KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Prîeto: Divê her kes xwedî li Ocalan derkeve
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûr bi koma sêyemîn dewam dike. Enternasyonalîstê bi navê Poblo Prîeto (Koçer) ê di çalakiyê de cih girtibû banga tevlîbûn û xurtkirina têkoşîna li gel Kurdan kir. -
Peyama KCK'ê ya têkilî 'Komkujiya Meraşê': Divê hêzên demokrasiyê
Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo salvegera 40'î ya Komkujiya Meraşê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ji bo pêşî li komkujiyên nû were girtin, divê hêzên demokrasiyê tifaqê deynin. -
Asayîşa Kelarê du roj dem da navenda çanda Nîwegerê
Hêzên Asayîşa Kelarê ku dixwazin Navenda Çand û Hunerê ya Nîwegerê bigirin ji ber nerazîbûnên gel ji saziyê veqetiyan û 2 roj dem da saziyê. -
Asayîşa Kelarê hewl dide Navenda Çandê ya Nîwegerê bigire!
Hêzên Asayîşa Kelarê dixwazin Navenda Çand û Hunerê ya Nîwegerê bigirin. Pêşî li xebatkarên saziyê tê girtin. -
Li Silêmaniyê nûçegihanê Rojnewsê hate destgîrkirin
Ciwanên welatparêz ên Başûrê Kurdsitanê ji bo şermezarkirina tecrîdkirina ser Ocalan xwestin daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Lê belê hêzên asayîşa Silêmaniyê destûr nedan û êrîşî çalakgeran kir. Nûçegihanê Rojnewsê jî di nav de 20 kes hatin destgîrkirin. -
Li Wanê operasyonên qirkirina siyasî hatin protestokirin
Li Wanê destgîrkirina hevserokên bajêr ên HDP û DBP’ê bi girseyî hate protestokirin. -
Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê di roja 31'ê de ye
Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja 31'ê de ye. Koma 17. îro çalakî dewr girt. -
Hêzên Rizgariya Efrînê: Em ê bi her awayî li dagirkeran bidin
Hêzên Rizgariya Efrînê li baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker xistin û di encamê de leşkerek hate kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku wê bi cure çalakiyan li dagirkeran bidin. -
Girtiyên PAJK'ê: Giyana zindanê zindî bû!
Girtiyên PAJK'ê yên li Girtîgeha Tîpa E'yê ya Amedê gotin, heta ku tecrîd rabe ew ê çalak bin. -
Guven: Daxwazên me mafdar û rewa ne
Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 44 roj in di greva birçîbûnê de ye got, "Berxwedana min wê dewam bike. Pê bawerim ku ez ê encamekê bi dest bixim. Ji ber ku daxwazên min û hevalên min mafdar û rewa ne." -
Karayilan: Gefên li ser Rojava îlana şer a li dijî hemû Kurdan e
Karayilan bal kişand ser gefên rejîma Tirk ên li ser Rojava-Bakurê Sûriyeyê û got, "Ev yek ne tenê li dijî Rojava ye, li dijî tevahiya Kurdistanê ye. Tenê armanceke vê konseptê heye: Kurd nebin xwedî statu." -
HPG’ê şehîdên li Metînayê eşkere kirin
Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 3 gerîlayên ku 24'ê Mijdarê bi êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a li ser Metînê şehîd bûbûn, ragihand. -
Polîsên Tirk Dayika Taybet kirine 'endamê rêxistinê'
Midûriyeta Emniyetê ya Wanê têkilî Dayika Taybet got, ''Endama rêxistinê ya ku Kanûna 2015'an hate bêbandorkirin''. Bi vî rengî li xwe mikur hatin ku Dayika Taybet ji hêla polîsên Tirk ve hatiye kuştin. -
Qeyûmê dagirker karker deyndar derxistin
Qeyûmê ku şaredariya Payîzavayê ya DBP’ê desteser kir, karkerên şaredariyê yên berê ji kar avêt deyndar derxistin. -
Hevserokên HDP'ê û DBP'ê hatin destgîrkrin
Polîsên Tirk li Wanê bi ser malan de girtin, hevserokên bajêr ên HDP'ê û DBP'ê destgîr kirin. -
Mexdûrên erdheja Kirmaşanê vê zivistanê jî li derve ne!
Mexdûrên erdheja par a li herêma Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, vê zivistanê jî bê cih û war, li derve ne. -
Li Licê baregeheke nû ya leşkerî hate avakirin
Li Taxa Karahasan a Licê baregeheke nû ya leşkerî hate avakirin. -
Gerîla li Başûrê Kurdistanê li leşkerên Tirk xist
Li Girê Elîdirêj ê herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê, li dijî leşkerên Tirk çalakiyeke sekvaniyê hate kirin. Di encamê de leşkerek birîndar bû. -
YPG'ê 5 şehîdên li Dêra Zorê û Helebê bi bîr anî
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 5 şervanên xwe yên li Dêra Zorê û Helebê şehîd bûn eşkere kir û ew bi bîr anî. -
Temellî: Bila Tirkiye jî ji Sûriyeyê vekişe!
Temellî li ser biryara DYE'yê ya vekişîna ji Sûriyeyê got, "Bila hemû hêzên derve ji Sûriyeyê vekişin. Bila DYE vekişe, Tirkiye û Rûsya jî vekişe." -
QSD'ê li ser biryara DYE'yê daxuyanî da
Fermandariya Giştî ya QSD'ê diyar kir, şerê li dijî DAÎŞ'ê neqediya ye û diyar kir, vekişîna koalîsyonê wê rê li ber encamên neyînî veke. -
Qeyûm ji bo alîgirên xwe veguheztin kiriye qada rantê
Qeyûmê şaredariya Erdîşê ya ku hatibû xespkirin otobosên şaredariyê ji bo xizmeta gel bi kar nayne, gel mehkûmî wesayîtên taybet ên serwîsê yên alîgirên AKP û MHP’ê dike. -
Doza Kûrkût hate taloqkirin
Di rûniştina doza Kemal Kûrkût de ku ji aliyê polîsê Tirk ve hate kuştin, daxwaza ji bo girtina polîsê kujer Y.Ş. nehate qebûlkirin. -
Balefirên koalîsyonê li nêzî Mexmûrê li çeperên DAÎŞ’ê dide
Balefirên koalîsyonê li Başûrê Kurdistanê li nêzî Mexmûrê li çeperên DAÎŞ’ê da. -
Dayîka Taybet li cihê ku hatibû qetilkirin, hate bibîranîn
Dayîka Taybet hate bibîranîn a ku di dema berxwedana xwerêveberiyê ya Silopiyê de ji aliyê hêzên Tirk hatibû qetilkirin û cezayê wê 7 rojan li kolanan hatibû hiştin.