KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YPG: Li Efrînê 5 leşkerên Tirk hatin kuştin
YPG'ê diyar kir, li navçeya Şêrawa ya Efrînê di encama çalakiya şervanên wan de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin. -
Nasnameyên şehîdên Mexmûrê eşkere bûn
Dewleta Tirk a dagirker doh êvarê bi balafirên şer êrîş bir ser kampa penaberan a Mexmûrê û ji ber êrîşê 4 jinên Mexmûrî şehîd bûn. Meclîsa Gel a Mexmûrê nasnameyên her çar şehîdan eşkere kir. -
Ava Çemê Dîclê radibe
Ji ber sedema ku qepaxaeke Bendava Dîclê qut bû ava Çemê Dîclê rabû. -
Li Silêmaniyê 2. Konferansa Tevgera Azadî dest pê kir
2'emîn Konferansa Tevgera Azadî ya herêma Silêmaniyê dest pê kir. -
KNK'ê li dijî êrîşên dewleta Tirk bang li gelê Kurd kir
KNK'ê li ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk daxuyaniyeke niviskî da û got, ''. Armanca wan kivş e; dixwazin îdareya xweser ya rojavaya Kurdistanê hilweşînin'', bang li gel kir ku li dijî êrîşan rabe ser piyan. -
Li Wanê 11 kesên greva birçîbûnê hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Wanê bi ser avahiya bajêr a HDP'ê de girtin û 11 kesên ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de bûn destgîr kirin. -
Li Mexmûrê dîmenê destpêkê yê piştî êrîşê
Di êrîşa balafirên şer ên Tirk de ya li ser Kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), 4 sivîlên Mexmûrî şehîd bûn. -
Gelê Mexmûrê nerazîbûn nîşanî êrîşê da
Şêniyên Mexmûrê nerazîbûn nîşanî êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk dan û li dijî êrîşan işaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî kirin. -
Balafirên keşfê hê jî li asîmanên Mexmûrê difirin
Piştî êrîşa balafirên şer ên Tirk li ser Hêzên Parastina Cewherî yên Mexmûrê firîna balafirên keşfê bê navber ya li ser Mexmûrê dewam dike. -
Çalakiya protestoyê ya Mexmûriyan didome
Gelê Mexmûrê bi dirûşim û sirûdan êrîşên dewleta Tirk a protesto dike. -
NÛ BÛ-Heyeta Iraqê li Mexmûrê dest bi lêkolînan kir
Heyetek ji Heşdî Şebî ya girêdayî Hikûmeta Iraqê serdana Mexmûrê kir. -
Mexmûrî bi dirûşmên ''Qatil Erdogan'' êrîşan şermezar dikin
Balafirên şer ên artêşa Tirk ên dagirker li welatiyên sivîl ên Mexmûrê dan. Di encamê êrîşê de ku 3 endamên Hêzên Parastina Cewherî yên ku piştî DAÎŞ’ê xwe birêxistin kiribûn şehîdbûn. Gel bi dirûşman êrîşan protesto dikin. -
Balafirên artêşa Tirk gundê Sikêniyê yê Şengalê bomberdûman kir
Balefirên artêşa Tirk di saetên êvarî de gundê Sikêniyê yê li rojavayê Şengalê bomberdûman kir. -
NÛ BÛ II-Di êrîşa Mexmûrê de 4 sivîl şehîd bûne
Balafirên şer ên artêşa Tirk li bombe li sivîlên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî barandin. Di êrîşê de 4 welatiyên sivîl şehîd bûne. -
Li Kobanê bi dehan hezar kes li dijî dagirkeriyê dimeşin
Ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirinê, bi dehan hezar kes li navenda Kobanê li hev civiyan û bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan" dest bi meşê kirin. -
Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê di roja 23'an de ye
Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja 23'an de ye. -
HPG: Li Îdirê fermandarekî leşkerên Tirk hate kuştin
HPG'ê diyar kir, li herêma Kirê Korê ya Îdirê li yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk hatiye xistin û di encamê de fermandarê yekîneyê hatiye kuştin. Her wiha li heman herêmê li wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Cemse hate xistin. -
Gelê Kobanê yê berxwedêr li dijî dagirkeriya Tirk daket qadan
Li Kobanê ya berxwedêr, bi hezaran kes li dijî gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirinê, li navenda bajêr li hev dicivin. -
Çalakvanên li Amedê hatin destgîrkirin tenê nehatin hiştin
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Zubeyde Zumrut, nerazîbûn nîşanî êrîşa li ser çalakvanên li Amedê ketin greva birçîbûnê da. Zumrut got, “Yê çareseriyê dixwaze divê bi Ocalan re rûnê.” -
Li Wanê qedexeya çalakiyan
Walîtiya Wanê ragihand li nêzî girtîgehên bajêr her cure çalakî hatine qedexekirin. -
Bernamzetê AKP'ê ji gendeliyê hate destgîrkirin
Okkeş Demîr ku ji bo Şaredariya Îslahiye ya AKP'ê bûbû bernamzet, bi îdîaya ''fesadî tevlî îhaleyê kiriye'' hate destgîrkirin. -
Li Licê Pasûr û Farqînê qedexeya derketina derve hate ragihandin
Li ser 21 taxên Licê, Pasûr û Farqînê yên Amedê operasyona leşkerî hate destpêkirin û qedexeya derketina derve hate ragihandin. -
'Em ê serî li ber êrîşan netewînin'
Rêveberên HDP'ê û welatiyên li Amedê ketin greva birçîbûnê, berî bên destgîrkirin ji ANF'ê re axivîn û nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikumetê ya li hemberî çalakiya Leyla Guven dan. Çalakgeran gotin, wê serê xwe li ber êrîşan netewînin. -
'20 salên li Îmraliyê hêjayî 100 salî'
Sekreterê Giştî yê partiya Çep Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê Salih Gedo got, "Berxwedana li Îmraliyê bi tena serê xwe lehengiyeke mezin e." -
Navê kesên li Amedê hatibûn destgîrkirin, diyar bûn
Polîsan vê êvarê bi ser avahiya HDP’ê ya li Amedê de girt û 50 çalakgerên greva birçîbûnê destgîrkiribûn. Navê kesên hatibûn destgîrkirin diyar bûn.