KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
DGH’ê bîlançoya 3 mehan eşkere kir
Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) bîlanloya çalakiyên 3 mehan eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin zêdetirî 123 çalakî hatine kirin û 70 wesayît hatine şewitandin. -
Dewleta Tirk ‘Sendroma Kurdistanê’ dijî
Li gorî lêkolîneke li Tirkiyeyê sendroma ku hêzên dewletê yên ku li Kurdistanê dijîn careke din rastiya şer a ku desthilatdarî dixwaze ser binixumîne danî holê. -
KCR: Tecrîdê bişkêne, faşîzmê têk bibe û Kurdistanê azad bike
Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) ku beriya salekê ‘Pêngava Serî Hilde’ dabû destpêkirin, ji bo bîranîna Şehîd Dilovan Feda pêngava ‘Tecrîdê bişkêne, faşîzmê têk bibe û Kurdistanê azad bike’ da destpê kirin. -
Amûra asîmîlasyonê ‘YÎBO’
Gerîlayê HPG’ê Kurtay Egîd têkildarî dibistanên YÎBO yên dewleta Tirk axivî û got; “Dixwazin bi vê perwerdê ciwanên Kurd ji tevgera azadî û ji têkoşîna gelê Kurd dûr bixin.” -
Nûjiyan Bagok behsa berxwedana Nisêbînê kir
Nûjiyan Bagok, şervana ku berê çûbû Nisêbînê û tevlî berxwedana 80 rojî bûyî û di koma dawî de bû, ya ku ji Nisêbînê derketî, ji çiyayên Kurdistanê behsa wan rojan kir. -
Nasir Yagiz: Heta tecrîd were şikandin wê çalakiya min bidome
Greva birçîbûnê ya bêdawî û bê dorvger a Nasir Yagiz a li Navenda HDP’ê ya Hewlêrê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin di roja 46’an didomîne got,“Tu kes nikare Roja me tarî bike.” -
'Daxwaza Guven aramiya Tirkiyeyê ye'
Alîkarê Hevserokên Giştî yê ÎHD'ê Racî Bîlîcî diyar kir, Leyla Guven ji bo paşeroja Tirkiyeyê daxwazeke zelal û rewa dike û got, daxwaza Guven ji bo aramiya Tirkiyeyê ye. -
HRE: 3 çete li Efrînê hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Efrînê li artêşa Tirk a çete û komên wê yên çete xistin. Di encamê de 3 çete hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn. -
'Iraqî û Kurd nebin yek, wê Tirkiye li nava Iraqê serbest bigere'
Çavdêrê siyasî Felah Selah: Eger Iraqî baldar nebin û di çarçoveya bernameyeke niştimanî de kar nekin, di nava du rojan de wê dewleta Tirk bikeve xaka Iraqê û li nava xaka Iraqê serbest bigere. -
Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê di roja 45'an de ye
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê ku li dijî tecrîdkirina Ocalan dest pê kir, di roja 45'an de ye. Nasir Yagiz jî greva birçîbûnê bi rengekî bê dawî û bêdorveger didomîne. -
Gerîla Cesûr bi nav û paşnavê kekên xwe şer dike
Gerîlayê HPG'ê Êrîş Cesûr, navê xwe ji kekên xwe yên şehîd hilaniye. Cesûr dibêje, "Me li çiyê nekarî hev bibînin, lê di têkoşînê de em bi hev re ne" û PKK'ê dişibîne "şîrê pak". -
Li Amedê li 3 cihan çalakî pêk hatin
Navenda polîsan a navçeya Bajarê Nû ya Amedê jî di nav de li 3 cihên cuda bi bombeyan, çalakî pêk hatin. -
Qeyûmê AKP'ê gelê Wanê talan dike
Qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ku bi mehan e kolan û rê kiriye otopark, niha jî di bin navê 'cih digire' pere ji xwediyên wesayitên bazirganî digire. -
'Şehadeta şehîd Sara bi qasî kesayeta wê bandora xwe kir'
Gerîlayên YJA Star û HPG'ê di 6'emîn salvegera Komkujiya Parîsê de nerîn, hest û bîranînên xwe yên bi Sakîne Cansiz (Sara) re anîn ziman. -
PDK’ê dest bi destgîrkirina kadroyên YNK’ê kir
PDK’ê bi operasyonekê li Hewlêrê endamê rêveberiya malbenda 3’an a YNK’ê destgîr kir. YNK’ê PKD’ê bi revandina endamên xwe sûcdar dike. -
HPG'ê bi firokên bê mirov li Alaya Rûbarokê xist
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, hêzên wan bi firokên bê mirov ên bombebarkirî li Alaya Rûbarokê xistine. -
6 sal cezayê girtîgehê li rojnameger Yilmaz hate birîn
Ji ber nûçeyên ku çêkiriye, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Îdrîs Yilmaz hate birîn. -
Baroya Amedê: Di serdanê de Guven nikaribû derkeve hevdîtinê
Baroya Amedê diyar kir ew çûne serdana Leyla Guven û Guven ji ber ku rewşa wê krîtîk bûye, nikaribûye derkeve hevdîtinê. -
Avesta: 2018 sala berxwedanê bû, 2019'ê wê bibe sala serketinê
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta sala 2018'an, sekna gel, êrîş û gefên dewleta Tirk, her wiha grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven nirxand û got, sala 2019'an wê bibe sala serketinê. -
Li Mehabadê 70 santîmetreyan berf ketiye
Rêvebirê Rê û Veguhestinê yê Mehabadê ragihand ku berfê ji serê sibê ve dest pê kiriye û a niha li seranserî herêmê berf dibare. -
Ciwanên Kerkûkê: Em ê rê nedin dagirkeriya dewleta Tirk
Ciwanên Kurd ên tevlî konferansa ciwanan a Kerkûkê bûn gotin, weke hêzeke ji pola wê li dijî her cûre êrîş û planên dijminên Kurdan ku dixwazin xaka Kurdistanê dagir bikin bisekinin. -
Rastiya ku bi berxwedana HPG'ê derkete holê -3-
Me encamên girîng ên bîlançoya sala 2018'an a HPG'ê nirxandibûn. Di vir de çend xisûs hene ku balê dikişînin. -
Fermandara YPJ'ê: Em ê bi hêza xwe her êrîşê têk bibin
Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed, biryara DYE'yê ya vekişandina leşkerên xwe ji Sûriyeyê nirxand û got, "Em ê bi hêza xwe li ber êrîşan rabin û her şêwe êrîşan têk bibin." -
Besê Erzîncan: Em neçar in bi ser bikevin
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan: Ya em ê di nava bêrûmetiyê de winda bibin, ya jî heq bikin ku bi nasname, ziman û çanda xwe li ser xaka xwe bi rengekî azad bijîn. Em neçar in ku bi ser bikevin. -
Balafirên Tirk bombe li gundên Dihokê barandin
Balafirên şer ên Tirk gundên Rêkan, Guher, Kafya û Zap li gel Herêma Metîna yên girêdayî bajarê Dihok ên ser bi Başûrê Kurdistanê ve bombe kirin.