KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çalakiya gerîla ya li Îdirê: 12 leşker mirin
Hate ragihandin, li Îdirê di çalakiyeke gerîla de ya li dijî yekîneyeke veşartî ya leşkerî, herî kêm 12 leşker hatine kuştin. -
Komîteyên Zindanan ên PKK-PAJK'ê: Gotin êdî bê wate bûye
Komîteyen Zindanan ên PKK-PAJK'ê: Rewşa tenduristiyê ya hevrêyên me Leyla Guven û Nasir Yagiz her nebaş dibe. Eger tavilê hewl neyê dayin, wê encamên neyînî rû bidin. Ji ber vê yekê êdî ti wateya gotinê nemaye. -
Li Lice, Hezro û Karazê derketina derve hat qedexekirin
Li 23 tax û gundikên ser bi navçeyên Lice, Hezro û Karazê derketina derve hat qedexekirin. -
Ocalan qala Îmraliyê dike - III
"Rast e, min hesab nedikir ku xiyanet û berjewendîparêzî wê li pêşberî vê rewşê rabe ser piyan. Pîvandin, wezinandin û bi namerdî û xayinî ez avêtin welatê barbaran ê li Efrîkayê. Qaşo xapandin û bi hostatî ez li Îmraliyê li darbestekê bi cih kirin." -
Rêwîtiya li Şopên Rojê..
Gerîlayê azadiyê Cîhan Eren, qala bîranîna xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir ku sala 1997'an li Şamê hev dîtibûn. -
'Aştî bi rakirina tecrîdê dibe'
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel diyar kir, li Girtîgeha Îmraliyê 20 sal in tecrîd bi rêk û pêk didome û got: "Tecrîd bandorê li gelên Rojhilata Navîn hemûyan dike." -
Heyeta ji Ewropayê: Divê tecrîd were rakirin
Leyla Guven ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan 67 roj in di greva birçîbûnê de ye. Parlementerên ji Ewropayê xwestin biçin serdana Guven û banga ‘Divê tecrîd were rakirin’ kirin. -
Rejîma Îranê li Ûrmiyeyê êşkenceyê li parêzerê Kurd dike
Parêzer û mamosteyê zanîngehê yê Kurd Mesûd Şemsnejad beriya du rojan ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû destgîrkirin. Derket holê ku îstixbarata rejîma Îranê êşkenceyê li Şemsnejad dike. -
Li Wanê tecrîd bi meşeke girseyî hate şermezarkirin
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wanê bi panel û meşeke girseyî hate şermezar kirin. -
Li Êlihê polîsan êrîşê meşa li dijî tecrîdê kirin
Polîsên Tirk ên dagirker li Êlihê êrîşî meşa li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd kirin. Namzedê Hevserokatiya Şaredariya Êlihê Sabrî Ozdemîr hate destgîrkirin. -
Balafirên şer bombe li Zap, Garê û Heftanînê barandin
HPG'ê diyar kir, balafirên şer ên Tirk rojên 10 û 12'ê Çileyê bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandine û ragihand, ji ber bomberdûmanê tiştek bi hêzên wan nehatiye. -
Polîsên Tirk pêşî li şandeya Ewropayê girtin
Şandeya ku ji bo piştgiriyê bide Leyla Guvenê ji Ewropayê hat û xwest biçe ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, ji hêla polîsên Tirk ve hate astengkirin. -
Guven nekarî bê dîtina parêzeran
Parêzerê Guvenê îro çû hevdîtina muwekîla xwe, lê belê ji bo ku rewşa tenduristiyê ya Guven giran e, nekarî tevlî hevdîtinê bibe. -
Yagiz: Ez ê greva birçîbûnê bidomînim
Nasir Yagiz ku 54 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, diyar kir ku wê çalakiya xwe bidomîne. -
Ocalan qala Îmraliyê dike - II
"Di şexsê min de ne tenê trajediya rojane ya gelê Kurd, tenêmayina ji ber dîroka lenetbûyî, rasthatina wan a li komployan û xiyanetên mezin ên rû dan, bi daxuyaniyên berfireh dikarin werin ronîkirin." -
KCK'ê li ser hevdîtina li Îmraliyê daxuyanî da
KCK: Hevdîtina 12'ê Çileyê, hewldaneke şerê taybet a desthilatdariya AKP-MHP'ê ye ku ji bo şikandina pêngava me ya 'Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin' hatiye kirin. -
Ocalan qala Îmraliyê dike - I
"Her tişt ji bo mirina min amade kiribûn. Bi giranî ji bo tinekirina bi fîzîkî, nebû jî ji aliyê wateyê ve dixwestin min tine bikin." -
Dest ji Kurdistanê bernedin, ev bes e...
Serdar Star ku sala 1996'an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît got, "Rêbertî dema xatir ji min xwest got, 'Dest ji Kurdistanê bernede, ev bes e'. Yek ji hêza bingehîn a têkoşîna min, ev gotina dawî ya Rêbertî ye." -
5 girtiyên din ketin greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger
5 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Amedê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger kirin. -
Li Kerkûkê Sakîne Cansiz û hevalên wê hatin bibîranîn
Li bajarê Başûrê Kurdistanê Kerkûkê ji aliyê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ve belgefîlma têkildarî jiyana Sakîne Cansiz û hevalên wê hate nîşandan. -
Tevgera Azadî destgîrkirinên li Silêmaniyê şermezar kir
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li bajarê Kerkûkê daxuyaniyek da çapemeniyê û destgîrkirinên endamên wan ên li Silêmaniyê yên ji aliyê asayişê ve şermezar kir. -
Li Kurdistanê li dijî tecrîdê meş û civîn hatin lidarxistin
Li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya Leyla Guven a ku 66 roj in di greva birçîbûnê de ye, li Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin. -
Di çalakiya xizmên windayan de Leyla Guven hate silavkirin
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Amed û Êlihê lêgerîna edaletê domandin. Di çalakiyan de berxwedana Leyla Guven hate silavkirin û banga bihestiyarbûnê hate kirin. -
Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin bombekirin
Balafirên şer ên Tirk deverên Gare, Xaxûrkê û Zapê bombe kirin. -
Li Başûr li dijî tecrîdê grevên birçîbûnê geş dibin
Li Başûr li dijî tecrîdê grevên birçîbûnê didomin. Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ku di greva birçîbûnê de ye rewşa wî giran e, got, ''Ez ê heta dawiyê bidomînim.''