Rêwîtiya li Şopên Rojê..
Gerîlayê azadiyê Cîhan Eren, qala bîranîna xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir ku sala 1997'an li Şamê hev dîtibûn.
Gerîlayê azadiyê Cîhan Eren, qala bîranîna xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir ku sala 1997'an li Şamê hev dîtibûn.
Bi rêwîtiyan mirov dibe şahidê rûyên nû jiyînên ku nayên jibîrkirin. Em jî di vê rêwîtiya xwe de li rasta rûyên nû û bîranînên xweş tên. Di vê rêwîtiya xwe de gerîlayê azadiyê yê ku me naskirî Cîhan Eren e. Cîhan Eren bîranînên xwe yên bi Ocalan re vedibêje ku sala 1997'an li Şamê hev dîtin.
Eren destpêkê dibêje, "26'ê Gulana 1997'an em çûne Şamê qada Rêbertiyê. Dema ku nû diçime wir, hîs dikim ku jiyana min bi temamî wê biguhere. Em hemû rûniştbûn û li benda Rêbertî bûn. Bi kelecaniyeke mezin çavê me li derî em li bendê bûn ku were. Li pêşiya min sê heval hebûn. Hevalê li pêşiya min, min berê jî nas dikir. Bi giştî hevalekî fediyokî bû û xwe li paş dihişt. Dema ku nû ketî hundir Rêbertî destê wî hevalî girt, li gel ku qet ew nas nedikir jî gotina wî ya pêşî wiha bû; 'Ax ciwanên me yên Kurd, dewletê hûn kirine çi halî'. Yanî heval nas nedikir lê di çirkekê de ew dît û wiha got. Mirov şaş dimîne.
Dema perwerdehiyê bi şertên dijwar ji Behra Reş bigirin heta bi Awûstûryayê heval dihatin Şamê û perwerde didîtin. Ji bo vê Rêbertî digot; 'Binerin hevalno, di serî de dewleta Sûriyeyê, gelek derdor çavnebariyê li van kursiyên me yên li vir jî dikin û ji bo ku perwerdehiyê asteng bikin tişta ku ji dest wan tê, dikin. Ji bo vê jî vê fersendê, vê pêvajoya perwerdehiyê baş bi kar bînin'. Ji bo vê jî, çi dema ku tê bîra min, ew pêvajoyên perwerdehiyê hêzê dide min."
Eren dema qala taybetmendiyên Wî dike, şaşwaziya xwe nîşan dide û dibêje, "Li gel Rêbertî em tim li heman odeyê rûdiniştin. Di destekî wî de, ji radyoyên kevn li nûçeyan guhdarî dikir û li hêla din dema ku ji televizyonên Tirk li nûçeyan dinerî ji aliyekî ve jî yek bi yek pirs li me dikir. Wê demê min di dilê xwe de digot, 'Rêbertî çawa van hemû tiştan bi hev re dike'. Ji ber ku cara pêşî min ev taybetmendî bi mirovekî re didîtin û vê ez didam fikirandin.
Wê demê operasyona Zapê hebû. Leşkerên Tirk derbên giran xwaribûn û vekişiyabûn. Di televizyonê de jî li ser navê artêşa Tirk Çelîk Bîr diaxivî. Dema ku ew diaxivî, Rêbertî berê xwe da min û got, 'Heval ev dixwaze çi bibêje?', ez hinekî qilqilîm. Piştre min ji Rêbertî re got, 'Serokê min, li gor gotina wî, dibêje ewan ji operasyonê encam standine û vedigerin'. Rêbertî tenê got, 'Dibe'. Dema ku ev got, bêhna min hate ber min. Ji ber ku min texmîn dikir ku tiştine din bibêje."
Li hêlekê tiştên ku li derve min bihîstin, li gotinên dijmin ên li ser Rêbertî difikirîm û min ew didan ber hev, min dixwest Rêbertî baştir nas bikim. Lê çi dema ku min ew nas dikir, min baş fêhm dikir bê ka çend nûçeyên derew çêdikirin.