KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Jiyana çalakgerên jîngeparêz ên Kurd di metirsiyê de ye
Platforma Demokratîk a Tevger û Gelên Îranê: Dosyayên îstixbaratî yên li dijî çalakgerên jîngeparêz ji hêla dezgehên rejîma Îranê ve tên amadekirin, komployeke giştî ye. -
PJAK'ê li ser destgîrkirinan daxuyanî da
PJAK: Destgîrkirinên dawî nîşaneya destpêkirina projeyek nû ji bo serdegirtin û têkbirina çalakgerên Kurd e. -
YPS: Em bi Rêber APO re li welatê azad bijîn!
YPS'ê di salvegera 3'emîn a damezrandina xwe de em soza serketina têkoşînê, tolhildana şehîdan û jiyana bi Rêberê Gelê Kurd re li welatekî azad, dubare kir. -
Xelîl: Tirkiye gefa herî mezin e li ser herêmê
Aldar Xelîl diyar kir, nepêkan e ku ew 'herêmeke ewle' ya bi kontrola Tirkiyeyê qebûl bikin û got, Tirkiye gefa herî mezin e li ser herêmê. -
Hejmara hilbijêrên sexte yên li Kurdistanê zêde dibe
Beriya hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê, hejmara dengdêrên sexte yên li bajarên Kurdistanê hatine qeydkirin zêde dibe. Piştî Colemêrg û Îdirê, derket holê ku li Erdîşê jî hilbijêrên sexte hatine qeydkirin. -
Ocalan qala Îmraliyê dike - VII
"Mafê parastina rewa yê gelekî ku hebûna xwe hatiye qedexekirin, di hiqûqa gerdûnî û destûrên bingehîn ên neteweyî de heye. Bikarneanîna vî mafî li derveyî hiqûqê ye. Xeta parastina rewa ya PKK'ê hem mafekî destûrî ye, hem jî wezîfeyeke pîroz e." -
Parêzera Guven: Pirsgirêkên dîtinê û konsantrasyonê lê der bûne
Parêzera Guven Cemîle Tûrhalli Balsak: Êdî nema dikare tiştekî bixwîne. Pirsgirêkên dîtin û konsantrasyonê lê der bûne. Mîna berê nema dikare tevbigere. -
Li Rojhilatê Kurdistanê kuştina kolberan didome
Hema bêje rejîma Îranê her roj kolberên Kurd li ser sînor dikuje û vêya li pêşiya çavê hemû cîhanê dike. Her roj agahiyên li ser kuştin û birîndarakirina kolberan dikevin ajans û rojnameyan. -
Nûnertiya Rojava xelata rêzdariyê da şandeya ku beşdarî konferansê nebûbûn
Nûnertiya rêveberiya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê xelata rêzdariyê da wan kesên ku dixwestin beşdarî ‘Konferansa guhertina demogragiya Efrînê’ bibin. -
Li Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber mirin
Li bajarên Serdeşt û Selmasê yên Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber mirin. -
13 kes li Erdîşê hatin destgîrkirin
Li Erdîşê di operasyonên qirkirina siyasî de 13 kes hatin destgîrkirin. -
Girtiyên li Wanê: Heta ku tecrîd bi temamî rabe em di grevê de ne
Girtiyên li Wanê ragihandin, heta ku tecrîd bi temamî bê rakirin ew ê greva xwe ya birçîbûnê bidomînin. -
Li Geverê sercerdevan êrîşeke zayendî kir
Li gundê Akocak ê Geverê sercerdevanê dewleta Tirk Umît Yalçintûna êrîşeke zayendî li jinekê kir. Jin rakirin nexweşxaneyê. -
'24 sal berê çû qereqolê û carek din nehat'
Mursel Zeyrek 25'ê Gulana 1994'an li Silopiyayê çû Fermandariya Jendermeyan a Sînor û carek din ji wir nehat. Birayê Mursel Zeyrek, Îslam Zeyrek ku 24 sal in li hestiyên birayê xwe digere, diyar kir ku heta dawiyê wê li pey doza xwe bin. -
Daxwaza ji bo rawestandina darizandina Bîlgen nehat qebûlkirin
Di rûniştina doza Parlamenterê HDP’ê Ayhan Bîlgen de daxwaza rawestandina darizandinê hate redkirin. Lê belê dadgehê guh neda daxwazê û doz taloqî 16’ê Nîsanê kir. -
KNK: Dewleta Tirk şa nekin!
KNK’ê bal kişand li ser lîstokên dewleta Tirk û bang li hemû hêzên Başûr kir ku nebin amûrê lîstikên dewleta Tirk a dagirker û wê şa nekin. -
Ocalan qala Îmraliyê dike – VI
"Min ê qala hebûn û xwesteka azadiyê ya gelê herî kevn ê dîrokî bikira yên ku hê navê xwe nedane qebûlkirin û tu mafên wan ên mirovî nehatine naskirin." -
Karasû: Dewleta Tirk ji DAÎŞ'ê bêhtir metirsîdar e
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir, dewleta Tirk ji DAÎŞ'ê bêhtir tehlûke ye û got, têkoşîna li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê têkoşîna ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn e. -
Li Licê, Hezro û Karazê 7 kes hatin destgîrkirin
Piştî ku li 23 gund û gundikên navçeyên Licê, Hezro û Karazê yên Amedê derketina derve hate qedexekirin, leşkerên Tirk avêtin ser 11 malan. Yek jê zarok 7 kes destgîr kirin. -
Rewşa tenduristiyê ya Yagiz roj bi roj nebaş dibe
Rewşa tenduristiyê ya Nasir Yagiz roj bi roj giran dibe. Yagiz li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 56 roj in li bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê di greva birçîbûnê de ye. -
Ocalan qala Îmraliyê dike - V
"Bi şer ya jî bi aştiyê, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyeke mayinde ferz dikim. Nêzîkatiya wan a li ser Kurdan polîtîkaya 'ne bimire, ne jî sax bimîne' ye." -
Zarokekî Êzidî qala hovîtiya çeteyên DAÎŞ'ê kir
Yek ji wan zarokên di destê çeteyên DAÎŞ'ê bû, Mervan Salih ê 13 salî ye. Mervan di 9 saliya xwe de dîl kete destê DAÎŞ'ê. Mervan diyar dike ku wî ew hovîtî qet ji bîr nekiriye. -
Êşkence li çalakgerên grevê yên li Girtîgeha Duzceyê hate kirin
Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê êşkence li Ahmet Akbalik û hevalên wî kir ku di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. -
HDP’ê bang li hilbijêran kir: Qeydên xwe kontrol bikin!
HDP’ê ‘nelirêtiya listeya hilbijêran’ yên li Sêrt, Çewlik, Colemêrg, Bedlis û Êlihê eşkere kir. Parlamenter Meral Daniş Beştaş bang li her kesî kir ku qeydên xwe kontrol bikin. -
Grevên birçîbûnê yên li Hewlêr û Silêmaniyê didomin
Li Başûrê Kurdistanê grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin. Li Silêmanî û Hewlêrê komên nû grev dewr girtin û çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî di roja 55’an de ye.