KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Di êrîşa Dêralokê de 4 kes mirin 2 kes jî winda ne
Dewleta Tirk roja Çarşemê êrîşeke hewayî li herêma Dêralokê ya Başûrê Kurdistanê kiribû û di vê êrîşê de 4 kes mirin û 2 kes jî winda ne. -
Partiyên Kurdistanî êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin!
Tevgera Goran, Nifşê Nû û PDK êrîşa dewleta Tirk a duh li bajaroka Dêralokê ya ser bi Amediyê ve pêk anî û 4 ciwan hatî qetilkirin de daxuyaniyek hevpar dan û dewleta Tirk şermezar kirin. -
Li Efrîn û Ezazê yek jê leşker 4 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê li Efrîn û Ezazê li hêzên dagirker ên Tirk û komên wan ên çeteyan xistin. Di çalakiyan de yek jê leşkerê Tirk 4 dagirker hatin kuştin. -
Rojnamevan Evren: Em bi biryar in!
Rojnamevana dîlgirtî Kibriye Evren ku ev 40 roj in di greva biçîbûnê de ye, peyameke nivîskî şand û got, "Di girtîgehan de heyameke nû ya dîrokî rû daye" û diyar kir ku divê tecrîd bê rakirin. -
Strana HDP'ê ya ji bo hilbijartinê
Strana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê hate weşandin. -
Polîsên Tirk avêtin ser salona danasîna namzetên HDP'ê
Polîsan avêtin ser saloneke li Amedê ku wê civîna danasîna namzetên HDP'ê yên ji bo hevşaredariyan pêk were. -
'Herêma ewle li berjewendiya gelek hêzan nayê'
Çavdêrê siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Felah Selah, nîqaşên li ser herêma ewle ya li Bakurê Sûriyeyê nirxand û got, ji ber ku herêma ewle li berjewendiya gelek hêzan nayê, nepêkan e. Felah Selah diyar kir, divê Kurd bi zanebûn gavan biavêje. -
Rewşa Yagiz xedar e, lê bi biryar e!
Grevên biçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger ku bi pêşentgiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdê destpê kirî, di serî de li zindanan, li Hewlêr, Galler, Mexmûr, Strasboûrg, Silêmanî, Şengal û derveyî welêt bi biryar didomin. -
Ji 12'ê Îlonê heta vê demê: Grevên birçîbûnê - I
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir, berxwedan di nava PKK'ê de xeta siyasî/îdeolojîk û civakîbûnê temsîl dike. -
NÛ BÛ- Balafirên Tirk li Reşawayê sivîl qetil kirin
Balafirên şer ên artêşa Tirk Reşawa ya herêma Dihok a Başûrê Kurdistanê bombe kir. Hate ragihandin ku di bomberdûmanê de sivîl hatine qetilkirin, Şehîdgehên gerîla jî hatine hedefkirin. -
Li Dîlokê ji ber parvekirinên tevnên civakî 7 kes hatin destgîrkirin
Di serdegirtinên malan yên li Dîlokê pêk hatin de bi îdîaya li ser tevnên civakî propagandaya rêxistinê kirine, 7 kes hatin destgîrkirin. -
Grevên li dijî tecrîdê mezin dibin
Çalakiyên grevên biçîrbûnê yên di serî de li Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê li dijî tedrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn destpêkirin, belav dibin. -
Helîkopterên Tirk bombe li Bradostê barandin
Şevê din helîkopterên dewleta Tirk a dagirker bombe li geliyê Kewertê, Bêsnok û Çiyadêl ên devera Bradostê barandin. -
'Kongreya Neteweyî dikare bibe bersiv ji gefan re'
Rojnamevanên li Kerkûkê bal kişandin ser gefên Erdogan ên li dijî gelê Kurd û gotin, "Eşkere ye Kongreya Neteweyî wê bibe bersiv ji gef û êrîşan re." -
Li Îdirê çalakî: Leşkerekî dewleta Tirk hate kuştin
Gerîlayên HPG/YJA Starê li qada Kirê Kor ê îdirê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kirin û tespît bûyî 1 leşker hate kuştin. -
Leşkerên Tirk li Bradostê êrîşî gundiyan kir
Leşkerên dewleta Tirk a dagirker li herêma Bradost a ser bi parêzgeha Hewlêrê gule li gundiyan barand. Di êrîşa leşkerên Tirk de zirareke mezin gihişt wesayît û alavên gundiyan. -
Arslan: Divê her kes nerazîbûna xwe nîşan bide
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan diyar kir ku heke ji girtîgehan agahiyên ne xweş werin ew ê ev tişt xisarê bide qadên me yên hevpar. -
Nameya Leyla Guven: Ev stran a jinan e!
Leyla Guven a ku di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ye, ji TJA'yê re nameyek nivîsî û got, ''Ev stran jî strana me jinan e.'' -
Meletî: Şikandina tecrîdê têkbirina faşîzmê ye
Endama Komîteya Zindanan a PAJK'ê Yaser Meletî bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven. Meletî got, "Îro roja serhildanê ye, roja xwedîderketina li azadiyê ye." -
Avêtin ser avahiya HDP’ê ya Yenişehîrê
Di serdegirtina ser avahiya HDP’ê ya Yenîşehîrê de pankarta bi nivîsa ‘Em Berxwedana Zindanan Mezin Bikin’ a ku balê dikişîne ser berxwedana Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven hate desteserkirin. -
Çalakiya Nasir Yagiz didome
Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên greva birçîbûnê didome. Nasir Yagiz 63 roj in di greva birçîbûnê de ye û tendirustiya wî jî giran dibe. -
Balafirên şer ên Tirk bombe li bax û baxçeyên gundiyan barandin
HPG'ê diyar kir, ji ber bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk, zerar li bax û baxçeyên gundê Suryayê yê li herêma Heftanînê bûye. -
HDP'ê namzetên xwe yên 20 bajar û bi dehan navçeyan eşkere kir
HDP'ê namzetên xwe yên ji bo hevşaredariya 20 bajar û bi dehan navçeyan eşkere kir. -
Wêranşar: Ji bo grevên birçîbûnê bi berpirsyarî rabin!
Rêxistina Navçeya Wêranşarê ya HDP'ê çalakgerên grevên birçîbûnê slav kir, bal kişande ser rewşa krîtîk a Leyla Guven û got, ''Divê derdorên çepgir û rewşenbîr bi berpirsyariyê rabin'' -
Keyayên serî li ber AKP'ê natewînin hatin destgîrkirin!
Keyayên li Dêrik û Qoserê jî di nav de yên ku qeyûm li şûna wan hatin bicihkirin, herî kêm 10 kes hatin destîrkirn.