ji bo hemû Kurdan baş be. -
Gerîlayên HPG/YJA Starê: Em ê hemû êrîşan têk bibin
Gerîlayan diyar kirin, bawerî, biryardarî, dilsozî û danheviya wan a dîrokî gelekî mezin e û gotin, "Em ê hemû êrîşên dewleta Tirk ên bi serkêşiya rêveberiya AKP-MHP a faşîst tên kirin, têk bibin." -
Taşdemîr: YNK bi vê biryarê zerarê dide yekîtiya neteweyî
Parlamentera HDP'ê Taşdemîr bi bîr xist ku Tevgera Azadî li gorî qanûnên Iraqê partiyeke fermî ye û li ser bingeha demokrasî û aştiyê tevdigere. Taşdemîr got, "YNK'ê bi vê biryarê re yekîtiya neteweyî birîndar kiriye û divê YNK'ê li xeta Mam Celal vegere. -
Ofîsa Tevgera Azadî ya Germiyanê jî hate girtin
Hêzên asayîşê îro bi darê zorê endamên Tevgera Azadî ji ofîsa wan derxistin û baregeha Tevgera Azadî girtin. -
HPG'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir
HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên di şerê dijî dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn eşkere kir û got, "Em ê bîranîna şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin." -
YNK heyetekê dişîne Bexdayê
YNK'ê biryar da ku heyetekê bişîne Bexdayê. Heyeta YNK'ê wê mijara wezaretên ku di hikumeta nû de divê ji wan re bê dayin binirxîne. -
Li 37 gund û gundikan derketina derve hate qedexekirin
Li 37 gund û gundikên navçeyên Licê û Hênê derketina derve hate qedexekirin. -
'Em ê şaredariyên xwe rizgar bikin û radestî gelê xwe bikin'
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Zubeyde Zumrut diyar kir, partiya wan ji hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê re amade ne û got, wê xisara ku qeyûman dane şaredariyan ji holê rakin û şaredariyan radestî gel bikin. -
Encamnameya konferansa Tevgera Azadî ya Kerkûkê hate parvekirin
Kongreya 2’emîn a Tevgera Azadî ya Herêma Kerkûkê bi dawî bû. Piştî konferansê encamnameya 9 benda li xwe digire hate parvekirin. -
Tevgera Azadî hevserok û encûmena nû ya Kerkûk hilbijart
Piştî konferansa Tevgera Azadî ya Kerkûkê ji bo hilbijartina encûmen û hevserokên nû yên Kerkûkê hilbijartin hate kirin. Di encama hilbijartinê de Reyhan Hemad û Komel Serhet weke hevserokên nû hatin hilbijartin. -
Li Amed û Êlihê aqûbeta ‘windayan’ hate pirsîn
Xizmên winda û parêzvanên mafê mirovan li Amed û Êlihê lêgerîna xwe ya edaletê domandin. Di çalakiyan de Tahîr Elçî yê ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin jî hate bibîranîn. -
Komalên Ciwan derbarê qedexekirinan daxuyanî da
Koordînasyona Komalên Ciwan nerazîbûn nîşanî girtina Tevgera Azadî da ya ku YNK’ê biryara wê daye. -
Li Geverê çalakiya sabotajê
Gerîlayên HPG/YJA-Starê li Geverê li dijî 2 dozerên leşkeran çalakiya sabotajê kirin. Di çalakiyê de herdu wesayît hatin rûxandin.